e
sv

Xwedîyê deng û sewta taybet: Dengbêj Mihemedê Canşah

avatar

Janya

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Zargotina Kurdî zargotinek dewlemend e.

Lêbelê ew dewlemendî, rê li ber neyê girtin, bi demê ra dihele û wenda dibe.

Jiber ku ziman sêwî, zargotina zimanê sêwî jî bêxwedî maye, pirranîya wê nehatîye nivîsandin û qeydkirin.

Gelek kilam û stran, çîrok û destan hatine jibîrkirin, yên heta roja îro hatine, ew jî kin û kurt bûne û hatine guhartin.

Xêncî nav û berhemên wan ên ku hê wenda nebûne, di derbarê dengbêj û çîrokvanan da jî zêde tişt nayê zanîn. Ji ber ku jîyana wan, kar û xebata ku wan bi kedek mezin kirîye, nehatîye nivîsandin.

Ew kîngê û li kû jîyane?

Gelo berhemên xwe çawa afirandine û di bin tesîra kî û kê da mane?

Rûbirû astengîyên çawa bûne?

Bersiva van pirsan nayê zanîn û loma ew kesên ku bi berhemên xwe can dane zimanê bindest û ew jîndar kirine, ji alî pirranîya nifşên îroyîn va nayên naskirin.

Ji wan kesan yek jî Dengbêj Mihemedê Canşah e.

Mihemedê Canşah, gor nasnameya wî ya fermî, di roja 11ê Sibat a sala 1933an da li gundê Delikî hatîye dinyayê. Delikî gundek ji gundên girêdayî navçeya Qereyazîyê, Qereyazî jî navçeyek ji herêma Serhedê û warê dengbêjan e.

Mihemedê Canşah jî li wê herêmê û bi stranên dengbêjan mezin dibe. Di heftsalîya xwe da diçe dibistana seretayî û dû ra jî ya navîn diqedîne.

Di dema xortanîya xwe da mêla xwe dide ser dengbêjîyê û di şahîyan da distirê. Dengbêj Mistefayê Xeloyê Heyran nas dike. Mistefayê Xeloyê Heyran, ku ji navçe ya Xurstanê,ji gundê Qazîcelal e. Di wê demê daMistefayê Xeloyê Heyran di herêmê da wek dengbêjek bi nav û deng tê naskirin.

Mihemedê Canşah jî mîna gelek dengbêjên ji wê herêmê şagirtîya Dengbêj Mistefayê Xeloyê Heyran dike û di civata ku ew tê da cîh digre, distirê.

Di hevparîya qedera hemû dengbêjan da koçberî cîhekî herî girîng digre, ku Mihmedê Canşah jî qasî tê ra xwe ji wê koçberîyê para xwe digre.

Salên 1970’yi, ji bo KurdênBakur salên dijwar bûn.

Hebûna kurdan dihat înkar kirin û di resmîyetê da wek tirkên çîyayî dihatin binavkirin.

Ziman qedexe, jîyan astengkirî, zilm û zordarîya dewletê bêsînor bû.

Kumando, hêzên taybet ên dewletê, ketibû nav axa Kurdistanê û bi taybetî li gundan fizildûman radikir.

Di rewşeke wusa da, Mihemedê Canşah berê xwe dide welatên xerîb û ji axa bav û kalên xwe dûr dikeve. Piştî rêwîtîyek dûr û dirêj, xwe li Almanyayê dibîne, di nav civakek cuda da û wek kesekî kerr û lal…

Koçberîya wî ya li Almanyayê 17 salan dikudîne. Roj û şevên wî bi hesreta welat derbas dibin.

Piştî koçberîya xwe ya 17 salan, li ser axa xwe vedigere, careke din tê li herêmê bi cîh dibe û jîyana xwe li wir didomîne. Di şîn û şahîyên civakê da, bi gelek dengbêjên herêmê va cîh digre û bi wan ra distirê, ku ji wan dengbêjan yek jî Dengbêj Şakiro ye.

Mihemdê Canşah li welat û di nav civaka xwe da ye. Bi derbasbûna demê ra,di gelek xalan da rewş guherî ye. Li gel zilm û zordarîyê qedexebûna ziman di pratîkê da rabûye, dengê dengbêj û stranbêjan ne tenê li odeyê gundan, li di nav avahî û sûkên bajaran da jî bilind dibe.

Sal, 1999 ye.

Mihemedê Canşahli bajêr û di nav civata bajêr da rûnîştîye. Ji civatê daxwaz jê tê kirin, ku ew dest bavêje ber guhê xwe û çend kilaman bistirê.

Berî ku bistirê,berê xwe dide civatê û diaxife…Di axaftina xwe da dixwaze qala jîyana xwe, qala koçberîya xwe ya ku bi hesreta welat derbas bûye, bike… Kul û keserên ku di dilê wî da cîh girtine û mzin bûne, bîne ziman.

Bi dengekî melûl dest pê dike û dibêje; “Salên min bûn 67, zeman teze ji me ra fireh bû. Lanet li wê dinyayê be, ez çûm û 17 salan li Almanyayê mam. Eger ku min bizanibîya di dawîyê da ewqas serbestî çê dibe, wellehî mecbûr bibama û min zarokên xwe bifrotaba jî,ez li wir nedisekinîm û dihatim. Ez piştî salan şûnda vegerîyam, lêbelê îro jî êdî di min da tu xêr nema ye…”

Hê dawî li gotina xwe neanîye û mirov ji gotinên wî yên ji dil têdigihîje, ku kul û keserên wî zêde, êşa wî jî giran e. Loma dixwaze dûr û dirêj biaxife û kul û keserên xwe careke din bîne ziman û bi kesên derdora xwe ra parve bike. Mixabin xêrnexwazek nezan dengê xwe bilind dike û jê ra dibêje, “… evqas jî bese, dîsa têra me he ye, de ji me ra kilamek bibêje…”

Mihemedê Canşah axaftina xwe dibire, dest davêje ber guhê xwe û strana li ser mala Ûsivê Seydo distirê û dibêje:

“Were heyla lê dayê, hey la lê dayê
Texsîmayê dikire gazî go lê lê Rihîmayê da dayê dayê, dayê
Le bila ocaxê Romê li ocaxa nîgor be, acara mala bavê min qelandin pê da li dinyayê
Le bihar e, di konê Ûsivê Seydo da dengê kulfeta lawîn nayê ku nayê
Were heyla lê dayê, hey la lê dayê
Texsîmayê dikire gazî go lê lê Rihîmayê da dayê dayê, dayê
Bila ji xêra Xwedê ra vê sibengê bavê min neçûya parêzî wêrana lodberê qawilka tendûr ma yê
Le minê salix û sulixê bavê xwe hildabû li kavilka vê egayê
Berjêr xwe berdaye çemê lêr e, jorê qireqirê bajarê eksîçayê
Şerekî çêkiribû li dalorê li dalora Emerê Mihê rebenê ji kula dilê min ra li banê dîka
Kulê tê bi kul bî bikevî konê axayê xiyardêlekê dabû serrima Dîyarbekrê
Esker rakiribû ji bajarê Siwêregê
Ji siba Xwedê da hicûm anîsolyê dîne, gizme erdê nayê, hildiki
şe pê da nav çardeh bûkan
Le serê bist û pênc mêrên mala bavê min çûne ber kêrê ji mezinan heyanî piçûkan
Le serê bavê Texsîmayê jêkirin dadayê gerandin li bajaran û sûkan
Ji şefeqa sibê ra xeber dane deşta Muşê mala Ûsivê Seydo…
Li piş perdê da rebenê, reş girêdan danzdeh bûkan”

Di dawîya emrê xwe da li Stenbolê, nexwass û di malda ye. Li dora wî civat kombûye û dîsa daxwaz jê tê kirin, ku kilam û stranan bibêje.

Mihemdê Canşah, daxwazek li kesên derdora xwe û li guhdarvanên xwe dike û wiha dibêje:

Ya cimaata hazir, yanê cimaata ku li kûderê dibe bila bibe, ez we temaman silav dikim, destê mezinan û çavê piçûkan radimûsim… Ez ji gundê Delikê, MIhemedê lawê Canşah me. Em xelkê welatekî ne û hem gişt hevdu nas dikin. Niha li vêderê çend teyîban dibînim, welehî û bilehî ez nexwaş im. Seba dostan ezê mecbûrî çend kilaman bêjim. Qasî ku çavê min dibîne niha li vir heft, heyşt teyip hene… Hinek dengbêj bi peran van bandan tijî dikin, heqê wan e, tabî nefesê xerc dikin. Ez jî tijî dikim, lê ne bi peran. Hemû kesên ku vî dengê min guhdarî dikin, bila ji Mistefayê Xeloyê Heyran û dê û bavê wî ra, ji min û dê û bavê min râ yek fatîheyek bixwînin. Daxwaza min jî, tenê ev e…“

Divê daxwaza xwe ya dawîyê da jî hostayê xwe Mistefayê Xeloyê Heyran ji bîr nake. Ji guhdarvanên xwe daxwaz dike, ku berê ji hostayê wî, dû ra ji wî ra fatîheyek bixwînin…

Mihemdê Canşah herçiqas li seranserê Kurdistanê zêde neyê naskirin jî, ew li herêma Serhedê bi nav û dengê xwe dengbêjek naskirî û navdar e.

Wek hemû dengbêjan Mihemedê Canşah jî di warê dengbêjîyê da xwedî sewt û tewneke taybet e. Bi dengê xwe yê melûl, peyv û hevokan li hev dihûne û bi tewnek hûnerî tîne ziman û distirê.

Kilam û stranên ku straye, pirranîya wan ji ber xwe derxistîye, ew jî bi pirranî kilam û stranên li ser mêranî û mêrxasîya kurdan in.

Herwiha wî gelek kilam û stranên dengbêjên berî wîjîyane jî straye, lêbelê gor sewta xwe û bi tewneke cuda…

Dengbêj be û li ser evîn û evîndarîya bêderman kilam û stranan dernexe û nestirê, nabe.

Di nav stranên Mihemedê Canşah da jî gelek stranên evînî cîh digrin, ku ji wan stranan yek, bi navê “Lawikê min nezan e” ye.

Di stranê da lawik pesnê evîndara xwe dide û wê wek “dîn” bi nav dike, keçik jî pesnê evîndarê dilê xwe dide û wî wek “nezan” bi nav dike.

Pesnên evîndaran ji devê Mihemedê Canşah wiha derdikeve:

Bêje delalîyê hela rabe îro dîsa kavilîyê gundê me bişewite li tepe ye…
Wele heyran di pê tê ra Qazgol e, di binyê da Qirûce ye…
Heyran wele ramûsaneke li taxima deqa sing û bera li xala gerdênê,
li xwîdana berçenê, cotê zermemikan li min kerem ke
Heval û hogirên min çûne ezê bimrim dinyake boş û bê fayde ye,
Dilber tu dînî, he yî yî dîn, Dîlberê tu dîn î (…)
Wele çi bikim ji xizanîyê, ji tunebûna malê dinyaligê,
Lawikê dilê min kavilyê gundan da nezan e, hey lo nezan e…

De bêje wî delalyo sibeye bi dîwarê Hefrengê malikşewitî diketim, li min barî berfa qir e
Hewar Xwedê min dî ji sibê da dîsa nêçîrvana şopa lawikê dilê lo min li ser e
Heyran wezê vê sibêngê palekî vekim ji mirazê xwe û lawikê dilê xwe ra
Hewara Xwedê ji cuzîya emayê, ji sûretê wezbeqerefê,
Delalîyê, delalîyê, hêy nezano, nezano (…)

Lolo bibêje delalyo bila ji xêra Xwedê ra îro malê me bi cînara malê we kirîba
Hewar Xwedê bejna lawikê dilê min zirav e, fenanî takrihana…
Vê sibengê lawikê dilê min ji malê siwar bû berê wî kete welatê Silîva
Ezê duakî bikim ji Xaliqê Alemê, ji mîrê mîran ji kara keremê
Belkî Xwedê hafza lawikê dilê min bike ji bayê gulê ji ketina hespê,
Hewara Xwedê ji qurûbuxtanê qiz û bûkên Koçeran û Silîvan…
Dilber tu dînî, he yî yî dîn, Dîlberê tu dîn î (…)

Lêlê bibêje, wî de lêlê îro bi dîwarê Hefrengê diketim, bila bişewite bê bi cotkanî ne
Hewar Xwedê ji sibê da birek malê me maciran lê danîne
Erê heyran îro min bihîstîye hatye nava êla we kula welatê jêrîn e
Ezê duakî bikim ji Xaliqê Alemê, ji mîrê mîran ji kana keremê
Belkî di konê bavê te bikeve êdî kesek jê nemîne
Hewar Xwedê bi destê Dîlbera min bigre ji nav derxin
Agir bi mala kê bikeve êdî xema min nîne…
Dilber tu dînî, he yî yî dîn, Dîlberê tu dîn î (…)

Lêlê bibêje, wî lêlê delalîyê îro bila kavilyê gundê me bişewite bê gelo berf bi ba ye
Ez nizanim min îro dîsa ji lawikê dilê xwe ra çi gotibû, dilê lawikê dilê lo min ji ma ye
Hewar Xwedê eger hûnê bi esl cisnê lawikê min dipirsin, bixwe mihacir e, navê wî Mahmûd e
Hewar Xwedê çû Parsîna jêrîn bûyê serkarê Telî Reşo ye…
Dilber tu dînî, he yî yî, Dîlberê tu dîn î (…)

Di sala 1999an da Mihemedê Canşah careke din û bi malbatî dibe koçber û berê xwe dide xerîbîyê. Tere li bajarê Stenbol a xopan bi cîh dibe. Mixabin çar sal şûnda, roja 5ê Nîsana sala 2003an û di 70 salîya xwe da, li Stenbolê koça dawî dike. Termê wî li Goristana Sultangazî ya Stenbolê tê binaxkirin.

Mihemedê Canşah jî mîna hemû dengbêjên kurd, gor dilê xwe tahm ji jîyana rû dinê negirt û koça xwe ya dawî kir. Lêbelê deng û awazên wî, kilam stranên wî payîdar man.

Jiber ku îro gelek dengbêjên ji herêma Qereyazîyê, ku xwe wek şagirtên wî dihesibînin, di şopa wî da terin. Bi tewn û kilam û stranên wî distirên, dengbêjîyê dikin û wî bibîrtînin.

Orhan Erdal jî pirranîya kilam û stranên wî daye berhevkirin û ji alîfîrma xwe ya bi navê Ozyildizê va daye qeydkirin.

Orhan Erdal di hevpeyvînek xwe da, qala karê xwe yê ku ji bo berhevkirin û qeydkirina kilam û stranên Mihemedê Canşah da kirine, dike û wiha dibêje: “Em ne wek fîrmaya Ozyildizê, wek neviyên Ûsibê Seydo em Mihemedê Canşah bi hurmet bi bîr tînin. Xwedê wî bi bihûşta xwe şad bike. Bêguman kurê wî Remzî û neviyê wî Kenan Aslan jî di aliyê berhevkirina berhemên wî da gelekî bûn alîkar…”

Wek tê zanîn, ku Ûsibê Seydo di serhildana Agiriyê da bi şervanên ji malbata xwe va cîh girtîye û ji mlbateke bi nav û deng e.

Dengbêj Mihemedê Canşah jî ji wan dengbêjan yek e, ku li ser mêranî û mêrxasîya Mala Ûsivê Seydo kilam derxistîye û stra ye.

Qasî ku Mihmedê Canşah bi kilam û stranên xwe va ji mêr û mêrxasên kurdan ra deynê xwe anîye cîh, torinê Mala Ûsivê Seydo jî bi berhevkirin û qeydkirina dengê wî va ewqas karekî baş kirine…

Çavkanî:

  1. Wikipedia
  2. Youtube: https://www.youtube.com/watch?v=DebpsbaXhs8&t=25s
  3. Youtube: https://www.youtube.com/watch?v=te4JQqkkqTA
  4. ANF: Denîz Îke – Dengbêj Canşah û jiyaneke di tehma kilaman da, 09.2019

Riataza

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.
okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Xwedîyê deng û sewta taybet: Dengbêj Mihemedê Canşah