e
sv

Jiyan û Berhemên Mele Ehmedê Palo

avatar

Kundir

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Mele Ehmedê Palo li Kurdistana Bakur di sala 1920an de nêzîkî bajarê
Palo, li gundê Sêreçurê ji dayik bûye.
Di zaroketiya xwe de dê û bavê xwe winda dike; sêwî dimîne.
Jiyana wî di nav belengazî û
perîşaniyê de derbas dibe. Dixwaze
ku bixwîne. Lêbelê mercên
xwendinê nabîne. Ji bo vê sedemê
jî carcaran ji mal direve, berê xwe dide bajarê Swêrekê. Newal û
kortalan dibîne, li deşt û zozanan
dibe mêvan. Paşê ew dibe rêwî û li
Kurdistanê digere. Li hin ciyan dibe
mêvan û li hin ciyan jî dibe şivan.
Di pazde saliya xwe de bi
nexweşiyeke giran dikeve. Li dor
du mehan di nexweşxana Mêrdînê
de radikeve. Di pey ku ji
nexweşxanê derdikeve, berê xwe dide Binxetê. Demekê li Dirbêsiyê
dimîne. Di sala 1935an de diçe
bajarê Qamîşlê. Û ji wir jî diçe
gundê Wêsîkê şûnûwar dibe. Li vî
gundî ew jî wek seydayê nemir dibe şivan. Seydayê Cegerxwîn jî bi şivanî û
gavaniyê dest bi xwendina xwe kiribû. Ew jî bi rêyek wiha de dimeşe. Bi mele û feqeyan re hevaltiyê dike. Di wê demê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe
û zanîna xwe roj bi roj zêdetir dike. Bi taybetî li ser rêzimana Kurdî radiweste
û xwe perwerde dike. Dibe mamostayê xwe. Ji bilî zimanê Kurdî xwe hînî
Erebî, Tirkî û Farisî jî dike.Lêkolîn û lêgerînên xwe li ser wêje û dîroka
Kurdistanê pêş de dibe. Di wê demê de dest bi helbestên Kurdî û nivîsandinê
dike. Heta roja xwe ya dawî vî karî didomîne.
Mele Ehmed ji gelê xwe re melayetî dikir; gel ji xewê hişyar dikir. Dîwana xwe ya ku bi navê Dewr û Gera Kurdistanê di van deman de nivîsandî ye.
Mele Ehmed, paşê, mirovên ku rêzaniya Kurdî dizanîbûn nas dike û dibe
hevalbendê wan. Dema ku di sala 1935an de komeleya Zanist û Alîkariya
Kurd hatibû damezirandin, ew jî bûbû rêvebirekî komeleyê.
Emrê xwe ê dawî li Lûbnanê,li bajarê Bêrûdê derbas dike. Di sala 1991
meha Adarê de diçe ser heqiya xwe. Mele Ehmedê Palo di 71 salê jiyana xwe de, diwazde berhemên giranbiha
afirand û ji me re hiştin. Çi mixabin ji wan berhemên giran, bes dîwana wî ya
bi navê Dewr û Gera Kurdistanê di sala 1994an de bi tîpên latînî hatiye
çapkirin. Heger hin lêkolînevan û hin çapxane li wan berhemên hêja xwedî
derkevin, bêguman gencîneyên pirtûkxanên Kurdî dê hîn dewlementir bibin.
Berhemên Mele Ehmed yên çapnebûyîn:
Tarîxa Kurdan, Şano(Bi şîweyê helbestê hatiye nivîsandin. Dema ku dike
çap bibe di çapxanê de tê girtin û winda dibe. Nûser bi tîpên erebî heye.),
Ferhenga Kurdî-Tirkî, Farisî û Erebî bi tîpên Erebî ji bo çapê her amade ne. BILBmÊ XEMGÎN Û WELATÊ ŞÊRÎN
Carekê hatî gumanê, hilkişîme ser çiyan
Ronî da roja cihanê, jê dibînim her ciyan
Ku cihek ava û şîn e, rind û şêrîn û delal
Rengareng tê de civîne, nivşê daran û gulan
Tev şikeft û kort û çal in, hêliÇk û lat û zinar
Cok û cobar û newal in, berqef û ser kaniyan
Nêrgiz û rihan û mêrg in, deşt û zozan û gelî
Dezgehê şêr û piling in, cîgehê hîn û jiyan
Gol û derya têne dorê, rengê Qîzwîn û siya
Kaniyan da der ji Torê, colê berxan û miyan
Tê diçêrin ber bi banî, hêdî hêdî kom bi kom Ku ji ber dengê şivanî, mane ser av û çeman
Ez dibînim tê xuya ne, gewher û zêr û dirav
Rewşen û ronî veda ne, ser kelat û her deran
Givgiva bayê sebaye, raserê çiyayên bilind
Xuşxuşa zad û giyayê, me’imeha berx û miyan
Qirçeqirça qirş û qala, bin piyê şêr û beran
Zimzima dengê newalan, limlima ava çeman
Tiptipa sêv û hinaran, teqteqa berq û birûsk
Ding û dinga lat û xaran, gumguma topên giran
Çikçika belk û pelan e, pirpira teyr û tilûr
Gimgima xap û derdan e, xurxura dar û beran e Çingeçinga şûr û dasan, zingezinga hesinan
Qîjqîja çûk û çivîkan, xumxuma şîp û geran
Bax û bîsatanek bijare, ser çemê ava Mirad
Gulşenek tê da diyar e, gul stêrê asîman
Tu dibê tirmê mexîl e, serserî ronî dide
Têra dewrê lîlelîle, ya girêka sêwiyan
Lal û yaqût, dur û gewher, parçe parçe bûne kom
Tê xuya ne jîn û tevger, nîne wek wî der cihan
Lew cihê bo keyf û şadî, xwendin û lîz û geşî
Alme û zêrê reşadî, tê rijîne ser cilan
Bilbilek têda dixwîne, serserê şax û gulan
Xem civîn û dil birîn, her dike ax û fîxan
Caracara tête ser da, dil kul û jar û melûl
Fir dide xwe pel di dev de, tête dora xaniyan
Ronî û rewş û çiraya, xwe bi niftê pê dixe
Doz û daxwaz û divaya, xwe dike nav û nîşan Min digot bo çi dinalî, bilbilê jar û pepûk
Ser cihê rind û delalî, çir dikêşî derd û jan?
Gotî yara min bijare, dijminan winda kirî
Jîr û serbaz û siyar e, bax û kar û niştiman
Min divê ku heyf û tola, xwe bi vê zarê derî
Der newal û deşt û çolan, der kelat û ser hedan
Hejr ji dijmin zû hilînim, da nemînî derd û kul
Rengê şêran xwe bighînim, dehl û dar û kaniyan
Ya bidim ser şop û rêça, ku diçe bax û bihuşt
Çê bikim dewran û pêça, zana rêkim parleman
Rêzika pendan û şîret, kar û tevdîra min e Nameya namûs û xîret, bo min e zar û ziman
Ev ne texmîn û guman e, miletê dîl û nezan Ên di vê rê de xuya ne, ew diçin baxê cinan
Min dizanî ev bi rastî, yek ji tayê bawer î
Ya bi ceng û ya bi aştî, xwe dibînim sermiyan
Pişk û para nozde milyonan, eger çi tê heye
Ne guman û ne bi xewnan, pir di xama xwendevan
Xwende ev dîlî ne ar e, tu dibînî ev zeman Miletê te tarûmar e, maye bin dar û piyan
Deftera xwe tu hilînî, têxî taq û pencerê
Zadê bê cî tim biçînî, hilgirî barê dizan
Ser di berda stû xwarî, rengê pîrê ser gilok
Bêhiş û tevdîr û korî, dost û yarê xergelan
Mêze çir nakî cihanê, ku hemî serxwe dibûn
Tu tenê mayî di xanê, mayî ber xaçê riyan

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.

Sıradaki içerik:

Jiyan û Berhemên Mele Ehmedê Palo