e
sv

Xwedanê dengê dewranekê : Keremê Seyad

avatar

Janya

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Dengê te mîna ceweke zelal
Wê bixulxule gelek – gelek sal
Derav û kanîyê serda zêdebin
Û cewê bibe çemekî mezin

Ev xetên helbestvanê meyî gelêrîyî mezin Fêrîkê Ûsiv tê bêjî rîya jîyana xudanê dengê dewranekê – bêjer û serokê beşa radyoya Ermenîstanêye kurdî, rojnamevanê emekdar, rewşanbîr û welatparêzê navdar Keremê Seyad tam tînine li ber çavan, yê ku  27-ê adara sala 2021-ê li Yêrêvanê, di 83 salîya temenê xwe da konê xwe ji nava konên çanda netewî bar kir û çû ber dilovanîya Xwedê.

Dengê Keremê Seyad – «Yêrêvan xeber dide!..», ku bêtirî 55 salan her ro diweşîya û perwez dida, bûbû sîmbola dengê kurdên Sovîyêta berê. Ewî dengî xet û sînor nas ne dikirin, ne tenê li komarên Sovîyêta berê, lê usa jî li seranserî Kurdistanê bela dibû, şabûn dikire her malekê, hêvî dikire dilê her kurdekî, ku zimanê me rûmeta me ye, agirê kuçikê ocaxa me ye, şeref û namûsa gelê me ye…

Ew dengê dewranekê heta-hetayê kete nava dîrokê, bû xewna şeva, sertaca kêlman û hikyata batinî.

Sed heyf, ku ewî dengê zîz, wê akila şîrîn îdî emê zêndî nebihên.  Bêguman, ew dengê ji bo me bibe dengê hisretê, dengê dewrana tevgerê, xwehesînê û xwenaskirinê…

Kî bû Keremê Seyad û ji çi malbetê bû?

Yazîya malbeta Keremê Seyad jî mînanî yazîya gelê me ye. Sala 1918-an, gava tirkên osmanî dikevine Qersê, malbeta kalkê wî –Xalitê Çolo jî tevî hemû êzîdîyên Serhedê ji ber zulm û zora leşkerên Roma Reş direve, berê xwe dide Ermenistanê. Cerdevanên Romê Xalitê Çolo tevî 50 zilamên êzîdîyan digirin û bi hovane dikujin. Tenê lawekî Xalitê Çolo – Seyad û çend neferên malbeta wan ji wê xezayê xilaz dibin. Ew û gelek malên ji êla sîpka xwe çemê Arpaçayê dixin, derbazî Ermenîstanê dibin û li gundê Heko (navçeya Talînê) dihêwirin, bi wê hêvîyê û gumanê, ku zûtirekê şer û dewê bisekinin û ewê dîsa vegerine gundê xwe Êngûkê, kîjan li navçeya Dîgorê ya devera Qersê va girêdayî bû.

Sala 1920-î Komara Ermenîstanêye Sovîyêtê tê damezirandinê. Di navbera Ermenîstanê û Tirkyayê da sînor tê avîtinê. Rê û dirbên berbi miskenê kal û bavan tên birînê. Lawê Xalitê Çolo – Seyad tevî çend malên pismamên xwe diçe Tbîlîsîyê. Piştî çend salan ew dîsa vedigere Ermenîstanê û li gundê Heko cîwar dibe. Û destbi jîyana nû  ya dewra Sovîyêtê dibe…

30-ê kanûna sala 1938-a hema li wî gundî, di mala Seyadê Xalit û Gula Bêmal da ewledê kurîn hate dinê. Navê wî danîn Kerem.  Der û cînar hatine çavronkayê, cansaxî dê û bavê ra xwestin, navê tifalê nûbûyî pîroz kirin, dua li wî kirin, ku ew bibe delalîyê malê, şîrinê evdan û kêrhatîyê milet. Wî ra jîyana aramî, şuret û bextê baş xwestin. Û  tê bêjî gundîya dizanibûn, ku salên bên û derbas bibin, navê Kerem, Keremê Seyad wê nava temamîya gelê me da bela bibe û bibe navekî hizkirîyî, navekî bi qedir û sîyanet.

Kerem xwendina xweye navîn di dibistana gundê Hekoye dehesale da werdigre. Salên hînbûnêye li dersxanên bilind şureta wîye rojnamevanîyê dîhar dibe. Nûçe û gotarên wîye biçûk li rojnama navçeyêye «Bolşêvîkyan droşov» («Ala bolşêvîkan») çap dibin, dû ra nivîsên wî li rojnamên Komarêye bi navên «Avangard», «Sovêtakan Hayastan» («Ermenîstana Sovîyêtîyê»), «Komûnîst» dertên, lê ji sala 1955-an da usa jî gotarên wî li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» tên çapkirinê û bi radyoya kurdî ya Ermenîstanê tên weşandinê…

 

Em li vira hinekî navbirîyê bidine jîyannîgarîya Keremê Seyad û vegerne li salên 1920-î. Gerekê bê gotinê, wekî piştî damezirandina dîwana Sovîyêtê li komarên Kavkazyayê nava jîyana gelê me da jî werguhastinên mezin dibin, bi taybetî li Komara Ermenîstanê. Sala 1926-an fîlma «Zerê» tê kişandinê, sala 1929-an bi hereketê Erebê Şemo û Îsahak Moragûlov elîfba kurdîye  bi tîpên latînî tê amadekirinê.

Li hemû gundên meye li herêma Ermenîstanê dibistanên kurdî vedibin, ders bi zimanê dayîkê tên dayînê, heyanî dersên matêmatîkayê û erdnîgarîyê jî.

Ji bo hilanîna nexwendîtîyê di nava civakên her netewekî da, di wê jimarê da usa jî nava gelê me da, xebata erhede tê kirinê.

Di destpêka adara sala 1930-î Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê biryar dike, ku rojnama kurdî biweşînin. Hema wê salê, diha rast 25-ê adarê, hejmara pêşin ya rojnama «Rya teze» bi tîpên latînî ronayî dibîne.

Sala 1931-ê li Yêrêvanê zankoya (têxnîkûma) kurdîye Kavkazyayê ya amadekirina dersdaran vedibe. Di vê zankoyê da ne tenê mamostên zimanê kurdî amade dikirin, lê usa jî karmendên dewletê, partyayê û civakê.

Dîyare, wekî di destpêka salên 1930-î usa jî bi şeweyê test heftê 5 deqan radyoya Yêrêvanê destbi xeberdanên bi zimanê kurdî dike.

Em bîr nekin bêjin, ku di dema vekirina radyoyê da (hetanî sala 1937-an) Hecîyê Cindî û xanima wî Zeyneba Îvo kar kirine. Paşê  radyo û rojnama «Rya teze» tên dadanê. Wê salê destbi têrora Stalîn dibe. Ne ku tenê zanyar, karmendên civakêye naskirî dihahtine binçavkirinê û girtinê, lê her usa jî sazî, dezgeh û ocaxên netewî dihatine dadanê. Hema wê salê jî Hecîyê Cindî, Erebê Şemo û çend wekîlên gelê me yên bijare tên girtinê.

Piştî mirina Stalîn, sala 1955-an rojnama«Rya teze» dîsa ronayî dibîne, di radyoya Ermenîstanê da beşa kurdî vedibe.

Rojnama «Rya teze» û radyoya kurdî hema di destpêka weşana xwe da di nava dîroka gelê me da bûne bûyerên mezin. Ew bûne şemdan ji bo pêşvebirina çand, ziman û wêjeya netewî.

Bawer bikî hemû helbestvan  û nivîskarên me  efirandinên xweye pêşin li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» çap kirine, yan jî bi radyoyê weşandine. Bi heqî mirov dikare bêje, ku rojnama «Rya teze» û radyoya kurdî bûne colangên çand û wejeya kurdên Sovîyêtê.

Tu bûyareke  usaye berbiçav tune bû li ser jîyana gelê me, ku di «Rya teze» da nehata çapkirinê, yan jî bi radyoyê nehata belavkirinê. Ji Hemû komaran name û nûçe dihatine «Rya teze» û beşa radyoya kurdî. Ew rast bûbûne navendên netewîye çandî. Zanyar, nivîskar, karmendên dewletê, dersdar û gundîyên sade dihatine wan ocaxên me. Emekê «Rya teze» û radyoya kurdîye Yêrêvanê di warê amedekirina kadrên netewî da bê hed û hesabe.

Di dema vekirina radyoyê (ji sala 1955-an heyanî sala 1957-an) Casimê Celîl dibe berpirsyar, di destpêkê da Ordîxanê Celîl û Nûrê Polatova  demekê wek bêjer-spîkêr kar dikin, lê dû ra Eznîva Reşîd dibe bêjer, ya ku 27 salan karê xwe bi serfirazî didomîne. Wan salan gelek stiran, miqamên gelêrî tên qeydkirinê û bingeha dengxana radyoyê tê danînê. Ji sala 1957-an heyanî sala 1981-ê (24 salan li ser hev) Xelîlê Çaçan Mûradov dibe berpirsyarê sereke yê beşa radyoya Ermenîstanêye kurdî. Bi serokatîya Xelîl Mûradov di nava wan salan da bêtirî 1500 stran û miqamên gelêrî tên qeydkirinê, ji 40-î zêdetir  radyokompozîsya tên nivîsarê, îdî em behsa gotar û nûçe, hevpeyvîn û gotebêjan nakin, jimara kîjanan bi dehan hezaran derbaztir dibe.

 

Niha em dîsa vegerine li ser jîyannîgarîya Keremê Seyad.

Sala 1960-î serokê radyoya Ermenîstanê yê beşa kurdî Xelîl Mûradov Kerem wek rojnamevanê xweyşuret vexwendî radyoyê dike û hildide li ser xebatê. Berî wî çaxî dengkirina bi radyoya kurdî rojê nîv sehet bû. Eznîva Reşîd û Emerîkê Serdar jî bêjer bûn. Sala 1958-an Mustefa Barzanî tê Ermenîstanê. Ew li ber serokatîya Komara Ermenîstanê û li Moskvayê jî li ber berpirsyarên Komîtêya Navendî ya partya komûnîstên Yekîtîya Sovîyêtê pirsê pêşda dikişîne, ku dema xeberdanên radyoya me zêde bikin û goveka pêlên wêye weşanê  jî fireh bikin, da ku li Kurdistanê jî bikaribin radyoyê guhdarkin. Zûtirekê dema xeberdanên radyoyê zêde dikin, ji nîv sehetê dikine sehet û nîvekê. Lema jî meha nîsana sala 1961-ê di beşa radyoya kurdî da 12 karmendên nû tên hildanê. Wê demê bêjer tenê Eznîva Reşîd bû. Biryar tê girtinê, ku du spîkêrên mêr jî hildine li ser kar. Ji bo wê yekê komîsyona konkûrsa (pêşbirka) bêjer-spîkêra tê avakirinê. Di pêşbirkê da ji 26 kesan Keremê Seyad û Sîdarê Emîn derbas dibin. Salekê şûnda li radyoyê Sêvaza Evdo jî wek bêjer tê qebûlkirinê. Li ser hev bêjer dibine çar: du jin û dudu jî mêr. Lê Sîdarê Emîn dirêj naxebite, ew ji radyoyê derdikve û diçe li ser karekî mayîn.  Bi wî awayî Keremê Seyad tenê dimîne. Ewî him tevî Eznîva Reşîd û him jî tevî Sêvaza Evdo deng û behs, gotar û nûçe raberî guhdaran dikirin. Karê spîkêryêra tevayî Keremê Seyad xebata wergêrê jî dikir, gotar û rêportaj jî dinvîsîn. Şureta wî ya di warê amadekirina radyokompozîsya da jî pirr bû. Ewî gelek caran di radyokompozîsya da dilqê mêrxasan qedandîye, yan jî ji navê xudan deng kirye. Bawer bikî Xelîl Mûradov berpirsyarî wan hemû radkompozîsya dikir, yên ku heyanî roja îroyîn jî bi hewaskarî tên bihîstinê. Bî wî şêweyî Keremê Seyad bû spîkêrê dereca bilind, dengê kîjanî her kurdekî ra bû nas.

Gelekî balkêşe, gava spîkêrê radyoya Moskvayê, yê di cîhanê da naskirî Yûrî Lêvîtan sala 1977-an tê Yêrêvanê, ew tevî spîkêrên radyoya Ermenîstanê sêmînarê derbas dike. Lêvîtan dengê Keremê Seyad bilind qîmet dike û karta xwe ya vexwendinê dîyarî wî dike.

Li destpêka salên 1980-î du spîkêrên din jî tên beşa radyoya kurdî: Gulîzera Casim û Lûsîka Huseyn. Akila wana jî gelekî şîrîn û xweş bû.

Piştî wefatbûna Xelîl Mûradov sala 1981-ê serokatîya radyoya Ermenîstanê karmendê emekdar Ahmedê Gogê wek berpirsyarê sereke  yê beşa kurdî  destnîşan dike. Ew heyanî sala 1992-an kar dike. Paşî wê yekê, gava Ahmedê Gogê diçe ber dilovanîya Xwedê, Keremê Seyad dibe berpirsyarê sereke. Di nava dîroka radyoya kurdî da ew salên gelekî dijwar û çetin bûn.

Dîhare, ku piştî hilweşbûna Sovîyêtê rewşa radyoya me yekcar xirab dibe. Di dema xwe da ew rojê du caran (sehetekê û niv sehetî) diweşya, lê paşê rojê bû nîv sehet.  Çima? Ji ber ku dû jevberdana Yekîtiya Sovîytê ra halê aborî li Ermenîstanê zef çetin bû. Gelên komarê ketine nava rewşeke pirr giran û rîya penaberîyê dane pêşîya xwe. Gelek rewşanbîrên kurd ji Ermenîstanê derketin, di wê jimarê da karmendên radyoya kurdî jî berê xwe dane welatên dereke. Ji 12 karmendên radyoyê tenê Keremê Seyad ma. Kesên tercme bikirana tune bûn. Kesên nûçe û gotar binvîsyana tune bûn. Kerem him bû wergêrvan, him bû gotervan, him jî spîkêr.

Rojekê berrpirsyarekî radoya Ermenîstanêye civakî – serokê beşên xeberdanên bona welatên der Vladîk Zadayan gazî Keremê Seyad dike û dibêjê, ku ew tenê maye, divê beşa radyoyê ya kurdî bê dadinê.

Keremê Seyad dijî vê biryarê dertê û dibêje, ku van rojên nêzîk ewê karmendan peyda bike. Piştî çendekê ew law û keça xwe – Tîtal û Leylê, her usa jî karmenda berê  Gulîzera Memê tîne radyoyê û hildide li ser kar. Bi wî awayî, bi saya hereketê Keremê Seyad  radyoya kurdî ya Ermenîstanê nehate dadanê. Eva emekê Keremê Seyad yê herî mezine. Kê li dewsa Keremê Seyad bûya, wê bihîşta û biçûya Rûsyayê li bal bira û pismamên xwe. Wana bona malbata Keremê Seyad derfet û mecalên baş amade kiribûn û gazî wî dikirin. Lê Keremê Seyad neçû, ewî dest ji radyoyê nekişand. Tevî Tîtal û Leylê ewî wan salên giran destbi amadekarina bernamên bi taybet kir. Xasma ev bername hêjayî guhdarîyê û begemîyêne: «Zimanê teyî dê», «Xerîbê xwe digerin», «Serhildanên kurdan», «Rasthatin û bîranîn», «Pêncşema edebîyetê» û yên mayîn. Bi saya van bernaman di navbera radyoyê û guhdaran da pira berê dîsa qewîn û mihkem bû.  Bi taybetî gotebêjên bi têlêfonê, yên bi awayê zindî hewaskar û balkêş bûn. Zenglên telefonê çawa ji Ermenîstanê, Gurcistanê û welatên Ewropayê, usa jî ji herçar parçeyên Kurdistanê dihatin. Ew hemû qise  bi radyoyê diweşyan. Di wî warî da ji 12 beşên radyoya Ermenîstanê beşa kurdî ya here pêş bû. Eva yeka ji aliyê serokatîya radyoya Ermenîstanêye civakî da bilind hate nirxandinê.

Keremê Seyad wek berpirsyarê radyoya kurdî heyanî sala 2016-an kar kir. Lê ji wê salê heyanî roja îroyîn Tîtalê Kerem wî karê sîyanet didomîne.

Keremê Seyad xebata radyoyê ra tevayî pênc salan di rojnama «Riya teze» da wek korêktor kar kiriye û xêncî wê bûye korêktorê bi dehan pirtûkên kurdî jî.

Keda Keremê Seyade 50 salan ya li beşa radyoya Ermenîstanêye kurdî  ji hêla Serokkomarê Ermenîstanê û serokatîya radyoya Ermenîstanê va bilind hatiye qîmetkirinê. Ew layiqî xelata «Qelema zêrîn» û sîyanetnaman bûye.

Sala 2006-an Keremê Seyad ji alîyê Serokkomarê Ermenîstanê da bi mêdala zêrîn hatiye rewakirinê û hêjayî navê rojnamevanê Ermenîstanêyî emekdar bûye.

Dengê Keremê Seyad her ro li Kurdistanê belav dibû, lê ewî bi xwe Kurdistan nedîtibû û herdem bi hisret benda wê rojê bû, ku armanca wî mîyaser bibe. Sala 2002-an serokatîya Herêma Kurdistanê wî vexwendî dike û ew diçe Kurdistana Başûr. Kurdistan ûsa li ber çavê wî xweş û şîrîn bû, tê bêjî ew hatbû çikilê buhuştê. Ew li her deran gerîya, rastî gelek rewşanbîr û sîyasetmedarên navdar hat. Lê berî vegera li Ermenîstanê ew çû li ser mexberê Mustefa Barzanî, bejina xwe li ber tirba wî tewand û rehma Xwedê wîra xwest.Wê demê tê bêjî ew roja sala 1958-an hate bîra wî, gava Barzanî hatibû gundê wî Heko, gava mala pismamê wî Kotê Şîrin da gire-girên kurdên Ermenîstanê li dora mêvanê hizkirî civîya bûn, gava pirsên pêşvebirina çand, ziman û wejeya netewî raber dikirin… Û kê dizanibû, ku bi saya hereketê Barzanîyê nemir wê dema radyoxeberdanên kurdî zêde bikin û Keremê Seyad jî wê bê û di wê radyoyê da bêtirî 55 salan kar bike…

 

Belê, dengê Keremê Seyad – «Yêrêvan xeber dide!..», ku bêtirî 55 salan her roj diweşîya û perwez dida, bûbû sîmbola dengê kurdên Sovîyêta berê. Ewî dengî xet û sînor nas ne dikirin, ne tenê li komarên Sovîyêta berê, lê usa jî li seranserî Kurdistanê belav dibû, şabûn dikire her malekê, hêvî dikire dilê her kurdekî, ku zimanê me rûmeta me ye, agirê kuçikê ocaxa me ye, şeref û namûsa gelê me ye!

Ku îro be yan sibê be, welatê me wê çê be!

Ew dengê dewranekê heta-hetayê kete nava dîrokê, bû xewna şeva, sertaca kêlman û hikyata batinî.

Sed heyf, ku ewî dengê zîz, wê akila şîrîn îdî emê zêndî nebihên.  Bêguman, ew dengê ji bo me bibe dengê hisretê, dengê dewrana tevgerê, xwehesînê û xwenaskirinê…

Prîskê Mihoyî (
Rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê – Rûsya) – Avestakurd

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.
okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Xwedanê dengê dewranekê : Keremê Seyad