e
sv

Çîrokên Kurdî Derbê ya 12 Îlonê / Nezirê Cibo

avatar

Janya

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Bi milyona pirtûk dan hev. Bi dehan fîlm qedexekirin, bi hezaran rewşenbîr, sîyasetmendar û xort girtin, xistin bin işkenceyên ne dîtî.

Gelek ji wan, ji işkencên hovane ne filîtîn û cardin ruyê rojê ne dîtîn. Tenê li zindana Diyarbekîr di encama işkenceyên derbekerên 12 îlonê û piyonên wan 53 kes jiyana xwe ji dest dan. Yên ku sax derketin jî ya seqet man yan dîn bûn yan travmayên rûhî derbas kirin û bi mihan bi salan tedawî dîtîn.

Îro li ser wan hovîtîyan, qedexekirina pirtûk û fîlman, valakirina sikakan û tije kirina zindanan re 29 sal bûrîn. Niha ew pirtûk û film ne qedexene. Elbet ev buyêr, ev wahşetên ne dîtî dê bihatana nivîsandin. Bi tesîra derbê demekê, nivîskar ,sînemavan û rewşenbîr bêdeng man. Lê dûre hişên wan hat serê wan û dilê xwe vekirin, qelemên xwe şixulandin gelek behrem afirandin.

Her çiqas wekî tesîra derbê ya li ser civakê û sîyasetê ne bî bandor jî be 12 îlonê di wêje û sînemaya kurd û tirkan de tesîrek hişt. Ev tesîr bi piranî wekî pêşberîbûn û hesap dîtînê derket holê. Mînakên vê pêşberîbûn û hesap dîtînê her çiqas ne zêdebin jî, ji tinebûnê çêtire.

Me li jêr hinek ji fîlm û pirtûkên ku di derheqa derbeya 12 Îlonê de hatine amadekirin berhev kir. Di be ku di vê lîstê de kêmsî hebin. Eger hun xwendevanên hêja, bi xazin van kemasiyan rakin û li ser vê listê zêdebûn bikin, navê berhemê û naveroka wê de agahdari kin ji mere bişînin. Emê bi arikariya we kêf xweş bibin.

Romenên ku li ser 12 Îlonê hatine nivîsandin:

Esat, Polat û Azat: Pirtûk ji terefî Mesut Baştürk ve hatiye nivîsandin. Tiştên ku di zindana Diyarbekirde qewîmîne bi formata romanê hatiye nivîsandin. Roman ji teqawît bûna komitanê zindanê Esat Oktay Yıldıran bigra heya kuştina wî ya li Stanbolê di hindurê otobusake şarederiyê de, gelek pêk hatinên hovane û bûyêr bi zimanekî hesan û zelal hatine nivîsandin.

Romana Adalet Agaoglu ya ku pêvajoya berî 80 yan, wan demên tarî û bêûmît biz iman û kurguyeke hostane hatiye nivîsandin. Xwendevan dibe wan rojjên dîrokî.

Sisê û Benç Kes(Üç Beş Kişi):

Gardiyan: Roman ji terefî Bûbê Eser bi kurdî hatiye nivîsandin. Bûbê Eser, yek ji wan şahid û maxdurê zilm û zora devltê ye. Ew jî weke gelek rewşenbîrên kurd ji işkencên devletê û derbekerên 12 Îlonê zêde zêde nesip girti ye. Nivîskar bi şahidiya gardiyanekî û jiyana wî wahşeta Zindana Diyarbekir di deynê ber çavan.

Gürsel Korat, di gel ew qas zilm û zurî û kezepşewitîyan bi beşişandinî li 12 Îlonê di nêre û îroniyê ji dest na deynê. Lewma Romanake cuda tê hesibandin…

Strana Hîvê(Ay Şarkısı): Romana

Zimanê Çuka(Kuş Diline Öykünen): Piştî 30-40 sala sosyologan dê ev pêvajo şîrove bikra bi nirxandana û piştre wê wiha bipirsyana; “Ên ku mirin, hemû ciwan bûn. Pir ciwan bûn. Gelo wan zaroka wekê masîyên ku xwe ji avê bavêjin, çima mirin bijartin?” Her çiqas nekaribin bersiv bidin jî li ser bersivê serê baş diêşînin.

Tê gotin ku ev roman, di nav romanên 12 Îlonê de yek ji wanên herî baş e.

Merasîma Fermî (Resmî Geçit):

Şebnem İşigüzel di vê Romanê de ji bona siyasetvanan wiha di bêje: “Hemû pîsîtiyên welêt biqurpîne û dernexe” Roman ji alîye kî ve hîcw dike, ji aliyê din ve şaqamake dijwar tavêje.

Fîlmên 12 Îlonê

Zinadana Beş Noli(5 Nolu Cezaevi): Filmekî belgewar e. Ev filmê yekem e ku di derheqa eserê derbekerên 12 îlonê Zindana 5’nolu de hatiyê amadekirin. Di belgewarê de bi gelek girtiyên kevin re hevpeyvîn hatine çekirin. Bi vî ewyî wehşeta k udi zindanê te çêbû ye di deynê darî çav. Ji terefî derhêner Çayan Demirel ve hatiye amadekirin.

Tu Stranên xwe bêje (Sen Türkülerini Söyle): Xeyrî, pîştî heft sala ji hepsê dertê lê xwe ji jiyana hindur xelasnake. Derhêner Şerif Gören e. Di rola sereke de Kadir İnanır, Sibel Turnagöl, Tunca Yönder di leyîzin.

Deng (Ses): Tarık dema 12 Îlonê de bi rojan îşkence dibîne û piştî şeş meha ji hepsê dertê û li bajarokekî başûr bi cî dibe. Milekî Tarik tune û însanêkî di halê xwe de ye. Rojekê dengekî naskirî tê guhê wî. Ev deng dengê îşkecekerê ku milê sqet ki ri ye. Senaryo ji terefî Fehmi Yaşar ve hatiye amadekirin. Derhêner Zeki Ökten e. Leyîstkvanên fîlm jî evin; Tarık Akan, Nur Sürer, Güler Ökten û Kamran Usluer.

Ewrê Evîndar(Kara Sevdalı Bulut): Fîlm, di derheqa jiyan du jinên ku di 12 îlonê de işkence dîtîn de ye. Ji terefî derhêner Muammer Özer ve hatiye amadekirin. Zuhal Olcay, Haluk Bilginer û Şahika Tekand di leyîyzin. Fîlm hê ne ketî vîzyonê de hatibû qedexekirin.

Vegerandina Mal (Eve Dönüş): Mıstefa, Esma û zarokên wan bi televîzyona xwe ya reş û sipî gelek dilşadin. Sal, 1980 e. Ji meha îlonê e û derbe çêdibe. Şevkê polîs tên mıstefa dibin. Di esasê xwe de şaşîtiyek heye. Mistefa bi xeletî di şuna Mistefayekî şoreşger de dibin. Û işkence, lêpirsîn û pêşberîbûn dêst pê dikin. Çîrokeke trajikomîk ya 12 îlonê ye. Ji alî derhêner Ömer Uğur ve atiye amadekirin. Memet Ali Alabora, Sibel Kekilli, Altan Erkekli û Savaş Dinçel di fîlm de leyistne.

Bav û Kurê min (Babam ve Oğlum): Huseyin Efendî, lawê wî yê şagirt ji bona ku tevlî siyasetê dibe wî ji lawîtiyê tavêje. Sadik ji bona ku lawê xwe ê biçuk emanêtê bavê xwe bike di vegere mal lê vegera wî ewqas ne hesan e…

Beynelmilel: Film çîroka gelê bajarokekî ya di bin bandora îdara 12 îlonê de ye. Gelê bajarok ji bona dilê derbekeran xweş bikin, grubeke muzîkê saz dikin. İcar bûyêrên trajikomik li pey hev çêdibin.. Derhêner fîlm Özgü Namal e, leyîstikvan jî evin; Cezmi Baskın û Meral Okay.

Ji xeynê van berheman li ser 12 îlonê gelek gotar,nivîs û pirtûk jî hatine nivîsandin, gelek helbest û stran hatin gotin. Di esasê xwede tesîra derbaya îlonê di gelek beşan (Sîyasî, Civakî, wêjeyî…)babeta lêgerin û vekolinên bi bergehî ye. Bê guman ev gotar ji vê yekê dûr e. Di vê gotarê de armanca me di derheqa derbeyê de hindik jî be zindî girtina hişê civakî ye. Îro 29 saliya 12 Îlonê ye, “bila ne pîrozbe lê bila ne wê jibîrkirin”

Pirtûkên din yên li ser Derbeya 12 Îlonê hatine nivîsandin

Kurd (Kürtler): Pirtûka Nivîskarê rojnameya Sabahê Hasan Cemal e. Pirtûk her çiqas bi tevahî ne di derheqa 12 îlonê de bi jî, gerek di destpêkê de gerek di nava pirtûkê de li ser derba 12 Îlonê de gotarên balkêş hene.

Di Zorê de Ken Zore(Zordur Zorda Gülmek): Oğuz Güven di vê pirtûkê de zilm û zora derbekerên 12 îlonê yên di zindana 5’Noliyê de yek bi yek di nivîse.

Torture and Turkification in the Diyarbakır Military Prison: Welat zeydanlıoğlu xortekî kurde. Li Amerîka xwendîye. Wahşeta derbekerên 12 îlonê bi piranî di çapamenîya kurd û tirka de di xwîndiye û bîhîziye. Ji tiştên ku hatin nivîsandin û bihîzîye pir tesîr digre û biryara nivîsandina vê wahşetê dide. Pirtûk bi piştgiriya profesorekî Amerikî bi zimanê İngilîzî hatiye nivîsandin.

Rojnivîsa Wahşetê (Vahşetin Günlüğü): Pirtûka Mehdi Zana roj bi roj şahîdiya hovîtîyê û li hemberî vê hovitîyê berxwedana girtiyên yên di zindana 5’Noliyê de dike.

Di zindana Diyarbekirde çeşîdên Îşkencan (Diyarbakır Cezaevi’nde İşkence Çeşitleri): Pirtûka karikatora ye. Ji terefî Zülfikar Tak hatiye amadekirin. Tak çaxê ku ket zindana 5’Noli ya ku işkenceyê ne dîtî bi kar dihatin (1980 27 ê Temmuzê) 17 salî bû. Tak, ev hovîtîyên derbekêran ji bîr ne kir û bi karîkatora şanî dinyayê da. Lê belê mirov bi van karikatora na kenê…

5 Nolu ya Diyarbakır(Diyarbakır 5 Nolu); Bayram Bozyel jî piştî derbeya 1980a tiştên ku di zindana Diyarbekirde qewîmi ne di pirtûka xwe ya bi navê ‘Diyarbakır 5 Nolu’ de aninye ziman. Bozyel jî him şahidê hovîtîya zindana Diyarbekrê ye him jî maxdur e. Weke şahid û maxdurekî hestên xwe îfade dike û travmayên ku qewîmîne tarif dike. Her wiha bergeha wehşet û hovîtiya 5 Nolu yê dixe holê.

Şeva Çaran (Dörtlerin Gecesi): Pirtûk ji terefî Fevzi Yetkin û Mehmet Tanbogan ve hatiye amadekirin. Ev pirtûk çîroka berxwedana Ferhat kurtay, Esref Anık, Necmi Onen û Mahmut Zengin yên ku di 18 Gulan 1982an de ji bona protesto kirina îşknecên derbekerên tirk agir berdan bedenên xwe û xwe şewitandin e. Her wiha bûn meşale ya berxwedanê.

Pîrtûk ji alî nîşanîdana psikolojiya girtiyên wê demê yên ku di zindana 5’Nolîde balkêş e.

Çavkanî:

1.Rojnama ya Taraf’ê

2.Malpara “Diyarbakir Zindanı”

3.Rojnameya Radîkal û pêvekê wê ya bi navê “Pirtûk”

4.Nezrcibo

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.
okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Çîrokên Kurdî Derbê ya 12 Îlonê / Nezirê Cibo