e
sv

Du kesayetîyên aristokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

avatar

Janya

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 0

    Üzgün

Min nîyet bû li ser pêşnîyara kek Mahmûd Lewendî hin bîranînên hevdîtina xwe ya berîya 35-40 salan ya bi xanima hêja Rewşen Bedirxanê re, ji bo Le Monde Diplomatique Kurdî binivîsim.

Min dest bi nivisandinê kir, lê alîyekî nivîsê kêm dima, temam nedibû. Ji ber ku dema karê min ê rojnamevanîyê de, du kesan, du kesayetîyan li ser min tesîrekî ciyawaz hîştibûn; yek jê Rewşen Xanim, yê dî jî Çaçanê Haco bû. Divîya bû ez li ser van her du kesayetîyan ku temsîla civaka otantîk a kurdan dikirin binivîsim, da ku nivîsa min temam bibe, bighîje merama xwe.

Sîyasetmedar, rewşenbîr û welatperwerên hinkufê min kêm û zêde li ser jîyan û xebata Rewşen Bedirxan Xanimê xwedî agahdarî ne. Rewşen Bedirxan ji malbata Bedirxanîyan keça Salih Bedirxan u jina Mîr Celadet Alî Bedirxan e. Di sala 1909 an de li Kayseri hatîye dinyayê û li Şame mezin bûye, di sala 1992an de vefat kirîye.

Herweha kesên ku meraqa wan li ser dîroka kurdan hebe, navê Çaçanê Haco nebihîstibin jî mutleqe navê babê wî Haco Axayê serokê eşîra Hevêrkan bîhistine. Çaçanê Haco, kurê Haco Axa ye. Di sala 1900î de li Midyadê li gundê Mizîzexê hatîye dinyayê, di sala 1988an de li Sûrîyê li Tirbesipîyê wefat kirîye.

Çima ev her du kesayetî?

Dema min ji bo rojnameya Kurdistan Pressê û Ajansa Nûçeyên Kurdî kar dikir, min gelek mirov naskirin. Kurdên sîyasî, hunermend, rewşenbîr, berpirsên partî û komeleyan, karsaz, zimanzan, akademîsyen, axa, şêx, seyid, pêşîmam û dîplomat naskirin. Tu bivê nevê ji xeynî karê rojnamevanîyê, ji xeynî taybetmendîyê wan wek objeyên karê rojnamevanîyê mirov bi çavekî din li wan dinêre. Ez nizanim xelkê dî çawa nin, lê min bala xwe dida taybetmendîyên wan kesan ku min bi wan re hevpeyvîn dikirin.

Ev her du kesayetî, gorbehişt Çaçanê Haco û Rewşen Bedirxan li ser min tesîreke cuda hiştin.

Hin însan hene weka ku ronahîyeke, yan hewayeke xweş direşînìn, tiştekî wisa. Bê guman ev yeka ha ji taybetmendîyên wan kesan, sixletên wan kesan dertê. A niha dema dinivisînim jî nikarim hisên xwe xweşik îfade bikim. Hin însan hene, mirov cara pêşî wan dibîne weka ku bi salan e hevdu naskiribin wisa xwe nêzîkê wê/wî dibîne. Fena ku mirov mamekî, xalekî yan metikekê, xaltîkekê hezjêkirî ya xwe dîtibe û bê minet dikare nazdarîya xwe jê re bike, delalîya xwe bike, aha tiştekî wisa.

Min ev her du kesayetîyên hêja li Sûrîyê, di salên 1985-86an de nas kirin. Ez ê bi kurtî li ser van her du şexsîyetên nadîde û otantîk ku nuneratîya civaka kurdî ya berîya sed salan dikirin, binivîsim. Hevidar im ku Rewşen Bedirxan  û Çaçanê Haco Axa di gora xwe de rehet razên û ji min û ji nivîsa min razîbin.

Hîn berîya rojnameya Kurdistan Pressê bê damezirandin û dest bi weşanê bike, me ji bo berhevkirina bîranînên hin kesên ku şahîdê tarîxa nêzîk bûbûn xebat dikir. Wek hevdîtina rehmetî Hesenê Hişyar (Pişti 63 salan Berxwedana Şêx Seîd 1925, Kurdistan Press hejmar 11, 12, 13 Sibat û Adara 1987an), Çaçanê Haco, Osman Sebrî, (Rewşen Bedirxan Kurdistan Press 11, 12, 13 Sibat û Adara 1987) paşê di Kurdistan Pressê de weşand. Kesên ku bixwazin wan hevpeyvînan bixwînin yan jî têkevin arşîva dîjîtal a Kurdistan Pressê, dikarin lînka jêr bitikînin.

Li ba berpirsê Kurdistan Pressê rehmetî Orhan Kotan jî, li ba min jî entereseyek, elaqatek zêde ji bo tarîxê hebû. Min hê ji biçûkanîya xwe de ji dil û can guhdarîya serpêhatîyên mezinan dikir. Berîya herkesî, min guhdarîya babê xwe dikir. Gelek tişt dîtibûn. Bi vî awayî derheq bûyerên giring yên dîrokî de, bîr û bawerîyên kesayetîyên kurd, helwesta resmî ya dewleta Tirkîye fêr dibûm. Guhdarîkirina mirovên bi emir û xwedî tecrube ku bûbûn şahidê bûyerên dîrokî, me fêhm dikir ku helwesta dewletê ne durist e!

Ez di zivistana 1985an de ji bo pêşewazîkirina du hevalên xwe yên sîyasî çûbûm Binxetê. Mumtaz Kotan, Rûşen Arslan ji zindana Dîyarbekirê derketibûn. Ew dê Binxet bûbana. Ji bo pêşwazîkirin û derxistina wan ji bo Ewrupayê, ez li Tirbesipîyê li benda wan bûm. Hingê ez li Tirbesipîyê li mala nevîyê Elîkê Betê, Bettal Betê û keça Çaçanê Haco Mukrîme Haco  dimam.

Min ji kek Bettê pirsî ka ji wan kesayetîyên kevin kî maye ku em bikaribin pê re bipeyivin, dengê wan qeyid bikin. Belkî di pêşerojê de biweşînin.

Kek Bettê got, Mamê min Çaçanê Haco heye, Hesenê Hişyar heye. Ez û kek Bettê çûn mala rehmetî Hesenê Hişyar, me pê re hevpeyvîneke dirêj kir. Rehmetî li gor xwe behsa Hereketa Şêx Seîd kir. Me paşê ew hevpeyvin bi çend beşan di rojnama Kurdistan Pressê de weşand.

Çaçanê Haco

Rojeke zivistana 1985an,  li Tirbesipîye em çûn mala Çaçanê Haco Axa, me pê re sohbeteke dûr û dirêj kir, dengê wî qeyid kir. Hingî umrê Çaçanê Haco Axa 85 sal bû. Gotin, guhê wî giran bûye, divê gava pê re bipeyivin dengê xwe bilind bikin. Eger ez şaş nebim di wê sohbetê de kurê Çaçanê Haco Zinawir, nevîye wî Goran, zavayê wî Bettal Battê, birazîyên wî Ferhad û Celal jî amade bûn.

Rehmetî Çaçanê Haco kesayetekî otantîk û tradîsyonel bû. Şêweya axaftina wî, rabûn rûniştina wî, cil û bergên wî, jest û mîmîkên wî,  mirov li hember axayekî otantîk a kurdan bû. Di nav civaka kurdan de jî çend cûre eşîr û axa hene. Hinek hene bi maldari û zordarîya xwe, hinek hene bi xizmi, girêdana xwînê, hinek jî hene li ser lihevkirinê (konsensus, mutabaqat) axatî kirine. Ya Çaçanê Haco ez dibêjim qey wek ya gruba sêyemîn bû. Ji ber ku têkilîyên wî bi gundîyên wî re jî li ser bingeha rêzdarîyê  dimeşîya. Gundîyên wî pê re pirr rehet bûn, bi navê wî xitabî wî dikirin.

Ji alîyê din ve, eşîra Hevêrkan eşîreke pir ciyawaz û enteresant e, divê alîyê sosyolojîk li ser lêkolîn bê kirin. Gerçî di kitêba hêja ya Martin van Bruinessen (Aga Şeyh Devlet) de beşek li ser eşîra Hevêrkan hey, lê ne bes e. Sosyologên kurd divê li ser struktura sosyal a eşîra Hevêrkan lêkolînan bikin. Ji ber ku di nav eşîra Hevêrkan û Şemikan de sê ol (dîn) misilman, xiristîyan, êzdi û se milet (etnicite) kurd, suryanî û mihelmî hene.

Mirov digot qey ev camêr 60 sal berê li ber zilm û fermana tirkan, ji gund û warê xwe, welatê xwe qet baz nedaye, hîn jî li nav eşîra xwe maye.

Eger ji min bipirsin bibêjin tîpekî ku bibe nimûneya axayekî tradîsyonel ê kurdan destnîşan bike, ez ê Çaçanê Haco Axa destnîşan bikim. Bi hemû sixletên xwe, bi ziman, axaftin, hereket, rabûn û rûniştina xwe  karakterekî, kesayetekî otantîk û orîjînal bû.

Naveroka sohbeta me li ser Tevgera Sêx Seîd Efendî û rabûna fermana Haco Axa û binxetbûna malbata wan bû. Hafizeya Çaçan Axa mukemmel bû. Di gel ku 60 sal di ser re derbas jî bûbû, navê endamên Mehkemeya Îstîqlalê, berpirsên mezin yên wê demê, kesên ku dîtibûn, cîhên ku lê mabûn hemû dihatin bîra wî.

Dewletê çawa ew mecbûr kirine ku herin Dîyarbekirê alîkarîya wan. Haco Axa li gel kurê xwe yê mezin Hesen qewlê xwe çawa kirîye yek, eger hevalên Şex Seîd bi ser bikevin dê çi bikin, dewlet bi ser keve dê çi bikin. Di navbera xwe de li hev kirine. Paşê bi hinek çekdaran re berê xwe danê Dîyarbekirê. Digot, ji ber ku tekilîya babê min bi wan re hebû, Hemze Begê Muksî dihat diçû, qewl hebû ku tiştekî mezin bikin lê ji nişka ve hedîseya Şêx Seîd dest pê kir. Em ji mabûn heyirî. Li gor gotina Çaçanê Haco, go ”dilê me bi Şêx Seîd efendî re bû, lê dewletê şandibû pey babê min, diviyabû em herin.”

Dema gihane Dîyarbekirê, dîtine ku ji alî eskerîyê de, hêzên dewletê zora Şêx Seîd Efendî birine.

Berpirsên eskerî û îdarî wazîfeyek spartine Haco Axa û çekdarên wî. Gotine, xeta telgrafan di navbera Dîyarbekirê û Sêweregê ji alîyê zilamên Şêx Saîd ve hatine xirabkirin. Em ê hinekan bişînin da ku xeta telgrafê tamîr bikin, divê hûn jî wan biparêzin.

Me jî bi ya wan kir, di sê rojan de em gihan Sêweregê, em bûn mêvanê Odabaşîyan. Paşê em zivirîn hatin Dîyarbekirê. Dema em li Dîyarbekirê diman, gotin Şêx Seîd Efendî hatîye girtin.

Babê min ji min re got, kurê min here nav çekdarên me, weka ku tiştek nebûye bilivin, lê amadehîya xwe bikin, em ê îşev birevin, herin. Hingê em li xanekê  diman. Ez hatim nav xelkê me, me xwe amade kir, wê şevê em bi bazdan ji Dîyarbekirê derketin. Me berê xwe da Tora me. Tu nabêjî zabitekî Çerkez ji babê min ra gotîye, ‘Haco Axa, min bihîstîye hinek mesul di nav xwe de peyivîne gotine, em ê kursîya îdam a Şêx Seîd Efendî bi Haco Axa bidin kişandin’ bila haya te jê hebe.

Babê min jî got, ‘ez nikarim û naxwazim bibim dijminê qewma xwe’ lema wê şevê em bi bazdan ji Dîyarbekirê derketin. Ji xwe dilê me bi Şêx Seîd Efendî re bû, mixabin hêza wan têk çûbû. Piştre ji xwe dewletê fermana me jî rakir, em jî mecbûrî binxetê bûn.

Min li vir naveroka hevpeyvîneke dûr û dirêj bi kurtebirî nivisand. Mixabin derfet çênebû ku ez vê heypeyvîna dirêj biweşînim. Min gelek caran nîyet kiribû ku hemû hevpeyvînên dîrokî ku min çêkirine di kitêbekê de berhev bikim, biweşînim, lê heta niha min nikaribû. Hin hevpeyvînên ku min kirine nehatine weşandin û yên ku hatine weşandin, ez ê mihawele bikim hemûyan wek pirtûkekê bidim weşandin.

Bi kurtebirî, Çaçanê Haco ji bo min kesayetekî enteresan û ciyawaz bû. Ez wî bi rêzdari bi bîr tînim rehma Xwedê lê be. Bila cihê wî beheşt be.

Rewşen Bedirxan

Havîna 1984an bû, carekê min xwest ez li Sûrîyê herim bajarê Banyasê li wir Rewşen Xanimê bibînim. Hingê hevalê min Kamran Haco li Şamê wek mulazim eskerîya xwe dikir. Me li hev kir û rojekê ez û Kamran me berê xwe da Banyasê. Em çûn, me mala Rewşen xanimê jî peyda kir, lê ew ne li malê bû. Cîranên wê gotin çûye mala keça xwe. Hingê keçeke wê li Iraqê yek jî li Urdunê dima.

Em por û poşman bûn, me go xwezî me telefona wê peyda bikira, pêşî me telefon bikira paşê em hatibana. Welhasil wê rojê ez û Kamran me got madem em hatine heta vir, ji xwe ji bo vegera Şamê wesayit jî nemaye, em ê îşev li vir bimînin, sibehî vegerin Şamê.

Banyas li ber qeraxê Behra Sipî, bajarokekî biçûk û xweşik e. Me restoraneke masîyan peyda kir, kursî û maseyên wê di nav çemekî de bûn, me ji xwe re çend qedeh vexwar, wek her tim me li ser dîrok û rewşa doza kurdî sohbet kir. Wê carê mixabin me nikaribû em Rewşen Xanimê bibînin.

Piştî du salan di havîna 1986an de, ji bo amadehîya damezirandina Rojnameya Kurdistan Pressê û Ajansa Nûçeya Kurdî, rêya min dîsa bi Sûrîye ket. Ez di ser Sûrîyê re çûbûm Îranê û Kurdistana Iraqê. Di vegerê de rêya min di Şamê re derbas dibû. Wêca niha mecal hebû ku ez Rewşen Xanimê bibînim, ji bo dîtina wê rojek ji rojên îlona 1986an, min berê xwe da Banyasê, ez çûm mala Rewşen Xanimê.

Mala Rewşen Xanimê li Banyasê li ser qeraxê Behra Sipî bû. Dema mirov li balkonê rûdinişt mîna ku mirov li ser behrê rûniştibe. Xanîyê wê spehî bû, min jê nepirsî ka xanî kirê ye, yan milkê wê ye. Xanî pir sade û spehî hatibû raxistin. Li mala Rewşen Xanimê  xizmetkarek jî hebû. Rewşen Xanimê pê re bi tirkîya Îstenbolê qise dikir. Pir bala min kêşa, kêlîkekê, dema ku xizmetkar çû metbaxê, min jê pirsî, ku ew kî ye, Rewşen Xanimê got, alîkarîya min dike, wek keça min e, çerkez e, ev demeke dirêj e li mala min dimîne.

Paşê min xwe da naskirin û min jê re got, çend sal berê ez û hevalekî xwe Kamran Haco em hatin bo dîtina te, lê tu ne li malê bû. Ez ji Bakur têm, ez ji Bilîsê me, piştî înqilaba eskerî ya tirkan, ez binxet bûm. Niha li Swedê dimînim, li gel çend hevalan em xerîkin rojnameyekê û ajanseke kurdî damezirînin. Ji bo vê yekê min serdana kurdên her çar parçeyan kirîye, li navçeyên rizgarkirî gerîyame, niha jî berê min li Swedê ye. Dixwazim bi te re li ser jîyan û xebata te û Celadet beg hevpeyvinekê çêkim.

Piştî danasîn û xweşbêşê, me dest bi hevpeyvîna xwe kir.

Min jê pirsî ka bi kîjan zimanî dixwaze em  hevpeyvîna xwe bikin, ji ber ku Rewşen xanim, bi kurdî, tirkî, erebî, îngilîzî baş dizanî. Me li ser tirkî li hev kir. Ew hevpeyvîn pişt ra li Rojnameya Kurdistan Pressê de hat weşandin. Kesên ku bixwazin bixwînin dikarin lînka ku min li jor nivisîye bitikînin têkevin arşîva Kurdistan Pressê. Hevpeyvîna me li ser jîyan û xebata Rewşen Xanim û mêrê wê Celadet Bedirxan bû.

Rewşen Xanim, li ser jîyan û xebata xwe û Celadet Bedirxan,  agehdarîyên hêja da me.

Berîya em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, min bi qasî saetekê pê re sohbet kir. Di sohbeta xwe de min dît ku li pêşberê min xanimek entellektuel, mîrzade û bajarî heye. Rabûn û rûniştina wê, jest û mîmikên wê, xeberdana wê ciyawaz bû. Gelek tişt dîtibûn. Nimûneyek otantîk a civaka bajarî ya kurdan bû. Di sala 1957an de bi tena serê xwe beşdarî Kongreya Enternasyonal a Antî-Kolonyalîzmê dibe, li ser rewşa millete kurd tebligatekê pêşkêş dike!

Piştî ku hevpeyvîna me xilas bû, got kerem ke em li Balkonê rûnin, bi şev bayê behrê xweş e. Em derbasî balkonê bûn, ji Behra Sipî bayekî xweş û hênik hêdî hêdî li me dida, xuşe xuşa dengê pêlên behrê dihat… Rewşen Xanimê got, kerem bike tu yê çi vexwî? Min dikir ku bibêjim qahwe, got na qahwe çay bes in, qesda min qedehek şerab, wîskî yan jî konyak e?

Min got, qedehek wîskî.

Gote xizmetkara xwe, ka qadehek wîskî ji mêvanê min re bîne.

Xizmetkara wê qedehek wîskî ji min re anî. Min got, Rewşen Xanim te ez şermezar kirim, a niha ez nizanim çava spasîya te bikim, çi bibêjim! Bawer bike ez hewqas bi te re rehet im, weka ku ez û dîya xwe rûniştibin. Wê jî got, hemû xort û keçên kurdan zaroyên min in, tu jî kurê min î!

Hingê Rewşen Xanim 77 salî bû. Ji kanserê du caran amelîyat bûbû, lê dîsa jî li ser xwe bû. Hem ji alîyê fîzîkî, hem ji alîyê hafizayê de sihheta we pirr baş xuya dikir. Hinek şeyfa (gilî û gazin) jî kirin. Got, kurê min hin kes hatin ba min, hin not û destnivîsên Celadet Beg ji min standin ku bi kar bînin, lê deng ji wan derneket.

Min di nav sohbetê de li ser exlaqê Celadet beg pirsek jê kir, got, ”kurê min Celadet beg ji bo zimanê kurdî, ji bo doza kurdan gelekî dixebitî, mirovekî bi rehim bû, sakin bû, lê kêm caran jî be carna esebî dibû. Rojekê ew bi berpirsekî îngiliz re rûniştîye dipeyivin. Hingê ji bo Hawarê muhtacî kaxezan bû, kaxez jî di destê îngilîzan de bû. Nizanim çi dibe, çawa dibe qey yê îngiliz tiştekî ne xweş je ra dibêje ew jî aciz dibe bi gopalê xwe li serê wî dixe dişkêne.”

Got kurê min du şîretên min li we: ”Yek, divê ev rojnameya we di wexta xwe de derkeve,  hefteyê carekê, heyvê carekê, we çi gotibe di wê muhletê de lazim e ev rojname derkeve. Dixwazî rûpelek jî be, yan çend rûpelên we vala jî be divê rojname di wexta xwe de derkeve. Dudo, çênabe ku kes bi  rewşa we ya ekonomîk bizanibe. Ez jî di nav de bila kesek bi rewşa aborîya we nizanibe.”

Rewşen xanim dûr û dirêj behsa Celadet beg, dema Hawar û Ronahîyê kir. Got, kurê min kesî nizanibû bi kurdî binivîsanda, bi taybetî kurdîya bi tipên latînî binivîsanda. Niha tu di Hawarê de navê gelek nivîskaran dibînî, navê min jî dibînî, bawer bike Celadet beg, her nivîsek ji nû ve dinivîsand, hêdî hêdî  fêr bûn…”

Her weha got emanetê Celadet beg li Ewrûpa ye, kesek xwedî li wî dernakeve. Divê xwedî li Cemşîd derkevin. Erê rast e, dibêjin xwe ji me dûr dixe, digel wê jí hema ji bo xatirê Celadet beg jî be divê kurdên Ewrûpaye xwedî li Cemşîd derkevin.

Min rewşa wê ya li Sûrîyê pirsî, got ev çend sal in, hema bêje kesek li min napirse. Ez carna diçim ba keçên xwe. Carna diçim Şamê, lê wekê din ez li vir li mala xwe me.

Dema min Rewşen Xanim dît Îlona 1986an bû. Piştî şeş salan di sala 1992an de wefat kir.

Ez niha gihame 64 salîya xwe. Min di nav van salan de gelek kes dîtin, nas kirin. Lê tesîra Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco li ser min ji hemûyan ciyawaztir, cûdatir bû.

Yek xanimeke mîrzade, sosyete û kurdeka bajarî bû.

Yek ji axayekî otantîk hêja yê kurdan bû.

Her du rêzdaran jî emr û temenê xwe weka kurd û ji bo kurdan bihurtin.

Rehma xwedê li wan be.

Bila cîhê wan behişt be.

Nîsana 2021, Stockholm

—————————-

2- REWSEN XANIM û Celadet

3-REWSEN XANIM DI KONGREYA 1957an de foto li vir e (Kurdistan Press no 13):

Rojevakurdistan

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.
okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Du kesayetîyên aristokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco