Navê wî Mistefa Begê kurê Meḥmud Begê Sa‘hêbqiran e. Saḥêbqran navê malbateka dêrîn û kevnê Rojhelata Kurdistanê ye. Mistefa Beg di sala 1782yê mîladî de li Qereçolanîya paytextê Babanîyan li bajarê Silêmanî hatîye dunyayê. Di pênc saliyê xwe de çûye ḥucra mizgefta Ḥacî Xan û li Silêmaniyê dest bi xwendina xwe kiriye. Di pazde salîya ‘umrê xweda ji ber jêhatîya xwe çûye qonaẋa Muste‘îdî ku ev qonax qonaẋa berya mezûnbûna wî ye. Piştî wê Kurdî destê xwe ji ḥucrê ber dide ji ber ku bavê wî ji ḥikumeta Babanîyan wezîr bûye. Kurdî piştî çend nakokîyan, mala xwe dibe Kerkukê. Mistefa beg ji ber evîneke sernegirtî, ta mir nezewcî ye û di helbestên xwe de mexlesa Kurdî bikaranîye.
Ji ber ku weke destûr dihate ḥesibandin, lazim bû ku hemû helbestvanên klasîk mexlesek ango nasanavek bo xo dabinên. Mistefa Beg ji yekî zêdetir mexlesên wî hebûn. Mexlesa êkema ku piranî di helbestên wî de ev mexles hatiye bikaranîn mexlesa “Kurdî” ye. Herwekî ku tê zanîn berya Mistefa Beg jî gelek ‘alimên Kurd weke mexles peyva “Kurdî” bo xwe pejirandine.
Mexlesa Mistefa Beg a duwem jî “Hîcrî” ye. Ji ber ku Mistefa Beg gelek awareyî û mişextibûn dîtibû di helbestên xwe de nasnavê “Hîcrî” jî wek mexles bikaranîbû. Kurdî helbestvanêkî mezin û navdar bû ku gelek helbestvanên mîna Ḥacî Qadir, Nalî û Şêx Riza Telebanî pesna Kurdî diken, qedrê wî digrin û wî wek helbestvaneke mezin û rêzan diḥesbînin. Kurdî di sala 1859ê miladî de çûye ber reḥma Xwudê û li bajêrê Silêmanî hatiye binaxkirin. Meqbera wî ḥalê ḥazir li bajarê silêmanî ye.
Ji aliyê rûxsarê ve, helbestên Mistefa Begê Kurdî, ji ẋeynî ẋezelên ku rûbereka mezin ji dîwanê girtiye ji Qesîde, Mulemme’ û Çarînan pêk hatine. Ji aliyê ‘Erûzê ve jî, temamê helbestên wî li ser kêşa ‘erûzê hatine nivîsandin. Wî bêtir helbestên xwe bi kêşa Hezec û Remelê nivîsandiye. Di nav helbestên wî de ji bil van her du kêşan kêşên din an kêm in an jî hîç nînin. Di nav helbestên Kurdî de sê parçe helbest jî bi mulemme’ hatine nivîsandîn. Parçek bi Kurdî û ‘Erebî ye. Yê din bi Kurdî û Farsî ye. Parçê dawî jî bi Kurdî û Turkî hatiye nivîsandin. Wate: Nîv malik bi Kurdî û nîv malikê dî bi yek ji wan sê zimana ye.
Ji aliyê naverokê ve jî helbestên Kurdî zêdetir ji bingeha sofîzma maddî hatine hûnandin. Wate: Kurdî di helbestên xwe de wek helbestvanên kilasîkên din beḥsa jinê nake lê ciwanî û xoşikîya Xwudê li bedena mêrxasek an însanek bi giştî dibîne. Eve jî bûye xisusîyet û taybetmendîya helbestên Mistefa Begê Kurdî. Ta niha têzekî doktorayê li ser rol û pêgey Mistefa Begê Kurdî hatiye nivîsandin li Zanîngeha Silêmanî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Naz Eḥmed Se‘îd ve bi navê “Dengî Mistefa Begî Kurdî Le Şî’rî Klasîkî Kurdî da”[1] Digel ku gelek helbestên wî hene jî em dê li vir wek numûne şeş helbestên Mistefa Begê Kurdî raberî we bikin.
- ÇÊJTIM EM RO JEHRÎ MAR
Çêjtim em ro jehrî mar û roḥî şîrîn im nehat
Zamî[2] konem hate jan û merhemî birîn im nehat
Min xem im xward û xemîş xiwênî cigermî xwarde we[3]
Boye giryam çend beçend, firmêskî xwênîn im nehat
Ẋem serî lêdam[4] û yarîş qet serêkî lê nedam
Sebr û hoş im royîwe[5], ẋaretgerî dînim nehat
Dill desûtê[6] çîn be çîn deşkête ser yek wek fener[7]
Xawenî rûyî ateşîn û zulfî çînçîn im nehat
Dîde[8] wek hewrî beharan xwên debarênê û seday
Pêkenînî ẋunçeyî new sebz e perjîn im nehat
Goy serim[9] çewganî[10] mîḥnet daye ber xoy ray firrand
Way ‘eceb, bo şasiwarî[11] xaneyî zîn im nehat?
Kewtime[12] wextî mirdin û ẋem xistimye ḥallî ẋerrẋerre[13]
Kurdî bê kes xom le hîç layê seday şîn im nehat.
- LEYLEKEY BÊ MEYLEKEY
Leylekey bê meylekey meḥbûbekey ‘eyyare kem
Şoxekey bedbextekey bê reḥmekey ẋeddare[14]kem
Zallimey le Xwuda netirsey kafirey bê mirwet e!
Qatilley ‘aşiq kujey celladekey xûn xware kem
Gullbeden, sîmînzeqen, xet yasemen, fendeqdehen
Esmerey qed ‘er‘erey naz û nezaket dare kem
Leylekey, çaw mestekey, dill bestekey, newrreste[15]kem
Ḥûrîyi cennatu tecrî teḥtehel-enhare kem[16]
Newcewan, ebrokeman, şîrînzuban û nukte[17]dan
Turkreftar û perîruxsar û perçem dare kem
Ger reqîb! Sed car derim ka ya cinêw[18]im pê bida
Na‘îlac im[19] her debê bêm bo selaḥî[20] kare kem
Emêsta boyeke Hîcrî[21] jehrî dûrî çeştuwe
Tellix guftar e kelamî le’lî şekkerbare kem.
- SEDAY SEMTÛR E
Seday[22] semtûr[23] e kellem[24] germ e em şew[25]
Çirîkey bangî dill bê şerm e em şew
Be naxun[26] karî Ferhad dê le destim
Weha şahûl[27] e sînem[28] nerm e em şew
Le tenhayî be yadî roḥî Mecnûn[29]
Xeyallî geştî deşt û derme em şew
Ẋubarî[30] xakî Wamîq[31] ger Beheşt e
Ke qapî[32] to sebûrî[33] derme em şew
Le ser rû[34]m zamî[35] naxûn nexşî toy best
Temay sin’atekey Azer[36] me em şew
Le dewrî şem[37] gerra Perwane[38] nakam
Le ser rêy wesllî[39] to rehber me em şew
Eger çî yar û yawer[40] bûn be duşmin
Xemî bê yarî bû yawer me em şew
Ke çunke boy[41] wîsalî toy têda ye
Nesîmî[42] subḥ[43] xeber awer me em şew
Ser im şorî[44] wîsalî kewt e ser baz[45]
Dîsan Kurdî ke derdî ser me[46] em şew.
- EGER MEYLİT LE DİLL DERKEM
Eger meylit le dill derkem? Ẋerîbî koyî dillber bim
Weger satê le yadim çî? Hîlakî jehrî ejder[47] bim
Be ẋeyrez[48] boseyî[49] çawit eger qesdî[50] wîsalit kem
Be şu’leyi qehrî[51] tu ya Reb serapa[52] mîslî exger bim
Eger yek leḥze sistî kem le jêr barî ẋemî ‘eşqit
Be mîslî pencere qurban be ten[53] sûraxî[54] xencer tim
Le ser te’rîfî[55] egrîcet eger bêm wesfî kakoll[56] kem
Be zerbî[57] tîẋî ebroy to emin[58] meqtûlî[59] bê ser bim
Eger yek lemḥe[60] ẋafill bim le şu’ley mahî ruxsarit
Le ḥeşra bê nesîbî[61] cennet û rûbarî Kewser[62] bim
Gedayî[63] koyî[64] canane be şahîy ‘alemî nadem
Gedayî xoştir e bo min le şahî, ger muxeyyer bim
Erê yaran! Billa “Kurdî” le botey[65] fîrqeta[66] yek car
Xulase[67] û bê ẋeş[68] û, meqbûlî[69] ‘alem qaltirîn zerr[70] bim.
- RENGÎ GULL JANA
Rengî gull jana[71]! Wekû ruxsareket[72] rengîn nîye
Şekkerî mîsrî wekû guftareket[73] şîrîn nîye
Ehlî[74] Çîn[75] neqqaşî[76] çak in xo, bellan[77] teswîrî[78] to
Neqşî xamey Kirdigar[79] e, karî westay Çîn nîye
Men‘î[80] min ‘emden deka eẋyarî gewc yaxo ker e?
Talîbî pûş û giya, coyay[81] gull û Nesrîn[82] nîye
Mentîq[83]im tey kird[84] be eḥwalatî terîxî şewe
Hîç wekû ‘eşq ba‘îsî[85] can ya mayey jîn nîye
Min ke kuştey tîẋî ‘eşq im rojî dîwanî ceza
Bo çî şahîd bênim? Axir[86] berge kem xwênîn nîye?
Meşqî[87] Mensûr e le wextî kuştinîşda pêkenîn
Arê beşq[88]î ‘eşqe ‘aşiq, ser be buẋz û kîn nîye
Min ke rîswa[89] bûm û tepllî ‘aşqîm lêda îtir
“Kurdî” Hîç perway[90] dil û saman û can û dîn nîye.
- ‘EZÎZAN!
‘Ezîzan! Min ewa royîm[91] le latan[92]
Le mezllûman billa çoll bê willatan
Ke êwen padişay lutf û ‘edallet
Be xwa ḥeyfe bi rencên gedatan
Egerçî xak û xollî rehguzar im
Be serma xo guzer naka sipatan[93]
Were binwarre[94] çawî pirr[95] le xwênim
Be tefsîlat bibînin maceratan[96]
Ke min royîm Cehennem pirr meken lêm
Le min xallî meken koşk û seratan
Cefatan dam û kujtimtan[97] be zarî
Nizûlî reḥmet e cewr û cefatan
Îlahî min bibim rojê dused car
Be qurbanî geda û padişatan
Mellên[98] kellkî nebû royî Cehennem
Ser im qellxan e bo tîrî qezatan
Nesîmî koyî to xatir deka cem
Be boy turrey peşêwî paniyatan
Min im serkirdetan bo leşkirî ẋem
Detirsim min birrom bişkê sipatan
Eger sebr û eger dill bû, weger roḥ
Hemû royîn, çî ye îtir tematan[99]?
Seferman çunke rêy hat û nehat e
Du‘aman bo biken êwew xudatan
Tikay[100] Kurdî weha ye êwe car car
Biken yadî muḥîbbî bê riyatan.
[1] Ji bo bêhtir agahîyan binere: Naz Eḥmed Se‘îd, Dengî Mistefa Begî Kurdî Le Şî’rî Klasîkî Kurdîda, Têza Diktorayê, 2014, Silêmanî; Miḥemed Mistefa (Ḥemebor), Dîwanî Kurdî (Mistefa Begî Kurdîy Saḥêbqiran), berga 1 û 2, çapxaney Aras, hewlêr 2010; Dr. Marif Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî, Bergî Sêyem, Bilawkrawey Aras, Çapî Yekem, Hewlêr2003.
[2] Zam: Birîn
[3] Xwardewe: Xwar, Vexwar
[4] Ẋem serî lêdam: Xeman ziyareta min kir, Ẋeman serî li min dan
[5] Royîwe: Revîye
[6] Desûtê: Dişewite, disoje
[7] Fener: Lampa, fanos
[8] Dîde: Çav
[9] Goy serim: Serê minê weke top û balon
[10] Çewgan: Goçan, gopal
[11] Şasiwar: Şehsiwar, mêrxas, siwareka rind
[12] Kewtime: Ez ketme
[13] Ẋerrẋerre: Xirrîna ber mirinê a di hengama ruhvekişandinê de.
[14] Ẋeddar: Sitemkar, zalim, zulumkar, cewrkar
[15] Newrreste: Nûtêgihîştî, tazepêgeyîştî
[16] Cennatu tecrî teḥtehel-enhare kem: Amaje bo ayeta 136 a sureya ‘Alî ‘Îmran, çend beheştek ku di jêrê wan de rubarê avê diherrikin.
[17] Nukte: Mebest biçûktiya dev û şîrînîya ziman e.
[18] Cinêw: Çêrr, dijûn. Xeberên nebaş
[19] Na‘îlac im: Bê derman im, naçar im, mecbur im.
[20] Selaḥ: Başkirin
[21] Hîcrî: Yê ku ji welatê xwe vediqete û muhacir dibe. Kurdî mexlesa “Hîcrî” di wextê mihaciriya xwe de bikaranîye.
[22] Seda: Deng, awaz
[23] Semtûr: Amûrekî muzîkê ye
[24] Kelle: Serî
[25] Em şew: Ev şev
[26] Naxun: Nînok, neynik, neynok
[27] Şahûl: Sitûn, şaqûl, keresteyekî xanî dirûstkirine
[28] Sîne: Sîng
[29] Mecnûn: Mebest ji Mecnûnê dilberê Leyla ye
[30] Ẋubar: Toz
[31] Wamîq: Dilbera Ezra
[32] Qap: Nig, ling, pê
[33] Sebûrî: Hedarî, aramî, hêminî
[34] Rû: Rûxsar
[35] Zam: Birîn
[36] Azer: Bavê hezretî Îbrahîm. Sin‘eteke Azer senem û pût çêkirin bû.
[37] Şem: Mûm, çira, lampe
[38] Perwane: Teyreke biçuke. ‘Aşiqê ronahî û çirayê ye.
[39] Wesll: Wîsal, gehîştin
[40] Yawer: Yar, alîkar, havdem, piştevan
[41] Boy: Bên
[42] Nesîm: Bayê serê sibê
[43] Subḥ: Sibeh, beyan
[44] Şor: Sewda, eşq, arezû
[45] Baz: Navê teyrekî ye.
[46] Ser me: Serê min e.
[47] Ejder: Ejderha, ezya, marê mezin
[48] Be ẋeyrez: Bi xeynê wî, xeyr ji wî
[49] Bûse: Maçkirin
[50] Qesd: Niyet, niyaz, mebest, xwestin
[51] Qehr: Kîn
[52] Serapa: Ji ser heta pê
[53] Ten: Leş, beden
[54] Sûrax: Kun, qul
[55] Te’rîf: Danasîn, nasandin
[56] Kakoll: Perçem. Ango zulfe zilaman
[57] Zerb: Derb, lêxistin
[58] Emin: Min, ez
[59] Meqtûl: Ê ku hatiye kuştin, kujraw
[60] Yek lemḥe: Yek lehze
[61] Nesîb: Beş, pişik
[62] Kewser: Navê rûbarekî ye di beheştê de
[63] Geda: Kole, bende, hejar, feqîr
[64] Koyî: Baregah, menzil, meqam
[65] Bote: Qalib
[66] Fîrqeta: Dabiran, cudabûn, destjêberdan
[67] Xulase: Pûxte, kurte
[68] Bê ẋeş: Bêqirêj, temîz, paqij
[69] Meqbûll: Tiştê ku tê qebulkirin
[70] Zerr: Zêr, altûn
[71] Jana: Ey riha min, ey canê min
[72] Ruxsareket: Rûyê te
[73] Guftar: Axaftin xweşik
[74] Ehlî: Xelkê
[75] Çîn: Welatê çîn
[76] Neqqaş: Ew kesê ku resm û nexşan çêdike.
[77] Bellan: Emma, belam, lê belê
[78] Teswîr: Şêwe, şekil
[79] Kirdigar: Xwedê
[80] Men’: Rêlêgirtin
[81] Coya: Arezûmend
[82] Nesrîn: Cûreyekî gul e
[83] Mentîq: Zansta mentîq
[84] Tey kird: Kurt Kir, fêm kir, derik kir
[85] Ba’îs: Ho, sebeb
[86] Axir: Îdî, nîhayet
[87] Meşq: Mijûlbuna ji bo hînbûna karekî
[88] Beşq: pîrozî, heqqî
[89] Rîswa: Bêheya
[90] Perwa: Tirs, bak, endîşe, xof
[91] Royîm: Royîştim, rûniştim
[92] Le latan: Li cem we, li ba we
[93] Sipatan: Leşker
[94] Binwarre: Bibîne, binêre
[95] Pirr: Tijî
[96] Macera: Bûyer, serhatî
[97] Kujtimtan: Hûn ez kuştim, we ez kuştim
[98] Mellên: Nebêjin
[99] Îtir tematan: Îdî hûn li bendê çi ne? Ango mebestê we çiye
[100] Tika: Rica, daxwaz
Mistefa Begê Kurdî û Şeş Helbestên Wî – Hêmîn Omar – Kelhaamed Dergisi
Yorum Yaz