e
sv

Balerîna Kurda : Leyla Bedirxan Kîye?

avatar

Kundir

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Yekemîn hunermenda Kurd ya baleyê ye û wek prensesa Kurd navdar e. Di sala 1903an de li Stenbolê ji dayîk bûye. Dîya wê Henrîette Hornîk e û cihûyek diransaz e. Bavê wê Evdilrizaq Bedirxan e. Ji ber sirgûna bavê, malbat koçî Misirê dike. Zartîya wê li Misirê derbas dibe. Bi çanda Tirkîye, Misir û Avrûpayê ve digihîje. Piştî mirina bavê xwe bi dîya xwe Henrîette Hornîk ve diçe li Vîyanayê cîwar dibe. Di salên 1925an de li Avrûpayê dest bi baleyê dike. Perwerdahîya yekemîn ya baleyê li Vîyanayê hildide û dîsa pêşandeya xwe ya yekem li Operaya Vîyanayê de pêşkeş dike. Herwiha dibe jina yekem a Kurd ku dansa modern kirîye.

Ji bo ku li Fransa bimîne bi Henrî Touache re dizewêce ku demek dirêj bûye bi hev re bûne. Jixwe piştî zewacê êdî li Parîsê cîwar dibe. Ji wê zewacê bi navê Nevîn Solh jê re qîzek dibe. Li Parîsê li ser rîtûelên olî yên cûda lêkolînan dike. Hînê şeş zimanî dibe.

Lê mixabin ji ber ku malbat nexwestîye balerînîyê bike, di kar û jîyana xwe de bêpişt û tenê dimîne. Ligel eleqeya çapamenîya Cîhanê, sansûra rojnameyên Kurd ku malbat derdixistin li ser bûye. Lê ew ji ber zextên li ser xwe ku ji malbat û ji derûdora xwe ya nêz dîtîye, neherçiqîye û di hernera xwe de serketîye.

Di 23ê Rêbendana sala 1932an de, li Mîlanoyê, di avahîya operayê ya La Scalayê ku di roja îro de jî navdarîya xwe diparêze de baleya Ottorîno Respîgh ya bi navê Regîna di Saba (Melîkeya Sabayê Belqis) de rola Belqis hildaye ku di dîroka baleyê de ya herî bi serketî tê qebûlkirin e.

Di roja 30ê Gulana 1935a li Centre Marcelîn Berthelot a li Parîsê dîsa balek pêşkeş dike û gelek tê ecibandin. Bi derhênerîya muzîkjenê navdar Maûrîca Naggîar ve di gelek pîyesan de dileyîze.

Bi baleyên wek Dansa Durzî, Dexma Pers, Hîyeroglîfan, Dîlan, Şervanê Kurd, Def û Fellahîne ve di çapamenîya Cîhanê de wek “Prensesa Kurd” nav dide. Di rojnameyên wek Le Fîgaro, Echo de Parîs, La Lîbertê, La Semaîne de Parîs, Les Debats, Guide Musîcal û Le Monde de Musical de dibe sermijara rûpelên hunerê. Lê ne tenê li Fransayê, hunera wê li Swîsre, Almanya, Îtalya, Spanya, Belçîka û li Amerîkayê deng dide. Di afîşên çalakîyan de wek “prensesa Kurd, hunermenda baleyê” pêşkeş dibe.

Di dinya hunerê de gelek dost bidestdixe. Yek ji wan Jean Target e ku tabloyek xwe ya ku li ser fîgûra wê de jinek dans dike heye de,  “gava Leyla Bedirxan dans dike” binavkirîye.

Di her roportaj û firsendî de nasnameya xwe dîyar kirîye. Ji Rohilatadûr û Navîn, ji Avrûpayê îlham hildaye û pêşkeşîyên xwe tim bi navê Kurdî li dar xistîye. Ti car destê xwe ji welatê xwe nekirîye. Di gelek xebatên li ser welat yên berpirsarîyên civakî de xebitîye. Yek ji wan jî alîkarîyên ji bo erdheja Erzînganê ye ku di sala 1939an de qewimîye.

Di 26ê Çilêya Pêşîn a sala 1986an de, di 83 salîya xwe de, li bajarê Montaûbana a Fransayê dinya xwe guhartîye.

Leyla Bedirxan îro wek sembola jin a jîrek, tekoşer, dev ji xwestek û azwerîya xwe bernedayî tê qebûlkirin. Di sala 2015’an de li Stenbolê, di Sahneya Moda Stenbolê de jîyana wê bi navê “Dansa Mezopotamyayê” pêşber bûye. Îro peyama “nekerixe” yê ku ji jina re maye hestîyarîya herî xurt ya pêmayîya wê ye.

Berhemên ku pêşkeş kirîye:

Dansa Durzî (Danse Druse)
Dexma Prens (Estamp Persane)
Hiyeroglifan (Hiéroglyphe) [Pergala nivîsa dema antîk]
Dîlan (Dansa Kurda)
Şervanê Kurd (Guerrier Kurde)
Def (El Tar /Tambourin)
Fellahine (Cotkarên Misrê)

Çavkanî:

Leyla Bedirhan Sahnede, bianet.org

Dans ve Rüyaları Doğu’ya Ait Bir Kadın: Leyla Bedirhan, gaiadergi.com

Jîyana Leyla Bedirxan, bernamegeh.org

İlk Kürt Kadın Dansçı: Leyla Bedirxan, gazetekarinca.com

Leyla Bedirhan, wikipedia

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.
okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Balerîna Kurda : Leyla Bedirxan Kîye?