e
sv

Girîngiya Şano û Dîroka Wê Li Kurdistanê / Beşîrê Mele Newaf

avatar

Janya

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Bêguman diyardeya hunerî, hêzdartirîn diyarde ye ku bandora xwe li derûniya mirov dide û şopeke ji nirxan li giyanê wî vedide.Yek ji van huneran Dirama ye, bi hemû cureyên xwe, bi teybetî hunera şano di kûrahiya xwe de hunereke hevtemam e, weke bavê tevaya huneran tê nasîn, ji ber pir cureyên huner û wêjeyê di bin baskê wê de cih digrin mîna dîlan, muzîk, resim û her cureyên helbest û pexşanê û zimanê bedenê, ji bo diyarkirina kesayetyên di çîroka deqa şano de ji hersê kûrahiyan ve ji temaşevanan re baş were ronîkirin. Girîngiya şano û peywera wê di vê xalê de pir zirav e, yekser li hemberî temaşevanan e û bi wan re dibe yek di hizirandin û bûyerên tên qalkirin de, ya ku bala desthilatdaryên Yûnana kevin kişand, ev xal bi xwe bû, ku şano xistin xizmeta pir tiştan û şanogehên mezin avakirin, da karibin yekser mijar û baweryên gerekî serdem û rojavê li gel milet bikin cihê balkişîn û nîqaşê. “Şano, di sadetirîn teşeyên xwe de, berî her tiştî çalakiyeke hunerî ye, mirov bi kar aniye ji bo dûbarekirina afrandina jiyanê bi rêbazên têvil” Ev huner ji serdem û qonaxên kevin ve bi mirovahiyê re bûye heval, her wiha bi geşpêdanên civakê re jî li pêş ketiye.

Li gel  ku ev huner, derencamên pêvajoyeke dûrûdirêj e û di gelek qonaxên dîrokî û guhertinên mezin ên civakî re derbas bûye jî, lê hîn di resenya xwe ya bingehîn de, xudan çarçoveyeke diramatîkî ye. ji qonnaxa Yûnana kevin, Romanî, serdema kenîsê(sedsalên navîn)û qonaxa Klasîk, romantîkî û riyalîst..Şano bi giştî li ser heman rêgezên xwe yên bingehîn şipya maye, weke girîngiya tekestê ji hêla hizir, mijar û kesayetiyê ve di rengdêriya morfolgî, sosyolgî û saykologî de, her weha ji hêla guftûgo û şêwazê bikaranîna zimên ve jî. Ev weke hêmanên sereke di çêkirina çîroka şanoyê de ne.

Weke tê nasîn ku deq tenê di nava pelikên pirtûkan de veşartî bimîne û nekeve projedariyê wek piyes, li ser dik û holeke şanogehê li hemberî temaşevanan li dar nekeve, navê şano û şanogeriyê hilnagire û dimîne deqeke wêjeyî nîvco.

Li gel hêmanên avakirian deqa şano ji bal daner û helbestvanan, ku çîroka şano li ser hatiye avakirin were zarîvekirin û zindî bibe, ev proje gerekdarî hin rêgezan e, ji hebûna şanogehê û temaşevanan bigre heya lîstikvanên bi rola kesayetan radibin, her wiha derhiner weke endazyarê avakerê piyesê ye di peydakirina her alavên alîkar ji bo şano mîna cilûberg, ronahî, muzîk, dîkor û eksêswarên li gor deqa şanoyê..

-Ji bo ku em karibin pariyek ji ronahiyê bavêjin ser hunera şano û serdema derbasbûna wê ji bo Rojhilata Navîn û di nav de Kurdistan, hêja ye ku em hinekî bi lez be jî em li ser qonax û zayîna vê hunerê rawistin. li gor şopîner û kesên têkildarî dîroka zayîna şano ya ku li devera Grîkan ber girtî, tê gotin ku tov û hizrên pêşî ji Mezopotamya û Misra kevin hatiye. Lê weke dukument û tekest û şanogehên dêrîn ji serdema Grîkan mane. Diyar dibe ku şano weke bi hêman û piyes li gel Yûnana kevin bi gewde bûye. Bi taybetî di serdema zêrîn ji sedsala pênacan bi serkêşiya hersê helbestvanên trajîdya: Asxîlos, Sofoklîs û Yorpîdîs ku li ser wan  feylesûfê bi nav û deng Arstos Têlos di pirtûka xwe ya navdar de “Hunera Helbestê”qala wan kiriye, bi dehan deqên hêja heya roja îro ji bo şano û şanogeriyê li asta herî jorîn û li gelek zanîngehan tên xwendin.

-Piştî mirina Iskenderî, extîra Girîkan rojbiroj melûl bû, li şûna wan Romanî derketin pêş, ji her hêlê de welat û dever dane ber xwe û zana û kesên jîrek berê xwe dane Romayê. Di vê qonaxê de hunera Yûnanî jî derbasî Romayê bû, bi herdu cureyên xwe trajîdî û komîdî li gel pêşketina cureyekî din ji şanogeriya bê guftûgo ya bi zimanê bedenê kete rojeva lîstikên romaniyan a bi navê “Pantomine”. Bi derbasbûna împeretoriya Romayê ji bo ola xirîstanî, pir guhertin di binçîneyên civaka roma de rûdan û  yek ji wan hunera Şano bû,  ji hêla dêrê ve mîna gunehekî hate dîtin û nefert lê barandin, şanogeh û kesên têkildarî hunera wê ketin ber talan û wêrankirinê. Vê rewşê demeke dirêj heya serdemên dawî ji sedsalên navîn, domand. Hin kesan careke din şanogeh çak kirin û hunera şano xistin xizmeta berzekirina xirîstaniyê, pesn û jiyana hezretî Îsa û şagirtên wî kirin mijarên şanoyên xwe. Ev şêwaz di vî teşeyî de ma, heya sedsala pazdehan, careke din di bin navê klasîkiyan wêjevan û hezkiryê vê hunerê ji  Ingilîz û Firansiyan hewil dan ku şanoya Yûnanê bixin rojeva nîqaşê, û li ser hersê  rêgezên Arsto (yek dem yek cih û mijar)û sipartî zargotin û efsaneyên xwe şêwazê dêrê paşguh kirin. Di bin fişarên pêngava aqilmendiyê de tevgera kilasîkiyan li tevaya Ewrupayê berfireh bû.

Di vê qonaxê de nivîskarên mîna Admone, Şêkispîr, Rasîn û Dîdro..hunera Şano cihekî taybet di jiyana xelkên Ewrupî de girt. Piştî qonaxa Aqilane û di dawiya sedsal 18an de, taybet li Firansayê pêngava Romansiyan kete rojeva mijar û piyesên şanoyê, dîwarê navbera tirajîdya û komîdya di vê dibistanê de hate hilanîn. Li ser esasê ku şano têkldarî jiyana mirovî, giyanî û derûnî ye ku bi rêbazên kilasîkiyan û pîvanên wan ên zor, negengaz e ku ev kûrahî were ronîkirin. Ev rêbaz weke derencama şerên serdema Napilyon bû, ev rêgez heya nîvê sedsala 19an berdewam kir, bû sedema qutbirîneke wêjeyî ji xem û derdên civakê ya ku di bin mijarên nîgaşên derûnî û xeyalên dûrî rastiyan, li hemberî romansyan dengê Rêgeza Riyalîstan bilind bû, ser esasê ku wêje wêneyên jiyana rasteqîneyî yên civaka êşdar e,  ji bo çîna navîn û kedkar bêyî çîna arstkratî. Ji vê rêgezê pir şax derketin.

-Hatina hunera şano ji bo devera Rohilat û kurdistanê:

Bi hatina dagirkeran li devera Rojhilat, ev huner bi wan re derbasî deverê bû, di wê qonaxê de neteweyên Rohilat li gor asta wan a çandî, siyasî, civakî û hevdemê wan bi dewletên roavayî re têkldarî vê hunerê bûn, ku ev huner ji name û wateyên neteweyî hilgirtî ne.. Di dema ku piraniya neteweyan xwedan derfet û mercên barkirina vê hunerê bûn. Weke tê nasîn ku yek ji regezên şano hebûna Şanogeh û temaşevanan e, ev şert ji bo gelê kurd  ji ber sedemên tunebûna statûyek neteweyî ya kurdî ne mumkin bû. ji bo ku ev pirsa “şanoya kurdî” were nirxandin, negengaz e bêyî bîrxistina pirsa dagirkirina çanda kurdî ku mere karibe lêkolînan li ser “şanoya kurdî” li her çar parçeyên kurdistanê û soviyeta berê û penaberiyê bike.Weke piraniya zanayên têkildarî vê hunerê ku dibêjin: “tekesta şano tenê têr nake navê şanoya neteweyî yaxod şanogerî were lê kirin, bêyî lidarxistina piyesê bi temamiya rêgezên wê ve”.

Weke hatiye pejirandin ku yekemîn deqa şanoya kurdî ya bi navê “Memê Alan” ya niviskarê kurd Evdirehîm Hekarî (1890-1950) di du jimarên  kovara jîn de di 10 Avdara  sala 1919an de hatibû weşandin.

-Peyva şano ji zimanê Îtalî “scene” an”şênno”derbasî nav qada hunera şanogeriyê bûye. Di destpêka sedsala 20î de li Istanbolê, û kurdan jî li devera Soran bi kar aniye ku berya wê peyva Tiyatro ya ji zimanê Yûnanî bi kar dihat, bi taybetî li Tirkiyê û li Kurdistanê.

Di sala 1959an de di kovara Hetaw de ev navlêkirin hatiye weşandin.

Hin wêneyên di pêşandanê de mîna şanoyên li Kurdistanê, ku ne tenê li gel kurdan ev diyardeyên hin rêgezên şano di wan de hebûn  li Rohilatê û heya nîvê sedsala 20 li gelek deveran di bone û cejnan de dihatin temaşekirin, mîna pêşbirkên cirîda hespan, navtêdan, paleyî, stran û dîlanên taybet û qalkirina pêkenokan dihatin gotin, weke Bûka Baranê Qirdikê serêsalê….

-Palûtê Feqan û şevbuhêrkên wan

– Surra sofî û mirîdên terîqetan bi qesîdeyan re.

-Çîrokbêjî û stranên şeran li ode û çayxaneyan.

Ev diyardeyên me anîn ziman ji bo xelkê devera me şûna şanoya Yûnanî, Romanî û Ewrupyan digirtin. Ji xwe dema em li dîroka şanoya Yûnanî vedigerin,  em dibînin ku bingeha şanoya wan ji dîlan û sirûdên mirîdên Zyonîsyos zaye.

-Qonaxên Şanoya kurdî:

 

Ji destpêka ketina împeratoriya Osmaniyan, hêviyên pêşengên kurdan jî mezin dibûn ku karibin destpêka sedsala 20 bikin serdema pêşketina civaka kurdî. Bi peymana Lozanê re her hêviyên kurdan pûç bûn.

Ew nifşên dildarê doza kurdî û rewşenbîrên kurd û bi taybetî di serdema contirkan de, derbider bûn, ên mîna Evdirehîm Hekarî, Memdûh Selîm Beg, Hemze Begê Muskî. Ne tenê ji bo pêşngê kurdên Bakurê Kurdistanê, lê ji Başûr jî yên mîna Mihemed Emî Beg(1880-1948) – Refîq Hilmî(1898-1960) – Ismaîl Baban (1876-1913) – Hecî Tofîq “pîremêrd” (1867-1950) ji Istanbolê vegeriyan Başûrê kurdistanê.

-Ji bo dildarê pirsa hunera şano, rewşa şano û şanogeriyê binase, incex di metin û piyesên weke berhmên di der barê şanogeriyê de bibîne, heger em ji destpêka şanoya kurdî sala 1919an ve wek yekmîn deqa şano ji bal Hekarî bigrin dest, ta salên 1990î li gor lêkolîner û şopandin û berhevkirina piyes û deqên di vê qonaxê de hatin pêşkêşkirin, wê rewşa şano û li her çar parçeyên Kurdistanê û li Sovyeta berê  were ronîkirin. Di pirtûka bi navê Dîroka Şanoya kurdî ya ji amedekariya Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu e, di der barê qonaxa me bibîrxistî de li dor 350 metin û piyese hatine pêşkêşkirin ji nivîskar û komên kurdî, ji tevaya Kurdistan û Sovyeta berê jî.

-Ji 350 metin û şanîdanan li dor 70 deqên ji zimanê Inglîzî, Firansî, Rûsî Erebî û Tirkî hatine wergerandin ji bo zimanê kurdî.

-Ji 350 metin û pêşandanan li dor 26 deq û piyes ji bal kurdên sovyeta berê hatine şanîdan, li Elegozê ,Tiblîsê û festîvalên şanoyê li Komar û navçeyên Sovyetê.

-Ji 350 metin û şanîdanan ji hêla Rohilatê Kurdistanê nêzî 4 piyesan hene.

-Ji 350 metnî weke deq  ji Bakurê Kurdistanê 3 deq hene.

-Ji 350 metinî li Roavayê Kurdistanê tenê yek deq ji hêla Celadet Bedirxan ve bi navê “Hevind”di hejmara 20 de li kovara Hawarê hatiye weşandin.

-Ji wan 350 metin û piyesan, li dor 10 caran di wê qonaxê de piyesên li ser Newroz û Kawayê Hesinkar pêşkêş bûne. Bi dehan ji şanoyên binirx û navdar ên cîhanî ji berhmên Şikispîr, Hogo, Molyêr, Gorkî, Ezîz Nesîn û Tewfiq Hekîm..jî hatine lîstin.

-Li gor şopandina li jor, diyar dibe ku di pêvajoya 70 salî de li Başûrê Kurdistanê devera ku hinekî şert û mrcên  pêşketina şanogeriyê lê guncaw bû, li dor 300 metin û şanîdanan li dar ketiye, li bajarên serke Hewlêr, Silêmaniyê, Kerkûk, Dihok û Ekrayê. Ew atmosfer, Ji bo wêje û çanda neteweyî pêngaveke ciwan li pêşket, ku di wê qonaxê de dewleta Îraqê teze dihate avakirin, asta çandî li Başûrê Kurdistanê kete ber ciwankariyê û ji bo hunera şano jî rewşeke erênî li dar ket. Yekemîn nivîskarê di der barê şanoyê de li Başûrê Kurdistanê Pîremêrd e ku gotarên li ser şano û rexneya şano nivîsandin.

-Şanoya Kurdî Li Sovyeta Berê:

 

Serkeftina Şoreşa Oktoberê, şewqa xwe ya wêje û hunerê avête tevaya komarên di bin sîwana sovyetê de, yek ji wan Ermenistan e ku hebûna kurdan li wir, ji vê hêlê de sûdeke berbiçav girt, ji hêla ziman, huner û zargotina kurdî ve, bi taybetî bi alîkariya wêjevan û zimanzanê Ermenî Lazo (Hakop Kazeryan) di wê serdemê de hewildanên nivîsîna senaryoya şanoyê hate kirin. Di sala 1920 de yekemîn koma şano ji bal nivîskarê kurd Ehmedê Mîrzayî (1899-1961) ve hate damezrandin û yekemîn piyes wî bi navê“Zemanê çûyî”li Tiblîsê hate pêşandan. Di pêvajoya heftê salî de pir piyese bi mijarên curbecur ji bal nîvîskarên kurd ên mîna Haciyê Cindî (1908-1990), Emînê Evdal(1906-1964), Ûsivê Beko(1909-1969)Siyabendê Siyabendov(1909-1998), Nado Mahmûdov(1907-1991), Aramê Çeçan(1908-1993)  li komarên Sovyeta berê û li mehrecanan hin piyesên kurdî hatin pêşkêşkirin. Bi ketina sîstema Sovyeta berê piştgiriya madî ji ser kom û tevgerên şanogeriya kurdî hatin birîn, loma bandoreke neyênî lê hate kirin.

-Şanoya Kurdî Li Rojhilatê Kurdistanê:

Li gor şopandina pirsa şanogeriyê li Rohilatê Kurdistanê tu berhemên berbiçav nayêne dîtin, ji bilî piyesa bi navê “Dayika Niştiman” sala 1944an hatibû pêşkêşkirin û ji wê û şûn de, ji hilweşandina komara Mehebadê ve şanogerî  nekete rojeva wêje û hunera kurdî li Rohilat.”Piştî salên 1974 an hin komên şanoyê li bajarê Sine, Bokan û Mêrîwanê tên damezrandin”komek bi navê (koma lawan) sala 1999 tê damezrandin û yekemîn şanoya bi kurdî bi navê “Mangirtin”ya Cafer Elî ku Fazil Ferşî ji zimanê erebî wegerand û amade kir û li Bokanê pêşkêş kir. li gel mihrecanên ku li Seqizê dihatin lidarxistin bi vexwendina komên ji piraniya parêzgehan û ji parçeyên Kuristanê jî dihatin vexwendin.

-Şanoya kurdî Li Bakurê Kurdistanê:

 

Li Bakurê Kurdistanê, weke hatiye zelalkirin ku nivîskarê kurd Evdilrehîmê Hekarî yekmîn nivîskarê deqa şano ye, bi metna bi navê” Memê Alan” ya di qalikê tirajîdya şanoya Yûnanî de hatiye hûnandin weke destpêka pêngava şanoya kurdî tê hesêb, heya sala 1965an ji hêla nivîsê û ji hêla lîstikê ve ji ber rewşa siyasî ya xerab û penaberiya serhildêr û rewşenbîrên kurd pirsa çandî û hunerî jî kete ber qirkirinê, tenê du deqên şano yek ji bal şehîd Mûsa Enter, bi navê “Birîn reş” û ya din di sala 1978an ji bal Kemal Burkay bi navê”Dawiya Dehaq”.

Piştî vê qonaxê, yekmîn car ku şanoya kurdî li Bakurê Kurdistanê hate piyesdanê sala 1991ê, ji hêla NÇM(Navenda Çanda Mozopotamiya) ve bi navê “Mişko”li metrepolan û bajarên kurdan navend û holekeyên şanogeriyê li pêş ketin, bi taybetî li Amedê ku di bi navê xelata Evdirihîm Hekarî pêşbirka metnê şano ji sala 2011an ta 2016an, xelat dihatin dayîn ji hêla şaredariya bajarê mezin ve, bi dehan deqên bijare hatin çapkirin, ji ber hêrîşên “Qeyûman” navend û holekên şanoyên kurdî li Amed û Batmanê hatin girtin.

-Şanoya kurdî Li Rojavayê kurdistan:

 

Ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê hunera şano ji tevaya neteweyên Rohilatê û bi taybetî ji bo miletên misilman re hunereke ne cihê dilxweşiyê bû, û kesên têkilî vê hunerê jî bi nerîneke nizim dihatin nirxandin. Tiştên ku şûna vê hunerê weke dirama digirt û civaka kurdan xwe ji hêla giyanî ve têr dikir ew stranên şeran, destan û çîrokên gelêrî bûn.

Bi hatina dagirkerên Feransawî û ingilîzî re, ev huner bi wan re kete rojeva wêjeya miletên Rohilata Navîn de, li Misrê, Sûriyeyê û Libnanê…Ji wê demê heya roja îro hersê netweyên ku ji peymana Saykis Pîko ve Kurdistan kete bin desthilatdariya wan, ji her hêlên çandî û folklorî ve kurd çewisandin û derfetên gerekî pêşketina hunera şano û şanogeriyê jî ji destê wan hate girtin. Li gorî xwendin û lêkolîna ku me li jor anî zimên ku rêjeya deq û piyesên li Başûrê Kurdistanê ji hersê parçeyên Kurdistanê bêtir û pêşketîtir bû, ji ber sedema rewşa siyasî û asayî di der barê pirsa nasîna neteweya kurd de, ev newekhevî li ber çavan e, li gel kêm jimara kurdên Sovyeta berê jî em dibînin ku ji hêla şanogeriyê ve gaveke ciwan hate destpêkirin, ji ber şert û mercên siyasî û civakî. Di qonaxa pêşî ji tevgera şanogeriyê tiştekî navê wê şano li Rojavayê Kurdistanê nehatiye dîtin ji bilî deqeke sêwî, ji bal Celadet Bedirxan ve bi navê”Hevend” di hijmara 20an a kovara Hawarê de hatiye weşandin.

Ji bo pirsa şano û şanogeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê heya salên 1980î diyardeya şanogeriyê li Rojavayê Kurdistanê bi şêweyekî eşkre diyar nebû ye, yan jî belgeyên tomarkirî ji bo ronîkirina vê pirsê nehatine danîn, ne ji hêla deqan û ne ji hêla piyesdanê, Di pêvajoya xwedîderketina gelê kurd li pîrozbahî û ahengên cejna Newrozê diyardeya wek şanogeriyê li ser dik û qadên ahengên Newrozê ketin rojeva zarîvekirina lîstikvanyê de, ji bal komên  partiyên kurdan hatibûn damizrandin di çarçoveya piropogendan û mijarên pir sade ji hêla avekirina rêgezên şano û derhineriyê ve weke şanoyên ku di sedsala şeşan de beriya zayînê, li Yûnana kevin li çol û gundan dihatin pêşkêşkirin.

Ev di sala 1981ê de ku yekemîn car miletê kurd dîwarê tirsê rakir û dakete qadan cejna Newrozê pîroz kir, bi darxistina progiramên ji stran, helbest, dîlan û lîstikên weke şanogeriyê, heman tişt li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê û metrepolan dibû,tenê ev piyesana ji bo roja Newrozê hin derfet hebûn, li gel fişar û astengiyên ji bal istixbarata rêjîma sûriyeyê, komên taybet ji bo ahengê di tarî û quncikan de provayên xwe amede dikirin, hin hewildan di veşarê de, piyese dihatin tomarkirin bê temaşevan ji bo ekranên televîzyonan. Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê derfetin zêrîn derketin ji hêla bikaranîna Şanogehan û serbestbûna civakê di temaşekirina Şanoyan de, ji Efrînê heya Dêrikê yekemîn car ku kurdan li ser dik û holekên şanogehan lîstikvanên kurd li hemberî bîneran zîndî hev dîtin. li kantona Efrînê ji sala 2014an di heyva nehan de, bi navê mehrecana Mîtan a pêşbirka şanoyan li bajarê Efrîn li dar ket.

Her wiha bi damezrandina Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê bi biryara desteya Çandê ya kantona cezîrê,  ji bo vestîvala şanoya kurdî, roja 27 heyva adarê roja şanoya cîhanî hate destnîşankirin, hem jî bi boneya şehdeta Yekta  Herekol şanogerên kurd ên ku di heman rojê de li Helebê, li qada Saedela Elcabirî bi agirî Şanoyeke zindî li dar xist bi armanca şermezarkirina bêdengiya ku rûda li ser dîlkirina birêz Ocelan ew roja 27-3-1999an yekemîn mehercan di sala 2015an li dar ket, bi beşdariya komên şano li navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo. Di piyasdana şanoyên pênc mehrecanan de, ji hêla taybetmendiyên şano û şanogeriyê weke pêngava dergeh vekirinê, ji bo şanoya kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin bi derhênerî û lîstikvanî û deqên kurdî û wergerandî ji şanoyên cîhanî.

 

Çavkanî:

-(Hinera helbestê) Arstos têlos,wergera D.Brahîm Hendan.

-(Fecir Elmesreh)Edwr Elerat,Dar Elheqîqa Beyrût

-(Dîroka şanoya kurdî)ji Amedekarya,Çetoyê zêdo   û YvuzAkkuzu

-(Kovara Kazînar)hijmara 16/sala 2018 ji gotara Metnê şanoya kurdî,nivîsa Çetoyê Zêdo

-(Durûret elfen)Arnst Fîşer,wergera Esed Helîm.

-(qîreat we temulat filmesrh elixrîqî)Cemal Nesîf eltekrîtî.

-(Yeqzet elkurde)Cicîs Fethula,dar Asras .

ــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Beşîrê Mele Newaf Kî Ye

Nivîskar û Mamosteyê waneya Şanoyê ye di beşê ziman û wêjeya Kurdî de li Zanîngeha Rojava, di sala 1956’an de li bajarê Amûdê hatiye dinyayê. Di aliyê wêjeyê de nivîsandina Helbest û Şano dike. di mihrîcanên şanoyê ew bi tekst û deqên xwe beşdar dibe. Û çend  xelat ji hêla tekst wergirt.

Girîngiya Şano û Dîroka Wê Li Kurdistanê / Beşîrê Mele Newaf – Kovara Şermola

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.
okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Girîngiya Şano û Dîroka Wê Li Kurdistanê / Beşîrê Mele Newaf