e
sv

Rewşa Kurdan Di Diroka İbn Xeldun De

avatar

Kundir

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Wergera ji Erebî: Emîn Narozî
(Ev gotar ji kovara Çira, hejmar 9 ya bihara 1997 hatiye wergirtin)
Wek ku xwendevan jî dizanin berê jî hinek ji cihên vê berhema îbn Xeldûn ya tarîxê hatibûn
wergerandin û di hinek hejmarên Çirayê de hatibûn weşandin. Ji ber ku di hejmara 6’an ya
Çirayê de li ser jiyana îbn Xeldûn û vê berhema wîyagiranbiha hatibûnivîsandin
minpêwîstnedîtku li vircareke din ez wê dubare bikim. Ji xwe Çawa ku ji jêrenotan jî tê zanîn
dema wergerandina van cihan min ew hem bi berhema\îbn el-Esîrya el-Kamîl fî et-Tartx re û
hem jî d ihinek cihan de bi berhema îbn el-Ezreq el-Fariqtya Tarîxa Meyyafarqîn û Amedê re ku
M. E. Bozarslan bi navê “Mervanî Kurtleri Tarihi” ew wergerandiye Tirkî û bi ya Ebdurreqab
Yûsuf ya bi navê ed-Dewle ed-Dostikiyye fi Kurdistan el-Wusta re rûbar kiriye. Herweha min ew
jêrenotên berhema îbn Xeldûn ku ji aliyê weşanxaneyê ve jî hatibûn nivîsandin pê re
wergerandiye.
Emîn Narozî
Ji Kîtab el-‘Iber We Dîwan el-Mubteda we el-Xeber fî Eyyam el-Ereb
we el-Ecem we el-Berber (Ibn Xeldûn)

 

Piştî ‘Hemdaniyan Dewleta Merwaniyan Li Diyarê Bekir û
Destpêka Kar û Barê wan û Rewşa Tevgera Wan Ya rastî
diviyabû ku em li pey dewleta ‘Hemdaniyan rewşa vê dewletê
bibêjin, çawa ku me ya El-Muqellediyan li Mûsilê û ya Benî
Salih îbn (kurrê) Mirdas jî li Helebê got. Çiku ev hersê dewlet jî
ji nav dewleta wan derketine û şax dane, bes Merwanî bi xwe ne
Ereb in lêbelê ew Kurd in û ji ber vê yekê jî me dewleta wan anî
xiste nav rêza ya biyaniyan [yên ne Ereb], lê me ew hişt piştî
dewleta Benî Tûlûn, çimkî dewleta Benî Tûlûn gellek li pêşiya
ya wan bû. Niha jî dê em dest bi nûçeyên dewleta Merwaniyan
bikin:
Ji xwe li pêş meseleya Badê Kurdî ku navê wî Huseyn îbn (kurrê) Dûşik1
û paşnavê wîjî Ebû
(Bavê) ŞeccaŞ bû, bihurî. Herweha dîsa bihurî ku ew xalê Ebû ‘Elî îbn Merwanê Kurdî bû, wî dest danîbû ser Mûsil û Diyarê Bekir [herêma Diyarbekir] û gelş di navwîû Deylemiyan de
derketibû, lê piştre zora wî çûbû û ew hilkişiyabû çiyayên Kurdan. Di duvre ‘Edud ed-Dewle û
Şeref ed-Dewle mirin, Ebû Tahir Ibrahîm û Ebû ‘Ebdullah el-‘Hesen hatin Mûsilê zeft kirin, bes
di nav wan û Deylemiyan de jî nakokî derket. Li ser vê yekê dilê Bad jîku hingê li Diyarê Bekir
dima, bijiya Mûsilê û rabû ber pê ve çû, lê herdu kurrên Nasir ed-Dewle zora wî birin û ew di
cingê de hat kuştin, çawa ku li pêş jî ev bûyer giş derbas bûn.

 

Dema ew hate kuştin xwarziyê wî EbûElîîbnMerwanji şer filitîû
çûgihîşte Husni Keyfa [Heskîfê] ku malbata Bad û zexîreya wî li
wir bû û yek ji keleyên wî yên asêtirîn bû. Wî ji bo ketina keleyê
bi hîle diyar kir ku xalê wî ew şandiye, ta ku kete hundurû rabû
dest danî ser keleyê û jinxala xwe mar kir. Piştr e ew li navçeya
Diyarbekirê geriya û milkê xalê xwe Bad tev zeft kir, Di wê navê
de dema ku wî jî dora Meyafarqînê girtibû herdu kurrên ‘Hemdan
êrîşî ser wî kirin lê wîew şikandin. Piştre dema ew li ser Amedê bû
careke din ew zivirîne ser lê cara diduyan jî şikestin. Rewşa wan ji
Mûsilê ve têk çû û Ebû Elî îbn Merwan Diyarê Bekir giş zeft kir. Xelkê Meyafarqînê ku rîspiyê
wan Ebû el-Esxer22
bû destê xwe dirêjî wî kir lê wî dengê xwe nekir haya ku roja cejnê hat û ew
derketin çolê. Li çolê wî êrîşî ser wan kir Ebû el-Esxer girt, di sûrê de avête xwar û Kurdan dest
danî ser bajêr. Ebû Elî deriyan li ser wan [xelkê bajêr] girt nehişt ku ew têkevin hundurû û
heryek ji wan bi riyekê ve çûn. Hingê sala 380/990’î bû.
Kuştina Ebû Elî îbn Merwan û mezinatiya birayê wî Ebû Mensûr
Ebû Elî îbn Merwan bi qîza Se’d ed-Dewle îbn Seyf ed-Dewle [yê “emdanî] re zewicî bû, wî ew
bi lez ji Helebê da anîn ku li Amedê jê re qesrekê ava bike. Hingê rîspiyê wan tirsiya ku tiştê
anîbû serê meyafarqîniyan dê bîne serê wî û amediyan jî û hevalên xwe li ser vê yekê haydar kir.
Wî j i wan xwest ku dema ew têkeve hundurû ew zîv û zêr li ser bireşînin, bavêjin ser û çavên wî
û paşî lêxin.3 Wan jî wusa kir, ew mijûl kirin û ji nedî ve derbekê li serê wî xistin. Hevalên wî li hev qelibîn, di wê navê de amediyan serê wîjî avêtin cem hevalên wî yên Kurd û ew jî bi paş ve
dageriyan Meyafarqînê. Parêzgerên wê ketin gumanê ku dê ew Meyafarqînê zeft bikin û ji ber vê
yekê nehiştin ew têkevin bajêr lê piştre dema birayê Ebû Elî Muhid ed-Dewle4
Ebû Mensûr îbn
Merwan hat gihîşt bajêr hingê pasbanan rê dayê ku têkevê û wî ew der [Meyafarqîn] zeft kir. Ji
sikke (diravçêkirin) û xutbexwendinê pê ve tiştekîdin ku bike jê re nemabû.

 

[Dema ew hat ser hukum] birayê wî Ebû Nesr dijî wî rabû û pê re berberî kir, lê Ebû Mensûr
zora wî bir û wî şand keleya Sêrtê, bes wî li wir jî timî jê re zehmetî derdixist. Heçî Amed heya
demeke dirêj di destê şêxê wan ‘Ebdullah5
de ma. Wî qîza xwe jî dabû îbn Dumneyê ku kuştina
Ebû Elî îbn Merwan girtibû ser xwe; lê wî [îbn Dumne] ew [‘Ebdullah] jî kuşt, dest danî ser
Amedê û li ber sûrê qesrek ji xwe re ava kir. Di pey de ew kete ber fermanrewahiya Muhîd edDewle, nava xwe û wî xweş kir, perû ji qiralê Romê, xwediyê Misrê û şahên din re şandin û nav
û dengê wî belavbû Kuştina Muhîd ed-Dewle îbn Merwan û mezinatiya birayê wî Ebû Nesr
Muhîd ed-Dewle li Meyafarqînê dima û di nav dewleta wî de desthilatdariyeke xurt ya
serokleşkerê wî Şirwe [Şêrwe] hebû. Wî jî zebt û rebtê sipartibû koleyekîxwe ku Muhîd edDewle zahfjê aciz bû û gellek caran dixwest wî bide kuştin lê ji ber xatirê şirwe dîsa dev jê
berdida. Carekê gava ku koleyê Şirwe çû hizûra wî jê re fizûliya (fesadiya) Muhîd ed-Dewle kir
û nava wan xera kir. Demek di pey de dema ew [Muhîd ed-Dewle] çû cem, wî [Şirwe] rabû ew
kuşt ku hingê sala 402/1011 ‘yan bû û dûvre weke ku ew bi fermana Muhîd ed-Dewle here, çû
dest danî ser heval, meriv û pismamên wî tev.6
Piştr e ew meşiya heya Meyafaqînê, wan bi
ceweta Muhîd ed-Dewle jê re derî vekir, ew kete bajêr û ew der zeft kir. Wî dest pê kir li ser
devê Muhîd ed Dewle ji xwediyên keleyan giş re name nivîsand û sipartina keleyan ji wan
xwest. Di nav wan de xwediyê keleya Erzena Romê [Xirebajar] Xwace Ebû el-Qasim, keleya
xwe neda kesekî û [ji bo eseyîkirina xeberê] berê xwe da Meyafarqînê. Di rê de ew bi kuştina
Muhîd ed-Dewle hisiya û ji nîvê rê car din bi paş ve zivirî Erzenê. Wî şande pey Ebû Nesr Ibn
Merwan, wî ji Sêrtê anî û bire cem bavê wî Merwan ku hingê tadeyî gihîştibûyê û ji bêgavî bi
jina xwe re derketibû çûbû Erzenê ser gora kurrê xwe Ebû Elî. Ew jî çûne cem, wî li hizûra bavê
wî û li cem gora birayê wî ew da sondê û Erzenê dayê. Di wê navê de Şirwe jî ji Meyafarqînê
mirov ji bo girtina Ebû Nesr îbn Merwan şandibû Sêrtê lê hê berî hingê ew gihîştibû Erzenê jî; bi
vê re jî ew [Şêrwe] têgihîşt ku dawiya wî hatiye. Piştî Erzenê Ebû Nesr deverên Diyarê Bekir yên
din jî girt, bi bernavkê [leqeba] Nesîr ed-Dewle hate bi nav kirin û dewra wî dest pê kir. Wîxuyê
xwe xweş kir û ji ber vê yekê jî ji her deverên cîhanê gellek zana û şar eza lê kom bûn. Yek ji
wanên ku qesta wî kiribûn Ebû ‘Ebdullah el Kazerûnî bû ku li hêla Diyarê Bekir mezhebê şafi’î
pê belav bû. Gellek şair û helbestvan lê civiyabûn, pesnê wî didan û wî jî ew perû [xelat] dikirin.
Di dema wî de ew gelî û birrekên wan deveran tev ewle man û teba [reŞye] û xwelêgirtiyên wî jî
heya dema mirina wî di welatê xweştrîn de jiyan.
Vegirtina Nesîr ed-Dewle7
îbn Merwan bi ser Ruhayê ve
Bajarê Ruhayê di destê ‘Uteyr [en-Numeyrî] de bû, wan [ruhayiyan] ji Ebû Nesr îbn Merwan re
nivîsand û jê xwestin ku here wê vegire. Wî jî cîgirê xwe yê Amedê ku navê wî Zenk [Zeng îbn
Ewan] bû şande wir û ew der zeft kir, lê wî [‘Uteyr] bi riya Salih Ibn Murdasêxwediyê Helebê ji
îbn Merwan hêviya bexşînê kir, wîjîew bexişand û nîvê bajêr dayê. Ew [‘Uteyr] çû Meyafarqînê
cem Nesîr ed-Dewle, wî qedrekî baş dayê û ew şande Ruhayê ku bi Zenk [Zeng] re li wir bimîne.
Ew çend rojan bi Zenk [Zeng] re bi aştî ma lê di wê navê de kurrê wî cihgirê ku wî [‘Uteyr] ew kuştibû hate wir.8
Zeng ji bo heyfhilanînê nav tê da û dema ew [‘Uteyr] derket wî jî da pey, ji bo
tolgirtinê lê kire gazî. Çaxê xelkê çarşiyê ev yek buhîst ji nedî ve avêtin ser û wî bi sê hevalên wî
ve kuştin. Benî Numeyriyan jî li dervayî bajêr ji Zeng re kemîn danîn û hinek êrîşkaran şandin
ser , gava Zeng bi leşker ve derket û kemîn derbas kir hingê wan êrîş birê. Di şer de kevirek lê
ket û ji ber derba wî kevirî ew vegirê (fatihê) hijdemîn mir û Ruha jî ji Nesîr ed-Dewle re ma.
Piştre Salih îbn Murdas ji bo Ibn ‘Uteyr û Ibn Şibil mehderî (şefa Şet) kir û navçe car din li wan
hate zivirandin heya ku îbn ‘Uteyr çawa ku wê li pêş jî bê, ew der firote dewleta Romê
[Bizansiyan]

Dorgirtina Bedran ibn Muqelled ya Nuseybînê [Nisêbînê] Nuseybîn [Nisêbîn] di destê Nesîr edDewle îbn Merwan de bû gava ku Bedran îbn Muqelled bi koma ‘Uqeyliyan ve çû ser û dora wê
girt. Wî zora wan leşkerên ku li wir bûn bir, lê Nesîr ed-Dewle hinek leşkerên din şande alîkariya
wan. Bedran hinek mirov şandin pêşiya wan û ew şikandin lê îbn Merwan jî leşkerekî pirrtir li hev civand û wan şande Nuseybînê. Ew çûne ser [Bedran] û cara pêşîew şikandin bes piştr e dîsa
ew li wan fitilî û êrîşîwan kir. Wî her li şerê wan domand heya ku bihîst birayê wî Qerwaş
gihîştiye Mûsilê; ew jê tirsiya û ji ser wir rabû.
Ketina Xuzziyan [Oxuziyan/Oguz Ogullari] ya Diyarê Bekir
Ev Xuzzî[Oxuzî] ji hinek qebîleyênTurkan in û eslêSulcûqiyan [Selçûqiyan] jî ji wan tê. Ji xwe li
pêş bihurî ku çawa dema ew gihîştin Xorasanê Muhemmed îbn Sebektekîn [Sibiktekîn], Erslan
[Arslan] îbn Sulcûq [Selçûq] girt û ew avête zindanê, herweha ew xirabiyên ku li Xorasanê kirin
û ew êrîşa Muhemmed îbn Sebektekîn ku piştî mirina bavê xwe Mehmûd bire ser wan û ew bi
çolê ve reviyan çûne Azerbaycanê cem wan Xuzziyên ku berê li wir bûn, bihurî. Piştî ku ew
nikaribûn têkevin Hemezan, Qezwîn û Ermenîstanê rabûn çûn xelkê îraqê şewitandin. Yên din jî
ji Azerbaycanê hatin derxistin û Wehşûzanê xwediyê Tebrîzê jî tibabek ji wan kuşt. Kurdan jî
nehişt ew têkevin nav wan û ew talan kirin. Dûvre dema nûçe gihîşte wan ku birayê Sultan
Tuxrul Beg Niyal mrahîm bi Reyyê ve çûye, di wê sala 433/1041’an de ew ji wir bi lez reviyan û
çûne Azerbaycanê, lê dîsa xeber hat ku Niyal li pey wan e, wan ji tirsa ji wir jî bazda, çiku ew
re’yeyên wî û birayê wî bûn. Dema ew reviyan rêbir ew di çiya û zozanan de birin haya ku
gihîştin deşta Cezîreya îbn ‘Umer [Cizîra Botan] . Ji wir hinek ji wan çûne Diyarê Bekii; wan
Qezwîn, el-Husniye û Yazîdiyê bi zor zeft kir, hinek ji wan jî li hêla rojhilatê Cizîrê man û yên
din çûne Mûsilê. Suleymanê kurrê Nesîr ed-Dewle li wir nazir bû, wî ji bo lihevhatinê şande pey
wan bi şertê ku ew bi wan re here herêma Şamê, wan jî qebûl kir. Piştre Suleyman ziyafetekê da,
Ibn Xuzz [Oxuz) Elî vexwendê û ew girt, avête zindanê. Xuzzî [Oxuzî] bi herhêlê ve reviyan û
leşkerê Nesîr ed-Dewle, yê Qerwaş û yê Kurdên Besnewî9
dane pey wan. Piştre dema Ereb ji bo
lêderbaskirina zivistana xwe çûne îraqê hingê Xuzzî jî zivirîne Cezîreya ibn ‘Umer û dora wê
girtin, wan Diyarê Bekir bi kuştin û talanan xira kir. Nesîr ed-Dewle xwest ku bi berdana Mensûr
ibn Xuzz Eli ku Suleyman ew hebis kiribû, bertîl bike lê berdana wî têrî rawestandina xirabiyên
wan nekir û ew heya Nuseybîn, Sencar û Xabûrê pê ve çûn. Qerwaş jî çawa ku me li pêş jî diyar
kir , kete Mûsilê lê qefleyek ji wan [Xuzziyan] jî dane pey û ew bûyerên ku me di behsa wî
[Qerwaş]de derbas kir di nav wî û wan [Xuzziyan] de çêbûn.
Çuna Romê ber bi welatê Merwaniyan ve û Vegirtina Ruhayê
Dema doza ‘Elewîtiyê li Şam û el-Cezîreyê belabû ku sedemê wê jî xwendina xutbeyê li ser navê
wan ji aliyê xwediyêHerranê û er-ReqeyêWîsab en-Numeyrîbû û el-Wezîrî ji aliyê Şelewiyanve
bû waliyê herêma Şamê hingê wî gef li îbn Merwan xwarin ku dê ew here bavêje ser welatê wî.
îbn Merwan ji xwediyê Mûsilê Qerwaş û ji xwediyê er-Reqeyê Şebîb îbn Wîsab daxwaza alîkarî,
hevkarî û rakirina doza ‘Elewîtiyê kir, wan jî erê kir, xutbeya ser navê el-Mustensir birrîn û dest
pê kirin xutbe li ser navê el-Qaîm xwendin. Sal hingê 430/1038 bû; el-Wezîrî dîsa rabû ser zengoyan û gef li wan xwar. Li ser vê îbn wîsab careke din dageriya ser Xutbeya ‘Elewîtiyê ku
hingê ketibû meha zulhecceyê [meha dozdemîn ji salnameya hîvî yî koçî ye] û bûbû dawiya salê.
Kuştina Suleymanê Kurrê Nesîr ed-Dewle

Nesîr ed-Dewle kurrê xwe Suleyman ku bi Ebû Herb el-Umûr jî dihate nasîn [li hêla Cizîrê]
kiribû walî. Di hingê de li el-Cezîreyê (Cizîrê) Mûşik [li pêş Mûsik bihûrî] îbn el-Muhellî ku
mezinê hinek keleyên wan deran bû, pê re hemberî dikir û li ser vê yekê di nav wan de dijîtî
derket. Piştre Suleyman rabû xwe bi ger û fen nêzî wî kir. Ji ber ku xwediyê keleya Fenikê û
hinek keleyên din Mîr Ebû Tahirê Besnewî yê xwarziyê Nesîr ed-Dewle dostê Suleyman bû, ew
rabû wî ew Mûşik] bi qîza Ebû Tahir re zewcand heya ku ev yek bû sedemê nêzîkayiya navbera
wan û dilê Mûşik li Suleman vebû, pişta xwe dayê û çû şerrê Dewleta Romê [Bizansiyan] li
Ermenistanê. Nesîr ed-Dewle ibn Merwan alîkariya mal û leşker pê re kir, ji xwe berê jî wî li ser
navê wî ([Nesîr ed-Dewle] xutbe dixwend û bi ya wî dikir. Wî Mehdera Mûşik kir lê Suleyman
ew zû kuşt û ji Tuxrul Beg re got ku: “Ew miriye”. Ji ber bikaranîna wî [Suleyman] qîza Ebû
Tahir ku ew dabû Mûşik, ji bo vê kuştinê Ebû Tahir bi awayekî manedar jê re spasî kir, lê
Suleyman jê tirsiya û ji bo bûyerê daxwaziya berîbûnê jê kir. Wî jî ew pejirand, daxwaza
hevdîtinê li Suleyman kir û ji bo wê yekê jî ji kelaya xwe ya Fenikê dakete xwar. Suleyman jî bi
çand kesan ve derkete pêşiyê, lêUbeydullah10 ew kuşt û çû gihîşte wan kesên ku dijî bavê
wîrabûbûn. Ev nûçe gihîşte Nesîr ed-Dewle, ew jîrabû wî kurrê xwe Nesîr11 digel leşker ve ji bo
parastina Cizîrê şande wir . Qureyşê Kurrê Bedran gava ev bûyer bihîst, temê wî avête milkê
Cezereya îbn ‘Umer [Cizîra Botan] û çûyê. Kurdên Husniye û yên Besnewî jî bûne yek û ji bo
kuştina Nesîr îbn Merwan gihştin hev, lê wî bi wan re xweş şer kir û welatê xwe qenc parast. Di

10 ‘Ubeydullah kurrê Ebû Tahir e; li gor Ebdurreqîb Yûsuf û îbn el-Esîr dema Suleyman Mûsik kuştiye tirsiyaye ku Ebû
Tahir li heyfa zavayê xwe bigere û ji ber vê yekê ew rabûye wî bi jehriyê ew daye kuştin. Loma jî ‘Ubeydullahê kurrê
wî jî rabûye bi vî awayî tola bavê xwe girtiye. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî Kuriîstan el-Wusta,
Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 1 16; îbn el-Esîç El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût,
1966, c. 9, r 210)
11 Li gor Ebdurreqîb Yûsuf ‘Nesr” e. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî Kurdîstan el-WustajHoşeng
Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 116) Herweha du beş li jêr di vê berhema îbn Xeldûn de jî dîsa “Nesr” tê. Li jêr
li beşa “Mirina Nesîr ed-Dewle” binihêre!
8
cengê de Qureyş bi çend ciyan birîndar bû û dageriya Mûsilê, Nesîr îbn Merwan li Cizîrê ma û
Kurd jî li hember wî.
Çûna Tuxrul Beg Ber Bi Diyrarê Bekir Ve
Dema Tuxrul Beg çû Mûsilê û ewder zeft kir serê pêşî Qureyş ji wir reviya lê piştre di sala
448/1056’an de zivirî û kete ber fermana wî. Dûvre Tuxrul Beg ji wir berê xwe da hêla Diyarê
Bekir û çû dora Cezîreya ibn Umer [Cizîra Botan] girt. Di çûyina wî [Tuxrul Beg] ya ser Mûsilê
û dagerandina wî de îbn Merwan jî di ber xizmeta wî de bû û jê re diyariyên curbicur şandibû.
Wî ji ber cizîrê ve jî mal dayê û diyar kir ku dê li kêleka wî têkeve wî şerrê pîroz û pê re geliyan
biparêze. Tuxrul Beg hingê dorgirtina ser wî rakir û çû hêla Sincarê, çawa ku me di bûyerên
Qureyş de jî got.
Mirina Nesîr ed-Dewle îbn Merwan û mezinatiya Kurrê wî Nesr
Di sala 453/1061’ê de Nesîr ed-Dewle Ehmed îbn Merwanê Kurdî yê xwediyê Diyarê Bekir ku
nasnavê wîel-Qadir Billah bû, pêncî û du sal piştî ferman-dariya xwe mir. Deverên bin destên wî
pirr bûbûn, malê wîzahf bûbû û di wan gelî û birrekan de berhemên baş da bû. Wî gellek perû û
diyariyên hêja dida sultan Tuxrul Beg. Ew werîsê yaqûtî yê Buweyhiyan ku wî ji Ebû Mensûrîbn
Celal ed-Dewle kirîbû jî di nav wan de bû ku pê re sedhezar dînar jî jê re şandibû û ji ber vê yekê
jî wî [Tuxrul Beg] rûmeteke baş dabûyê. Wî bi bihayê pêncsed hezar dînaran û zêdetir jî cariye ji
melîkên mezin re dikirî da ku demekexweş bi wan bide jiyan û dilên wan şa bike.Ji bo razan û
qerwaşiyê ji hezarî bêhtir cariye li cem wî hebûn. Firaq û aletên muzîkê yên wusa bi qîmet ku
bihayê wan ji dused hezarî zêdetir bûn, li cem wî peyda dibûn. Wî qîzên şah û milûkan li hev
civandibû û bi wan re zewicîbû. Ji bo xwarinpêjiyê aşpêjan şandibû diyarê Misrê û qût û
mûnetên wan jî dabû heya ku li wir fêrî aşpêjiyê bûbûn. Ebû el-Qasim îbn el-Mexribî ku
mirovekî pêş yê dewleta ‘Elewiyên Misrê bû û Fexred-Dewlejîku pêşewayekîdewleta ‘Ebbasiyan
bû, çûne cem; wî ew qebûl kirin û kirin wezîrên dewleta xwe. Çi helbestvanên ku çûne cem
qencî bi wan re hate kirin, zana û şarezayên ku qesta wî kirin cihê wan li cem wî bilind bû û
dema ku di sala [453/1061’ê]12 de mir hingê ew serkeftin ji Nesr re ma; ew li Meyafarqînê
rawestiya lê birayê wî Seşîd çû Amedê, ew der zeft kir û li ser vê yekê li hev kirin.
Mirina Nesr ed-Dewle û Mezinatiya Kurrê wî Mensûr
Piştre Nîzamuddîn Nesr îbn Nesîr ed-Dewle di zilhecceya sala 472/ 1079’an de mir, kurrê wî
Mensûr kete cihê wî û Ibn el-Enbarî jî dewleta wî gerand. Ew li ser fermandariya dewleta xwe
ma heya dema ku îbn Cuheyrhat, avête ser û welêt ji destê wî derxist.

12 Di eslê wê de ev der jê kêm bû û me di çavkaniyên cem xwe tev de jî cihê mirina wî nedît lê sala mirina wî çawa
ku bihurî, 453/1061 bû. (îbn Xeldûn Kitab el-el-îber we Dîwan elMubteda we el-Xeber fî Eyyam el-Eeb we el-Ecem
we el-Berber, Dar el-Kîtab el-Lubnanî, Beyrût, 1958, c. 4, t 283, not 2)
9
Çûna îbn Cuheyr Ber bi Diyarê Bekir ve
Fexr ed-Dewle Ebû Nesr Muhemmedîbn Cuheyrji xelkê Mûsilê bû û berê ji cariyeya Qerwaş re
û piştre jî ji birayê wî Bereke re xizmet kiribû û ji cem wî ji Qeyserê Romê re qîzên ezep biribû.
Piştre ew kete ber xizmeta Qureyşê kurrê Bedran jî ku paşînê xwest wî bavîje zindanê lê bi
kefîltiya yekî Benî Şuqeylî xelas bû û çû Helebê. Li wir ew bû wezîrê Me’z ed-Dewle Ebû
Summalîbn Salih. Ji wir jî ew çû ‘Etiyyeyê û rastî Nesîr ed-Dewle îbn Merwan hat; wîew kire
wezîrê xwe û rewşa dewleta xwe pê li hev anî. Dema ew di sala 453/1061’ê de mir hingê wî
[Fexr ed-Dewle] kar û barê Nesrê kurrê wîyê ku kete cihê wî li hev rast kir lê piştre di sala
454/1062’yan de reviya çû Bexdadê ku hingê li wir wezîrtî jê re hatibû pêşkêşkirin. Ew piştî
Muhemmed îbn Mensûr îbn Du’ad13 bû wezîr. Di pey de gellek caran ew û kurrê wî ‘Emîd
elMelîk ji kar hatin avêtin û car din li kar hatin zivirandin; herweha ew kete ber xizmeta Nîzam
el-Mulk û Sultan Tuxrul Beg jî.
Dema kurrê wî cara dawî ji ser kar hate avêtin hingê li cem Xelîfe mehderiya wî hatibû kirin û
Sultan û Nîzam el-Mulk şandinbû peywî û kurrê wî û pismamên wî giş. Ew çû Esfehanê cem wî
[Sulatan] û qedir û rûmeteke baş li wirdît. Wî [sultan] tevîleşkerewji bo vegirtina Diyarê Bekir û
sitandina wir ji Merwaniyan birê kir. Wî alet danê û destûr jî dayê ku di xutbeyê de li pey navê
Sultan navê xwe bixwîne û wêneyên xwe li ser diravan bikêşe. Ew di sala 476/1083’yan de ji bo
vê yekê bi rêket.
Vegirtina îbn Cuheyr bi Ser Amedê ve
Ji xwe me li pêş qala çuna Fexr ed-Dewle îbn Cuheyr tevî leşker ber bi Diyarê Bekirve kiribû.
Piştîwê di sala 477/1084’an de Sultan, Erteqîbn Eksek bi leşker ve şandibû alîkariya wî. Nesrîbn
Merwan ji Şerefed-Dewle Muslim îbn Qureyş alîkarî xwestibû û ji wê bonê sozê dana Amedê pê
re dabû, wî jî qebûl kiribû û çûbû piştgiriya wî. Fexr ed-Dewle ibn Cuheyr ji ber merivatiya
Ereban ji cenga bi wan [Nesr û Muslim] re vekişiya, lê Erteq dijî wî derket û bi Tirkan ve çû şerê
wan û ew şikandin. Ew çû li Amedê gihîşte Muslim û ew li wir xiste hesarê lê wî mal da Erteq û
xwe ji ber xelaskir çû er-Reqeyê. îbn Cuheyr jî berê xwe da Meyafarqînê lê Mensûr ibn Mezyed,
kurrê wî Sedeqe û Erebên pê re dev jê berdan û ji wir fitilîn. Fexr ed-Dewle çû devera ku bi navê
el-Qurm tê naskirin, li wir peya bû û hesara ser wê teng kir. Rojekê yek ji parêzgiran ji sûrê hate
xwar û cihê xwe vale hişt, yekî amî rabû çû cihê wî û siloganên (duruşme û nîşanên) Sultan
gotin; parêzgerên din yên ser sûrê jî li pey wî çûn û xeber şandin cem Ze’îm er-Ruesa’ Ibn
Cuheyr. Ew siwar bû û çû di sala 478/1085’an de dest danî ser bajêr. Xelkê bajêr malê Filleyên
(xiristiyanên) ku di bacgeh û deyndarvaniyê [tehsîlata bac, zikat û deynan] de ji Merwaniyan re
xizmet dikirin, talan kirin û bi vê yekê jî heyfê ji wan hiltanîn, lê Xwedê çêtir dizane.

13 Li gor Ebdurreqîb Yûsuf ‘Durast” e, (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî Kurdîstan el-Wusta, Hoşeng
Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 142)
10
Vegirtina îbn Cuheyr ya Meyafarqîn û Cezîreya îbn ‘Umer [Cizîra Botan] û Dawiya
Dewleta Merwaniyan
Dema Fexr ed-Dewle îbn Cuheyr kurrê xwe şand Amedê ew jî çû bi ser Meyafarqînê ve girt û
heya sala 477/1084’an li ser ma. Se’d ed-Dewle û Kuhrayîn jî hatin alîkariya wî û her ku çû wî jî
hesarê li wan teng kir Rojekê sûr hat neqeb kirin û xelkê tê de sloganên (duruşme û nîşanên)
Melîkşah avêtin, hingê Fexr ed-Dewle jî kete bajêr û ew der vegirt. Wî dest danî ser pertal û
gencîneyên Merwaniyan û bi kurrê xwe Ze’im er-Ru’esa re ew ji Sulatan Melikşah re şandin, di
şewala [meha dehan ji salnameya koçî yî hîvî ye] sala 478/1085’an de ew gihîştin Esfehanê û
Fexr ed-Dewle û Kuhrayîn jî çûne Bexdadê. Wê hingê wî leşker şandibû ser Cezîriya îbn ‘Umer
jî ku dora wê bigirin. Malbateke xuyanî ya bajêr ku bi mala Benî Ruhhan dihate nasîn, li ber wan
[Merwaniyan] rabû û çû deriyê bajêr yê piçûk ku [navê wî] Neqeba Mêraniyê bû, vekir. Leşker
çûn di wir de ketin bajêr û li ser navê Sultan Melikşah ew der zeft kirin. Bi vê yekê Dawiya
dewleta Merwaniyan hat û Mensûrê kurrê Nîzamuddîn Nesr ibn Nesîr ed-Dewle li Cezîreyê xwe
avête herêma Xuzziyan. Piştre Cekermîş ew girt û di xaniyê yekî cuhû de hebis kir ta ku di sala
489/1095’an de li wir mir. Mayina hertimî bi tenê ji Xwedê re ye.

 

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.

Sıradaki içerik:

Rewşa Kurdan Di Diroka İbn Xeldun De