e
sv

Çîroka Kerekî Mirarî / Yasemin Elban

avatar

Kundir

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Li gundê me ji bo meselokbêjan kerekî mirarî jî dibû hinceteke baş. Rojeke çerçiyek tê gundê me, mêşên hingivînê pêve didin ker ji ber wê nexweş dikeve û mirar dibe. Wan çaxan Kerekî di gundekî de mirar bûbûya, wey li halê wî gundî. Mirovên meselokbêj, ew ker mal bi mal, gund bi gund digerandin û li ser mirovên bi qusîr, gotinên lêpok, pêkenok û her kesekî re endamekî kerê mirarî parve dikirin.

Çîroka kerê mirarî yê gundê me, ji taxa jor dest pê dike heya taxa jêr û du re dişînin gundê Axkûs, bi awayekî
helbestî û qerfî tête gotin. Werin em guh bidinê ku ser kerê çerçî û lî ser gundiyan çi hatine gotin:
Ker girî çû derê Fikrî.
Got:
– Meda min çûye amîşka1 zeviya sinçî
Fikrî got:
– Kerê xwe şaş kiriye hatye vir. Bila biçe derê Eladînê
bekçî.
Ker çû li ber derê Eladînê bekçî,
Eladînê bekçî dayê amîşka zeviya sinçî.
Ker bi xwar ve hat û got:
-Boo…
Çû derê Îbo.
Îbo got:
– Ka zimanê wê jêkin, bînin bidin Fedîlo3
Ker meşya çû derê Wesê.
Hecî Meheme bezî dasê, ku goştê wî bîne bixe herîsê.
Wesê got:
– Ker hatiye ber derê Wesê, welle Wesê hêlikên wî nade tu kesê.(Wesê jinebî bûye.)

Sedirye got:
– Ker kerê me pariyekê goştê wî negihişte me.
Kerê got:
-Fîîîq…
Çû derê Feqe Sidîq. Feqe Sidîq çûbû Iraqê.
Şehnazê got:
– Kuro wî bînin em goştê wî bixne firaqê, heya Feqe sidîq tê ji Iraqê.
Ker tirsîya û got:
“Hooopp yallahhh” xwe avête derê mala Feyzullah.
Kerê me kereke reş e, derê Hekmet dimeşe, keça wî ya
Suna got:
– Ev Medenî yê çav reş e.
Hikmet got: (Bîst zarokên Hekmet hene)
– Kecê em zû vî kerê serjê bikin, ev para keça me ya
Saedet e, ev para Piruzet e, ev jî para Nesîhet e,
Jina Hekmet giriya û got:
– Ka para keça min a Nihayet?
Ker ji serjêkirinê reviya û berê xwe da gundê Axkûs,
rawesta li ber mala Evrahmanê piştqûs.
Sekirnaz got:
– Ka sinkilê wî bînin em ji Evrehman re bixine xwerîs.
Derê Evdila kaş e, Ker hêdî hêdî dimeşe.
Evdila got:
– Keçê Tirko, wî kerî bîne em dûvê wî ji te re bixine maş e.
Ker çû li ber derê mala Elî serê xwe da derî, Sehîdo girte serî.
Elî got:
– Gulpero were em goştê wî bixwin, hestiyên wî bixine
eserên berî.
Ker çû ber derê Reşo,
Reşo got.
-Rabe rûyê xwe bişo, binêre ev diya te ya Eyşo ye, an
Binevşo ye.
Kerê me kereke hûlû, berê xwe da Sûlû, çû der mala Hacî
Evdilayê poz hûlû.
Kerê me kerekî qeytan e berê xwe da Tetwan e, lê
Sureyya destê xwe da ber devan e. ( Ji ber ku Sureyya nexwestiye li ser gotin bên gotin, destê xwe daye li ber devê meselokbêjî Evrehmanê Axkûs î)
Çendek di ser vê meselokê re derbaz dibe, ji gund yekî bi navê Emîn diçe li ba Evrehman û dibêje:
-Xalê Evrehman te ji bo çi li ser min tiştek negotiye?

Evrehman dibêje:
-Kerê me kerekî dîn e, patika wî devê Emin e.
1. (Evrehman ”Ebdurehman Çakar” ji gundê Axkûsê ye, 65 salî ye.
Ew meselokbejekî pir jîr e. Ew di berxwe de li ser mirovan meselok çêdike. Meseloka “kerê” her çendê gundiyan çêkiribe jî bi piranî gotinên Evrehman in. Evrehman, piştê gundên wan ji aliyê rejîmê ve tê şewitandin, koçê bajarê Stenbolê dikin û hîna jî li wir dijî.)

  • Sinçi: Navê zeviyekî ye
  • Amişk: Navê gihayekî ye
  • Fedîle: Hinek lalûte
  • Sediriye: jina xalê Fikrî ye
  • Şehnaz: jina Feqe Sidîq e.
  • Xwerîs: Arxafk

Sıradaki içerik:

Çîroka Kerekî Mirarî / Yasemin Elban