e
sv

Guhertin û Tehrîfat di Kilamên Dengbêjan De

avatar

Kundir

  • e 0

    Mutlu

  • e 0

    Eğlenmiş

  • e 0

    Şaşırmış

  • e 0

    Kızgın

  • e 1

    Üzgün

Tekin Çifçi / Serdar Öztürk / Guhertin û Tehrîfat di Kilamên Dengbêjan de: Mînaka “Ez Gul im Gula di Zinêr de

 

KURTE

Dengbêj, berdevkên çanda devkî ya Kurdan in. Gelek dengbêj ji çanda xwendin û nivîsandinê bêpar in. Ev jî rê li ber jibîrkirin, guhertin û texrîfata li ser kilaman vedike. Mebesta vê xebatê ew e ku texrîfat û guhertina li ser kilaman di mînaka “Ez gul im, gula di zinêr da” de li ber çavan raxin. Heman kilam ji Reso, Şakiro û Huseyno hatiye guhdarkirin û deşîfrekirin. Şîroveya her sê dengbêjan ji aliyê naverok û teşeyê ve hatiye berawirdkirin. Wekî encam, mirov dikare bibêje ku di çanda dengbêjiyê de guhertin û texrîfata li ser kilaman di demeke kurt de pêk tê. Sedema herî mezin jî nexwendin û nenivîsandina dengbêjan e. Gava ku kilam tevî peyv û notayan neyên tomarkirin dê kilam ji eslê xwe dûr bikevin û ew çand dê bikeve bin xetereya wendabûnê.

1. Destpêk

Muzîka Kurdî ji aliyê cûre û naverokê gelekî dewlemend e. Lewra em dizanin ku hîn di serdema navîn de, gelek kesan li ser muzîk û meqamên Kurdî berhemên hêja nivîsandine. Yek
ji van Safîyûddîn Urmewî (1217-1294) ye ku wek
sazûmankarê muzîka pergalî (sistematik) tê pejirandin e.
Urmewî, di berhema xwe ya bi navê Kitâbu’l-Edvâr,
Şerefiyye de li ser meqamên muzîkê lêkolînan dike û wan
tasnif dike (Can vd., 2002: 243). Meqamên Kurdî bandoreke
mezin li ser muzîka herêmê kiriye. Gelek meqamên muzîka
Rojhilata Navîn û Anadolê ku îro jî têne bikaranîn bi navê
Kurdî têne nasandin. Wek mînak Acem-Kurdî, Arabân-
Kurdî, Bayâtî-Arabân-Kurdî, Gerdaniye-Kurdî, Hicâzkâr-
Kurdî/Kurdîlihicâzkâr, Hisâr-Kurdî, Hüseynî-Kurdî, Kurdîaşirân,
Kurdîli Çargâh, Nevâ-Kurdî, Zemzeme-Kurdî hwd.

Tê zanîn ku gelek muzîka hunerî ya Tirkî hîmê wê li ser
meqamên Kurdî hatiye danîn. Wek meqamê Muayyer Kurdî,
Hîcazî Kurdî û hwd (Şenses, 2013: 23-24).
Çanda dengbêjiyê di nav Kurdan de digihêje dîroka kevnare.
Izady, destpêka dengbêjiyê bi serdema hatina Ariyan ya
Kurdistanê ve girêdide bale dikişîne ser nêzikatiya muzîka
Kurdî, Yewnana kevin û Spanyolî. Li gorî angaşta Izady,
meqamê “Dor” ya Yewnana Kevin û “Flamenko” ya
Spanyolan heman meqam in (Izady, 2011:428-429).

Lêkolîner û nivîskar Mehmet Oncu, dîroka dengbêjiyê li erda
Mezopotamya digihîne Sûmeriyan û bavkalên Kurdan Gutî,
Qasît, Mîtanî û Medan. Gaveke din jî pêş de diçe û dibêje ku
rêvebirên Komegeniyan cara yekemîn ji bo parastina
dengbêjan û sazbendan zagon derxistine û ew zagon li ser
kîtabeyên berînî (kevirê pahn û şayîk) nexişandine (Oncu,
2011: 25). Lê bi qasî ku em dizanin di dîroka Kurdan de, bi
wateya modern, tu dibistanên dengbêjiyê tunene. Dildarên
dengbêjiyê çûne mal an civata dengbêjan. Bi mehan li wir
mane, li dengbêjan guhdar kirine û hewl dane ku wekî
“hostayên” xwe hînî kilam û kaîdeyan, meqaman bibin û
bibêjin (Çifçi, 2017: 31-32).

Çanda dengbêjiyê bandora xwe li edebiyata nivîskî jî kiriye.
Em dizanin ku gelek berhemên bi nav û deng hîmê wan li ser
kilam û çîrokên ku ji aliyê dengbêjan ve hatine gotin danîne.
Nivîskar û alimê Kurdan yê bi nav û deng, nivîskarê destana
Mem û Zînê Ehmedê Xanî, di berhema xwe de dibêje ku
“Min îlhama vê berhema xwe ji destana Kurdan ya bi nav û
deng Memê Alan girtiye.” Lê li aliyê din em dizanin ku di
navbera destana Memê alan û Mem û Zîna Xanî de gelek
cihêtî hene. Lêkolîner, helbestkar û nivîskar Perwîz Cîhanî
di vê mijarê de weha dibêje:
“Bi dîtina min, Xanî serhatiya Memê Alan bi vê şêweya ku
îro heye, guh lê nebûye. Lê Xanî bixwe jî dibêje, ‘Mem û Zîn
ji devê dengbêj, çîrokbêj û mêjûzanan bihîstiye û nivîsîye.’
Xanî, ew çîroka gelêrî bi şêweya serdema xwe nûjen
kiriye.” (Cîhanî, 2013: 22).

Wekî ku ji gotinên Cîhanî jî tê fêmkirin, çanda devkî
guherbar. Vegêrana berhemên devkî yên wekî kilam, çîrok,
lorî û hwd. li gorî dem, kes û erdnîgariyê diguhere. Ev yek jî
rê li ber şaxvedana berhemên devkî vedike.
Ji ber tûnebûna teknolojiya tomarkirina dengan û
nenivîsandina kilaman ya bi rêbaza notayan, mixabin em
nikarin li dengê dengbêjên qedîm guhdar bikin ango kilamên
wan bi halê wan yê pêşî bixwînin. Bi qasî ku tê zanîn tomara
herî kevin ya kilamên Kurdî li dîroka 1912an diqewime
(Yaş, 2015: 8). Digel vê yekê jî em dizanin ku çanda
dengbêjiyê ji hemû cûreyên din ên muzîkê cudatir e û
dengbêj wekî berdevkên dawî ên mîrateya çanda devkî ya
Kurdan in. Helbet berî her tiştî divê bê zanîn ku teşeyê muzîk
û dengbêjiya Kurdî jî wekî erdnîgariya ku Kurd lê dijîn
berbelav e. Ji bo gihîştina agahiyên sererast ya di derbarê
muzîk û dengbêjiya Kurdî de divê li ser kevneşopiyên
Kurdên li herêmên Suriye, Îran, Iraq, Tirkiyê û Ermenistanê
dijîn jî lêkolînên berfireh bêne kirin (Shiloah, 2002: 62).
Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku digel hin taybetî û
ciyawaziyan dengbêjî îro jî li hemû herêmên ku Kurd lê dijîn
li ser piya ye û dijî.

2. Dengbêjiya Serhedê

Di warê dengbêjiyê de herêma Serhedê wekî kana zêrîn e. Li
gorî herêmên din ên Kurdistanê dengbêjî gelekî li pêş e. Bi
taybetî, di navbera serê sedsala 18an heta çarîka dawî ya
sedsala 20an bûye cih û warê bi sedan dengbêjî. Wekî, Şêx
Silê, Gula File, Evdalê Zeynikê (1803-1913), Resoyê Gopala
(1902-1983), Karapetê Xaço (1902-2005), Şakiro (1936-
1996), Huseyno (1936-2001) û hwd. Helbet gelek sedemên
vê yekê hene. Li gorî me sedema yekemîn bandora
rêvebiriyên herêmî ye. Rêvebirên wekî Kor Huseyîn Paşa,
Sûrmelî Memed Paşa û hwd. her gav di civatên xwe de cihekî
hêja dane dengbêjan. Li wan xwedî derketine.

Bi dengbêjî û dengxweşiya wan serbilind bûne. Sedema duyemîn jî
erdnîgarî ye. Lewra herêma Serhedê, ku ji bakurê Sêrtê dest
pê dike û herêma Bedlîs, Muş, Bîngol, Van, Agirî, Qers û
Erziromê dide ber xwe û heta sînorê Îranê diçe, sar e.
Xwediyê zivistanên dirêj e û derfetên çandiniyê gelekî kêm
in. Piraniya gel bi sewalvaniyê debara xwe dike. Ew yek jî
dihêle ku dem û derfetên şevbihêrkên dirêj ên payîz û
zivistanê pêş bikevin. Dema ku em tunebûna teknolojiyê û
derfetên çûn û hatinê jî bidin ber çavan dê rewş baştir were
fêmkirin. Di rewşeke weha de çîrokbêjî û dengbêjî dibe
yekane derfeta şahî û bextewrariya gel. Lêkolîner Ahmed
Aras, pêşketina dengbêjiya Serhedê bi du sedemên sereke ve
girêdide: Welatê jêr (Diyarbekir, Mêrdîn û Riha û hwd.)
nêzikî sînorên Ereban in. Ji ber vê yekê jî di çand û hunerê
de di bin bandora Ereban de mane lê Serhed ne wisa ye.

Ya duduyan, welatê jêr pergala rêvebiriya feodalîteyê pir hişk
bûye û bandora romê zêdetir bûye lê li Serhedê rêvebirên wê
demê bêtir Kurdewarî jiyane û nirx û rûmete hêja dane
dengbêjiyê û dengbêjan (Aras, 2010: 36-39).
Îro, bi taybetî di nav Kurdên Kurmancîaxêf de dengbêjê herî
navdar ku tê zanîn Evdalê Zeynikê ye. Li gorî lêkolînên
Ahmed Aras, Evdal di sala 1803an de li gundê Cemalvêrdî
yê Eyntabê (Dûtax) hatiye dinyayê. Navê bavê wî Mistefa,
navê diya wî jî Zeynê ye. Evdal hîn di temenê xwe yê pîçûk
de çûye civat û şewbihêrkên gund û li dengbêj û çîrokbêjan
guhdarî kiriye lê heta sîh saliya temenê xwe bi xwe kilam
nesitrane (Aras, 2013: 25-26). Piştî ku nav û dengê wî belav
bûye Sûrmelî Memed Paşî gazî wî kiriye. Bi dengbêja
Sûrmelî Memed Paşa Gulê ya File re ketiye lecê. Zora wê
biriye. Piştî vê lecê bûye dengbêjê Sûrmelî Memed Paşa.

Piştî ku Sûrmelî Memed Paşa di şerê Qozanê de (1865-1866)
de bi pêvedana marekî dimire, Evdal jî vedigere gundê xwe
û êdî dengbêjiya kesî nake; nakeve bin baskê tu axa û began.
Di sala 1913an de li gundê Qanciya, ku gundekî Navçeya
Qereyaziyê yê Erziromê ye, dimire. Wî li wir vedişêrin (Yaş,
2015: 23). Em ji lêkolînên Ahmed Aras jî fêm dikin ku beriya
Evdalê Zeynikê jî li herêma Serhedê çanda dengbêjiyê bi nav
û deng e. Dengbêjî wisa bi bandor e ku gelek kesên ku ji nijadên din
in lê di nav Kurdan de dijîn jî dengbêjî kirine û bi Kurdî
strane. Wekî Gula File, Ferzê, Karapetê Xaço (1902-2005),

Aram Xaçatoryan (1903-1978), Komîtas Vartapet (1869-
1935), Hovannes Badalyan (1924-2001) û Aramê Melikyan (Tîgran) (1934-2009)

(Oremar, 2015: 44). Di derbarê Gula
File de agahiyên zêde di dest me de nîn in. Bes em dizanin
ku beriya Evdalê Zeynikê wê dengbêjiya Sûrmelî Memed
Paşa kiriye û ew û Evdal ketine lecê. Kilamên şeran di nav
çanda dengbêjiyê de cihekî taybet digrin. Wisa girîng e ku di
nav dengbêjan de hostatiya dengbêjan di gotina van kilaman
de diyar dibe. Baweriyeke wisa heye. Di nav Kurdan de, di
warê sitrandina kilamên şeran de, hosteyê herî mezin yê
sedsala bîstan, Karapetê Xaço (1902-2005) tê hesibandin.
Xaço, kilamên şerên nav eşîrên Kurdan bi hostatî hûnandiye.
Mirov dikare bibêje ku Xaço, bi vî rengî ji dîroka Kurdan ya
nenivîsandî re daneyên girîng hiştiye (Çifçi, 2015:2).

Dema ku behsa dengbêjiya Serhedê bê kirin bê guman divê
bi çend rêzikan be jî, behsa Radyoya Erîvanê û xebatên
Kurdên Qefqasyayê jî bê kirin. Lewra, gelek dengbêjên ku
di radyoya Erîvanê de kilam gotine, an ji Serhedê ne an jî di
bandora dengbêjên Serhedê de mane. Weşana Kurdî ya li
radyoya Erîvanê di sala 1955an de dest pê kiriye û heta îro jî
didome. Ev radyo li hemû herêmên Kurdistanê weşanê dike
(Ağcakulu, 2012: 57). Digel ku dema ku ji Kurdî re hatiye
veqetandin hindik bû jî (ji 15 deqîqeyan dest pê dike, dem bi
dem diguhere û heta bi saet û nîvekê dirêj dibe) ji bo
parastina çanda Kurdî ya devkî, bi awayekî dîjîtal (sêlik,
şerîd û band) dibe zêrê zer.

Bi keda xebatkarên radyoyê dengê bi dehan dengbêjên Kurd li dinyayê belav dibe. Bi
xêra wan tomarên ku wê demê hatine kirin, dengê dengbêjên
wekî Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Eslîka Qadir, Fatma Îsa,
Xana Zazê, Meyremxan û bi dehan dengbêjên din, gihêştiye
roja îro (Çifçi, 2015: 57). Gelek kilamên ku îro bi nav û deng
in, cara yekemîn di Radyoya Erîvanê de hatine gotin û bi vî
rengî li her devera ku Kurd lê dijîn belav bûne. Wekî Filîtê
Quto, Lawikê Metînî, Miho, Heso û Nazê û hwd (Kevirbirî,
2009: 20).

Xebatên Kurdên Qefqasyayê piştî sazbûna Komara Sovyeta
Sosyalîst dest pê dikin. Kurdên herêmê di bin banê vê
komarê de derfeta perwerdehî û lêkolînên li ser zimanê Kurdî
dibînin. Hîn di salên 1930an de gelek lêkolînerên wekî
Casimê Celîl, Emînê Evdal, Heciyê Cindî û hwd. Dest bi
berhevkirina folklora Kurdî dikin. Wek mînak Emînê Evdal
û Heciyê Cindî di sala 1936an de bi navê Folklora Kurmanca
berhemeke hêja çap dikin. Di berhemê de bi sedan kilam û
destanên Kurdî ji devê dengbêjên herêmî hatine tomarkirin
ku gelek kilamên Evdalê Zeynikê jî di nav de hene (Cindî û
hwd. 2008: 539-549).

3. Guherîn û Texrîfat di Kilamên Dengbêjan de:

Mînaka Ez gul im gula ber qefayê
Bi giştî çanda devkî, bi taybetî jî dengbêjî bîra civakî ya gelê
Kurd e. Lewra heta dawiya sedsala 20an beşeke mezin ya gel
ji derfetên xwendin û nivîsandinê bêpar maye. Ji ber vê yekê
çanda Kurdan piranî çandeke devkî ye. Ew ne kêmasiyek e
lê belê belkî derî li hin guherîn û guhertinan vedike. Heger
guhertina di kilaman de bi awayekî xwezahî û bi demê re
wekî taybetiyeke çanda devkî pêk bê, şaxên berheman
derdikevin holê. Lê belê heger guhertina di kilaman de bi
zanetî û armanc û hestên nebaş pêk bê, ev yek dibe texrîfata
(xerakirin) kilaman. Helbet em nikarin her guhertinê wekî
texrîfat binirxînin. Yan na pêşketin û şaxvedan di berhemên
devkî de pêk nayê.

Di xebatên folklorê de tomarkirin û
hilanîna (arşîvkirin) berhemên devkî girîng e lê pirtûkxaneya
rastîn ya wêjeya devkî ne arşîv in, bîra mirovan e (Honko,
2006:139). Heger em li gorî vê hişmendiyê tevbigerin
guherîn û texrîfata di kilamên dengbêjiyê de dê baştir were
fêm kirin. Li aliyê din jî çend pirsên sereke mêjiyê me
dikojin: Guherîn di rewşeke xwezahî de pêk hatiye yan na?
Xwezaya guherîna kilaman çawa ye? Gelo her guhertin wekî
texrîfat dikare were nirxandin? Gelo her guhertin ne ji nû ve
afirandinek e? Em dê armanca nivîskar ya rastî çawa fêm
bikin? Di guhertin û texrîfata li ser kilaman de bandora
civakê û civata guhdaran çi ye?

Ji bo hewldana bersivdayîna van pirsên li jor em ê li ser
mînaka kilama “Ez gul im, gula ber qefayê” rawestin. Ev
kilam ji aliyê gelek dengbêjan ve hatiye hatiye gotin lê ji ber
derfetên vê gotarê em ê tenê şîroveya sê dengbêjên navdar
Reso, Şakiro û Huseyno binirxînin. Berî ku em dest bi
lêkolîna kilamê bikin divê em kurtî van dengbêjan nas bikin.
Reso ji van dengbêjan yê herî kevin e. Di sala 1902an li
mintiqa Qersê li gundê Kerîmbeylî hatiye dinyayê. Piştre
bavê wî -Welo- mala xwe bar dike tîne Navçeya Erziromê
Qereçobanê, gundê Gopalan. Malbata wî ji aliyê Erîvanê
hatine Qersê û Erziromê. Ji ber vê jî gelek kes wî wekî
Resoyê Gopalan, Resoyê Mihacir nas dikin (Dît, 2010).
Reso, wekî gelek dengbêjên din, ji malbatek xizan e.

Wî gelek salan şivantî û gavantî kiriye. Ji ber xizaniyê gelek
caran cih guherandiye. Di piçûktiya xwe de ji Dengbêj Sîno,
apê xwe Evdo û Gulê kilam guhdar kirine û şagirtiya wan
kiriye. Di bandora Ferzê de maye. Nava wî û Ferzê de
dostaniyeke xurt çêdibûye. Reso, di sala 1983an de li gundê
Pagê yê Muşê vefat dike û li wir tê veşartin (Badikanli,
2020).

Ev kilamên ku îro em ji dengê Reso guhdar dikin, ji temenê
65an heta 81 saliya wî mane. Ango ji salên 1960î û pêve
hatine tomarkirin û derdora 150-200 kilamî ne. Lewre beriya
wê dîrokê li herêma Kurdan sêlik, teyîp û band (qasêt)
tunebûne ango gelekî kêm bûne.

Dengbêj Huseyno, 1936an de li gundê li gundê Orgînosê yê
nêzikî Muşê hatiye dinyayê. Navê diya wî Husniye, yê bavê
wî jî Şakirê Nîmet e. Li herêmê wekî Husêynê Muşî, Husênê
Orgînosî jî tê nasîn. Huseyno jî li ser şopa Evdalê Zêynikê
dengbêjî kiriye û terz û uslûba wî domandiye. Huseyno, ji
malbateke dengbêj e. Bavê wî, birayên wî û kurê wî (Cahido)
jî dengbêj e (Yaş, 2016:156-157). Huseyno di sala 2001an
de li gundê xwe, Orgînosê, jiyana xwe ji dest daye (Huseyno,
2020).

Dengbêj Şakiro, di sala 1936an de li Eleşgira Agiriyê hatiye
dinyayê. Malbata wî ji wir bar dike û diçe gundê
Cemalvêrdiyê yê Eyntabê (Dûtax). Li wir ji Dengbêj Bedîhê
Kor hînî dengbêjiyê dibe. Bedîh jî şagirtê Evdalê Zeynikê
bûye. Piştre malbat careke din bar dike, diçe Qereyaziya
Erziromê. Di wê demê de Reso û Ferzê nas dike. Ferzê pesnê
wî dide. Nav û dengê Şakiro li herêmê belav dibe. Bi navê
“Şakirê Mezin”, “Kewê Ribat”, “Şahê dengbêjan” tê nas
kirin. Şakiro, sê caran zewiciye û ji her jinekê kurekî wî
çêbûye. Şakiro temenê xwe -Elmanya jî di nav de- li Îzmîr,
Stenbol, Edene, Muş, Erzirom û hwd. gelek deveran derbas
kiriye. Di sala 1996an de li Îzmîrê ji ber nexweşîna penceşêrê
jiyana xwe ji dest daye û li wir, li goristana Çamlıkule hatiye
veşartin (Öztürk, 2014: 47-49).
Di vê xebatê de sê şaxên kilama “Ez gul im, gula ber qefayê”
ji aliyê dirêjbûn, konteks (naverok), guherandin û texrîfatê
ve hatine berawirdkirin. Şaxa ku Reso gotiye ji aliyê Ömer

Güneş û İbrahim Şahin ve hatiye deşîfrekirin (Güneş û
Şahin, 2019: 236-237). Şaxa ku Şakiro gotiye dîsa ji aliyê
her du lêkolîneran ve hatiye deşîfrekirin (Güneş û Şahin,
2019: 274-275). Şaxa ku Huseyno dibêje digel her du
lêkolînerên navborî ji aliyê me ve jî ji malpera înternetê
hatiye guhdarîkirin û deşîfrekirin.
Dirêjbûna Kilamê: Li gorî metnên li ber destê me, ji her sê
dengbêjan yê ku kilamê herî dirêj dibêje Reso ye. Kilama wî
ji 1479 tîpan pêk tê. Ya Şakiro 1415 tîpan û ya Huseyno jî ji
1050 tîpan pêk tê. Bi temenê xwe Reso 34 salan beriya
Şakiro û Huseyno hatiye dinyayê. Ji vî aliyî ve hostayê her
duyan e. Bi gumaneke mezin Reso, ev kilam afirandiye ango
ji nav gel tomar kiriye.

Kontexsa Şaxa Reso: Di şaxa kilamê ya ku Reso dibêje de
hesteke poşmaniyê serdest e. Dengbêj, gulê wekî sembolekê
bi kar tîne û gilî û gazinên xwe ji felekê dike. Li gorî dengbêj,
felekê bi xweşikahiyên dinyayê û bi hestên xortaniyê ew
xapandiye. Bihar û payîz du sembolên sereke ne. Bihar,
xortaniyê û payîz jî kalbûnê temsîl dike. Amadekariyên pîştî
mirinê û roja axretê wekî gulekê ne. Li gorî Reso, her kesî
amadekariyên xwe kirine lê ew dereng maye. “Xelkê gulên
xwe çirpandine lê gula wî li çiyayê bilind, li ber zinarekê asê
maye. Histuyê xwe li ser sosinê de şax û mêl daye.” Lê dîsa
jî dengbêj hêviya xilasiyê wenda nake û terka “kewa gozel”
nake heta roja mirinê. Di payîza emrê wî de feqîrî û
belengaziyê terka wî nekiriye. Di dawiyê de lava ji Xwedê
dike da ku alîkariya wî bike. Lewra “Ew jî gune ye, ew jî qûl
û evdê Xwedê ye.”

Konteksa Şaxa Huseyno: Şaxa kilamê ya ku Huseyno dibêje
wekî dubareyekê ye. Ji du bendan pêk tê û her du bend jî
dubare dibin. Ji aliyê konteksê ve hinekî ji kilama Reso
vediqete. Digel ku bi heman şêwe û rêzikê dest pê dike
Huseyno rast e rast, bi devê jinekê, dest bi nifiran dike. Nifir,
wekî qalibekî kilamên evîniyê, li dê û bavê ne:
“Rebî belkî dê û bavê mi ji axê mi xêrê nebînin li dinyayê
Çawa mi nedabû xortekî di çax û benda mi ra, mi dil tê da
Le mi daye vî kotî şindokî heramî mêra…”

Mêr wisa kêrnehatiye ku xewa “Gul”ê di paşila wî de nayê.
Ji êvarê heta sibehê li xortê xelkê difikire. Huseyno, piştre
dîsa bi devê mêran kilamê didomîne û dibêje:
“Ez dimirim îsal derd û kul û mereqê belekçava ji dilê mi dernayê.”
Heger ji ber hin sedemên ku em nizanin nîn be, em dikarin
bibêjin ku Huseyno kilam bihîstiye lê ji ber nekiriye. Tenê
destpêk û meqamê kilamê ji ber kiriye.

Konteksa Şaxa Şakiro: Bi qasî ku ji kilama Şakiro tê
fêmkirin, wî kilama Reso gelek caran guhdar kiriye û
piraniya wê jiber kiriye. Şakiro bi jiberkirinê nesekiniye û
kirasê evînê jî li kilamê kiriye. Guhertina kilamê ji navê wê
daye destpêkirin. Ji dêvila peyva “zînêr de”, peyva “qefayê”
bi kar aniye. Piştre, gazin û nifiran li dê û bavê xwe dike.
Lewra, ew bê dilê wê zewicandine û dane mêrekî ne li gorî
wê. Şakiro, heyfa xwe li xwe tîne û evîna xwe dişibîne
evînên efsanewî yên wekî Mem û Zînê, Hesen û Belqîzayê,
Usiv û Zulêxayê. Lewra, wan jî heya mirinê dev ji evîna xwe
bernedane.

Evîna wî wisa kûr e ku heta dinya ava be dê ji bîr neke û
xweziya xwe bîne ziman. Li gorî Şakiro, sedema her tiştê
nebaş “felek” e. Ji ber vê yekê jî dinya fanî ye û vala ye.
Lewra emrê ku çû êdî nazivire, bi şûnde nayê. Şakiro şîretan
li guhdaran dike, dibêje “Bi gênciya xwe guven mebe”.
Ango, xortanî tiştekî demî ye; divê mirov pişta xwe nede
xortaniyê. Piştre vedigere û lava ji Xwedê dike ku ew gune
ye, tu suc û tawana wî di vê evînê de tuneye, şahidê wî jî
“Resûlê Ekrem” e. Evîn, karekî bêhemdî ye; dengbêj heta ku
serê danîne qebra reş û tarî nikare terka wê bike.

Sedemên Guhertina Kilamê: Sedema yekemîn ya guhertina
di kilamê de derfetên tunebûna nivîsê ye. Ango dengbêj ne
xwende û nivîskar in. Yekane derfeta wan hêza jiberkirinê û
deng e. Di çandên devkî de deng jî heybereke demîn e; ji bo
demeke kin li hewayê dimîne. Heta ku kîteya dawî ya peyvê
tê gotin ya berî wê wenda dibe (Ong, 2010: 46-47). Ev
pirsgirêk ji bo hemû berhemên çanda devkî derbasdar e.
– Hêza bîrê û bîranînê di dengbêjiyê de pêwistiya sereke ye.
Lewra, mirov bi qasî ku were bîra wî dizane. Dengbêj tenê
bi qasî ku dizane dikare kilamê bibêje. Di vir de pirsgirêkeke
mezin derdikeve holê. Ew jî jibîrkirin e. Gelo dengbêj tam di
kêliya ku kilamê dibêje de beşeke kilamê jibîr bike dê çi bibe
û divê çi bike? Di rewşeke weha de dengbêj nikare kilamê
nîvco bihêle. Neçar e ku demeke din guhdaran aware (mijûl)
bike. Ew yek, ji bo ku pejk li nav û dengê wî nekeve pêwîst
e. Di rewşeke weha de qalibên ku ji berê de hatine jiberkirin
digihêjin hawara dengbêj. Em vê yekê di kilama “Ez gul im,
gula ber qefayê” de jî dibînin:

“Xwedê bi dê û bavê mi ra qebul meke qe hilmede
lawikê cindî mal di gund da
minê tê dixwestin mi nedayê
girtim dame kotî miskînî nemerdî heramî mêra” (Şakiro)
– Dema ku em li konteksa kilama ku Reso gotiye dinihêrin,
ev beş li derveyî mijara kilamê dimîne. Em dikarin bêjin ku
ev qalibê li jor, derfeta ramanê daye dengbêj heta ku
dumahiya kilamê were bîra wî. Lewra Şakiro, piştî vî qalibî
dîsa li ser şopa kilama ku Reso gotiye dimeşe.

– Atmosfera civakî û civatê jî di dengbêjiyê de pir girîng e.
Wekî ku tê zanîn, dika dengbêjan civatên zindî ne. Dengbêj
li gorî atmosfera civatê tev digere. Ew yek jî rê li şaxên nû
yên kilaman vedike. Carinan civat û dengbêj ji aliyê demê
tengezar in. Di rewşeke weha de dengbêj mafê xwe yê
“guhertin ango kinbirîna” kilamê bi kar tîne. Heger civat ji
kesên ji aliyê ol û baweriyê ve nazik be, dengbêj jî neçare ku
“otosansûr”ê bikar bîne. Dibe ku Huseyno ji ber van sedeman
di dawiya her bendê de dibêje: “Cimaetê di bextê we de me
li qisûra min nenêrin….”

– Derfetên teknîkî jî bandorê li ser dengbêj û kilamê dikin.
Ev kilamên ku em îro guhdar dikin di bandan de hatine
tomarkirin. Di navbera dengbêj û endamên civatê de têkilî û
ragihandineke zindî heye. Lê belê di dema tomarkirina deng
ya li studyoyê de dengbêj bi tenê ye. Ev yek jî bandoreke
neyînî li ser hestên dengbêj dike. Ji evîna kilamgotinê zêdetir
xemên bazirganiyê derdikevin pêş. Li gorî daxwaza xwediyê
şîrketên muzîkê destwerdan li ser kilamê pêk tên.

Wek mînak, heger di kilamê de gotinên siyasî, dijexlaqî, dijî ol û
baweriya civatê, erotîk û hwd. hebin, ew beş an ji kilamê têne
derxistin an jî têne guhertin. Li aliyê din, dengbêj xerîbê
teknolojiyê ye. Di vî warî de perwerdehî nedîtiye û tecrûbeya
wî jî gelekî kêm e. Ew yek jî bandoreke neyînî li ser dengbêj
dike; taqet û morala dengbêj kêm dike; wî dike ecemiyê
hunermendiya li stûdyoyan.

– Ziman û erdnîgariya ku kilam lê tê gotin jî girîng e. Her sê
dengbêjên ku bûne mijara vê xebatê jî ji herêma Serhedê ne.
Ji ber vê yekê jî devoka Kurmancî ya herêma Serhedê serdest
e. Ziman, sivik û herikbar e. Kilam bi heyberên xwezahî yên
herêmê xemilandî ye: Çiyayên bilind, berf, serma, ba, gul,
sosin, şax, bihar, zinar û hwd. Ev yek jî him bala guhdaran
dikişîne û him jî hêza jiberkirinê dide dengbêj. Peyvên wekî
“qefa”, “çirpandin”, “ter û tezî” û hwd. di devoka Kurmancî
ya herêmê de gelekî têne bikaranîn. Di peyva “zinêr” de em
taybetmendiyeke Kurdî, tewangê dibînin.

– Li aliyê din, em dizanin ku Şakiro bajarên Tirkiyê yên wekî
Stenbol, Denîzlî, Îzmîr û Edene jî di nav de li gelek bajaran
niştecih bûye. Li wan deveran bi zimanê Tirkî û Erebî re
hemhal bûye. Vê yekê jî bandor li ser metnê kilamê kiriye.
Di metnê kilamê de peyvên Tirkî û Erebî bi cih bûne. Wek
mînak: “boş” (vala), “gencî” (ciwanî), “gêrî” (paşve),
“guven” (ewlehî-bawerî), “aqubet” (dawî-encam), “fanî”
(pûç û vala) û hwd. Em vê bandorê di şaxa ku Reso û
Huseyno gotiye de nabînin.
– Şakiro, wek şêwazekê peyvên hemwate-nêzwate li pey hev
rêz dike: “qul û evd”, “nazivire-gêrî nayê”, “boş û fanî” û
hwd.

4. Encam

Şaxvedan, di çanda devkî de rewşeke xwezayî ye. Lewra
çanda devkî bi mirovan re dijî, ji nifşekî derbasî nifşê din
dibe. Wekî têgeheke wêjeya devkî, şêweya kilam, çîrok,
pêkenok û hwd. a ku kêm zêde ji eslê xwe veqetiyayî re şax
tê gotin. Di navbera şaxên kilaman de gelek caran cûdatiyên
mezin çêdibin. Helbet gelek sedemên vê yekê hene: dem,
cih, çand, temen û hêza jiberkirinê ya kesê jêder, rewşa
metnê kilamê (nivîskî an devkî), rewşa guhdaran (temen,
bawerî, çand, meraq û hwd.), rewşa siyasî ya dem û herêma
ku kilam lê tê gotin, dema ku ji kilamê re hatiye veqetandin
û hwd.

Di çarçoveya van karîgeran de, di vê xebatê de kilama “Ez
gul im, gula ber qefayê” ku ji aliyê Reso, Huseyno û Şakiro
ve hatiye gotin hatiye berawirdkirin. Ji ber ku em nikarin
pesend bikin bê ka ev kilam ji aliyê kê ve hatiye çêkirin, di
vê xebatê de her kilamek wekî şaxeke hatiye pejirandin. Piştî
berawirdkirinê hin encamên ku em gihaştinê ev in:
– Kilama ji aliyê konteksê ve herî bi rêk û pêk ya Reso ye,
piştre şaxa Huseyno tê.

– Di navbera şaxan de ji aliyê dirêjbûna metnê ve gelek
cûdahî hene. Kilama herî kin ya Huseyno ye. Ji du bendan
pêk tê. Her du bend jî hatine dubarekirin.
– Şakiro gelek tişt li naverokê zêde kirine û heta kirasê
kilamên evînê li kilamê kiriye. Evîna Gulê, şibandiye evîna
Mem û Zîn, Ûsiv û Zulêxayê û hwd.
– Huseyno, çarçoveya kilamê bi gazin û nifira li dê û bavê ya
ji ber zewaca bêdil sînor kiriye.
– Reso û Huseyno di vegotina kilamê de hest û ramanên
baweriya civakê (Îslamê) li ber çavan ragirtine. Şakiro hinekî
din “azad” tevgeriyaye.

– Di warê bikaranîna qalib û dubareyan de Şakiro dewlemend
e. Wekî “qebra reş û tarî”, “kavilê gund”, “dîn û har kirime
berdame dunyayê” û hwd. Lê Reso jî gelek qalib bi kar
anîne: “ter û tezî”, “sêzde û çardeh”, “şax û mêl”, “êş û elem”,
“ter û tezî”, “qebra germ û sar”, par û pêrar”, “sir û seqem” û
hwd.
– Şakiro di kilamê de di bandora kilamên ku berê gotine de
maye. Wekî ku sê çar kilaman sentezek amade kiribe dixûye.
– Her sê dengbêj jî ji aliyê aborî ve di rewşeke nebaş de
jiyane. Ji bo debara jiyana xwe neçar mane ku ji şivantiyê
heta bi gavantiyê û cotkariyê bi gelek karên din ve mijûl
bibin. Girêdayî vê mijarê, her sê dengbêjan jî gelek caran cih
û war guherandine. Vê yekê bandora xwe li ser kilaman jî
kiriye. Di kilamê de gazinên ji feqîriyê jî cih digrin. Jiyan li
“kavilê gundan” derbas dibe.

– Şakiro, ji naverokê bêtir giranî daye ser bikaranîna deng lê
di şaxa ku Reso dibêje de xemên naverok û wateyê li pêş in.
– Di her sê şaxan de jî dubare (naqarat) hene. Ew jî jiberkirinê
hêsan dike.
– Zimanê kilamê gelekî sivik û herikbar e. Bala guhdaran
dikişîne û hêza jiberkirinê dide dengbêjan.
– Kilam xwezaya herêma Serhedê didin nîşandan. Berf, ba,
çiya, zinar, bihar, gul û hwd.
– Di warê atmosfera kilamgotinê de motîvasyona dengbêjan
baş e lê her sê şax jî di payîza emrê dengbêjan de bi amatorî
hatine tomarkirin. Wek mînak, dema ku Şakiro kilamê
dibêje, guhdarek dikeve navberê û dibêje, “Sax bî, şahê
dengbêjan!” Ev yek jî rewşa pêkbirina hunera dengbêjiyê li
ber çavan radixe.

– Dengbêj, carinan bikaranîna peyvên ji zimanên biyanî wekî
awantajekê-destkeftinekê dibînin. Lewra bikaranîna peyvên
nenas-xerîb, dengbêj di çavê gel de wekî “zana” didin
nîşandan. Bandoreke derûnî li ser civakê dikin. Dibe ku ji ber
van sedeman, dengbêj bi zanatî ew peyvên ji zimanên din di
vê kilamê de bi kar anîbe.

Çavkanî

Ağcakulu, A. (2012). Ortadoğu’da Kürtçe Radyo Yayınları:
Erivan Radyosu Örneği (1955-1990). Marmara
Üniversitesi Ortadoğu Araştırmaları Enstitüsü Siyasi
Tarihi ve Uluslararası İlişkiler Bölümü, Yüksek
Lisans Tezi. İstanbul.
Aras, A. (2010). Kilama Kurdî û Dengbêjiya Serhedê.
Kovara Bîr 7, 36-39.
Aras, A. (2013). Şairê Kurda yê Efsaneyî Evdalê Zeynikê,
Stenbol. Weşanên AKYAD.
Badikanli, C. “Belgesela Dengbêj Reso”,
https://www.youtube.com/watch?v=AiR84j5LmU&
t=154s&ab_channel=CELİLBADİKANLI
01.09.2020.
Can, MC., Levendoğlu, NO. (2002). Geleneksel Türk
Sanat Müziği Terminolojisinde Çok Kültürlü
Unsurlar. G.Ü. Gazi Eğitim Fakültesi Dergisi, 22(3),
239-245.
Cîhanî, P. (2013). Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî,
Stenbol: Weş. Nûbihar.
Cindî, H.  Evdal, E. (2008). Folklora Kurmanca, Stenbol
Weşanên Avesta.

Çifçi, T. (2015). Di çarçoveya bîra civakî ya Kurdan de
têkiliya bûyerên dîroka nêzîk û kilamên dengbêjan.
International Journal of Kurdish Studies (IJOKS), 2
(1).
Çifçi, T. (2017). Kilam û Jin. Stenbol: Weşanên Nûbihar.
Dît, N. (2010). Dengbêj geleneğinin son halkası: Reso.
https://dengbejler.wordpress.com/2016/11/24/dengb
ej-geleneginin-sonu-ya-da-bu-gelenegin-sonhalkasi-
reso/
Güneş, Ö. Şahin, İ. (2019). Antolojiya dengbêjan 1,
Dengbêj Reso. Çapa 2. Stenbol: Weşanên Nûbihar.
Güneş, Ö. Şahin, İ. (2019). Antolojiya dengbêjan 2,
Dengbêj Reso. Çapa 2. Stenbol: Weşanên Nûbihar.
Honko, L. (2006). Ağıtlar: Yeniden yaratma, yapı ve tür
problemleri. (İsmail Görkem, Çev.) Halk Biliminde
Kuramlar ve Yaklaşımlar 1 içinde. M. Öcal Oğuz vd.
(Ed.) Ankara: Geleneksel Yayınları.
Dengbej Huseyno kimdir?
https://www.bernamegeh.org/2019/11/29/dengbej-huseynokimdir/
04.09.2020.
Izady, MR. (2011). Kürtler, Bir El Kitabı. (Wer. Cemal
Atilla) Stenbol: Weşanên Doz.
Kevirbirî, S. (2009). Sedasala qêrînekê Karapetê Xaço.
(Şerîf Derînce, Wergera ji Tirkî) Stenbol: Weşanên
Do.
Oncu, M. (2011). “Dengbêj û Dengbêjî”. Azad Zal (Ed.), Din
av Antolojiya Dengbêjan 1 de. Stenbol: Weşanên
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Ong, WJ. (2010). Sözlü ve yazılı kültür. 2. Basım. İstanbul
Metis Yayınları.
Oremar, K. (2015). Dengê Azadiyê û Sembola Biratiyê
Aram Tîgran, Çapa 2. Diyarbekir: Weşanên
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Öztürk, S. (2014). Di tradîsyona dengbêjiya Kurdî de Şakiro
(Jiyan û berhem), Zanîngeha Mardîn Artukluyê
Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa
Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Teza Lîsansa
Bilind, Mêrdîn.
Shiloah, A. (2002). Kürt Müziği. Mehmet Bayrak (Ed.), Kürt
Müziği: Dansları ve Şarkıları. Ankara: Özge
Yayınları.
Şenses, B. (2013). Investıgatıon of Makam Correlatıon
Between Turkish Art Musıc and Turkısh Folk Musıc,
Çankaya Unıversity The Graduate School of Natural
and Applied Sciences Electronic And
Communication Engineering. Master Thesis. Ankara.
Yaş, Z. (2015). Şakarên Muzîka Kurdî 1 (1803-1930).
Stenbol: Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Yaş, Z. (2016). Şakarên muzîka Kurdî 2. (1931-2013),
Stenbol: Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

EK-1: Pêvek

Ez Gul ım Gula dı Zınêr da (Dengbêj Reso)
Lê lê Gulê rebenê eza li dunyayê gul im gelo gula di zinêr da
hey wayê ê hê hê hê…
lê ha wayê ha wayê

Xweda ezê gul im gula di zinêr da
payîz e xelkê gulê xwe çirpandin
gula mi ma li qeyayê mezin, çiyayê bilind
hustûyê xwe xwar kiriye bi ser sosinê da şax û mêl da
ez terka bejna çelengsiwarê xwe nakim
heyanî bi destê mi bigirin gidîno mi daxin qebra germ û sar da
were ser ruhê mi melekê mewtê Qasidê Şahê Merda
felek mala te mîrat be emrê mi sêzde û çardeh bû
te dilê mi li dunyayê gelek şa kir ez xapandim
soniya emrê mi da eva çi êş û elem bû te li canê mi peyda kiriye
te ji par û pêrar da
hey wayê ê hê hê hê…
lê ha wayê ha wayê
Lê lê Gulê rebenê eza li dunyayê gelo gul im gulekî terr e tezî
payîz e xelkê gulê xwe çirpandî
gula mi ma li qeyayê ber bi çiyayê bilind
li ber sur û seqemê hey Rebiyo maye rût û tazî
felekê te du diranê mi xistî
du tayê spî çena mi rakirî êdî tu ji mi çi dixwazî
felek mala te mîrat be emrê mi sêzde û çardeh bû
te dilê mi li dunyayê gelek şa kir
eva çi êş û elem bû payîz da te li canê mi peyda kiriye
ez li dû hevalê xwe mame stûxwar û feqîr e ewqa bi belengaz
hey wayê ê hê hê hê…
lê ha wayê ha wayê
Xweda Rebiyo ezê li dunyayê gul im gula ber qefayê
eza korê herdu çavê mi rijyayê
rengê çelengsiwarê mi xirab bûye ji bihar da
ez nizanim gelo ji surê ji seqemê sê payê wî ji xerîbiyê sermayê
felek bila ji îxbala mi ra belkî mala te mîrat be konê te li ser kona dayê
emrê mi sêzde û çardeh bû
te dilê mi li dunyayê gelek şa kir, te ez xapandim
eva çi êş û elem bû payîz da te li cane mi peyda kiriye
axiriya emrê mi da te ez dîn û har kirim berdame dunyayê
hey wayê ê hê hê hê…
lê ha wayê ha wayê
Rebiyo li dunyayê ez gune me
Xaliq li dunyayê ez gune me
ya Rebî tu îmdat bikî
ne ez jî qûl û evdê te me..
Ez Gul ım Gula dı Zınêr da ( Dengbêj Huseyno)
Lê lê heywayê hê hê…
le dilberê ez ê gul im gula li ber qefayê
wî payîz e rengê gula mi xirab e ji surê ji seqemê gelo ji sermayê
Rebî ez bi qurban mi dî tavîkî berfê û yekî baranê ji pêra
dayê
Rebî belkî dê û bavê mi ji ahê mi xêrê nebînin li dunyayê
çawa mi nedabû xortekî di çax û benda mi ra
le mi daye vî kotî şindokî heramî mêra
cimaetê bi bextê we da me li qisûra mi menêrin
ez ji êvarê hetanî sibê xewa mi di paşilê da nayê
hey wayê hê hê.. lê ha wayê…
de ha wayê ha ha wayê
bira wele derdê mi zaf e mereqê mi pir e
ez dimirim îsal derd û kul û mereqê belekçava ji dilê mi dernayê
Lê lê dîlber ez ê gul im gula li ber zinêr da hê hê ha wayê…
le bihar e mi dî gulê di ser sosinê da şax û mêl da
Rebî ez bi qurban mi dî tavîkî berfê û yekî baranê ji pêra lê da
Rebî belkî dê û bavê mi ji ahê mi xêrê nebînin
çawa mi nedabû xortekî di çax û benda mi ra
ji heft salî vir da mi dil tê da
le mi daye vî kotî şindokî heramî mêra
cimaetê bi bextê we da me li qisûra mi menêrin
ez ji êvarê hetanî sibê stûyê mi xwar e bi ser xortê xelqê da
hey wayê hê hê… lê ha wayê…
de ha wayê ha ha wayê
bira wele derdê mi zaf e mereqê mi pir e
ez dimirim bi îsal ji derd û kul û mereqê belekçava ji dilê mi dernayê
Ez Gul ım Gula dı Zınêr da (Dengbêj Şakiro)
Ê lê Gulê ezê gul im gula ber qefayê
hey wayê hey wayê
ê lê ez gul im gula ber qefayê
Xwedê bi dê û bavê mi ra qebûl meke qe hilmede
lawikê cindî mal di gund da
mine tê dixwestin mi nedayê
girtim dame kotî miskînî nemerdî heramî mêra
xelkê gulê xwe çinîne
gula mi malxirabo mabû li qeyayê asê
çilmisiye sê pa ji surê ji sermayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê
hey wayê ha hayê..
eman hey wayê hey wayê,
berxê heya dunya xweş ava be ezê ji te ra bibêjim hey waê
felek fanî ye boş dunya ye
emrê ku çû nazivire bi şûn da gêrî nayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê
sebrê aqûbeta min û te va tu dêhna xwe bidê
bû aqûbeta Mem û Zînê, Hesen û Belqîzayê
sebrê Ûsiv û Zulêxayê
Rebî mi ji te ra nego ne ez gune me
Xwedao ne ez gune me
şahid Resûlê Ekrem be, rihmet ji te be
di kaviliyê gunda da ez qûl û evdê te me
Ê lê Gulê rebenê ezê gul im gula di zinar da
hey waê ha hayê ha hayê
eman hey waê hey waê,
gidî ez gul im gula di zinar da
xelkê gulê xwe çinîne
gula mi mabû li qeyayê asê
li bêlanê bilind bi ser mi da sî û mêl û xwar da
mi sond xwarî terka bejna zirav nadim
heya serê mi nedin ber tawan û şidêdan

bi destê mi negirin mi daneyne qebra reş û tarî
qebra germ û sar da
zalimê te ez xapandim ji par û pêrar da
ê hey waê ha hayê
eman hey waê hey waê,
berxê heya dunya xweş ava be ezê ji te ra bibêjim heywaê
felek fanî ye boş dunya ye
bi gênciya xwe guven mebe
emre ku çû nazivire bi şûn da nayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê
aqûbeta min û te va bû aqûbeta Mem û Zînê,
Hesen û Belqîzayê sebrê Ûsiv û Zulêxayê
Rebî mi ji te ra nego ne ez gune me
Xwedao ne ez gune me
şahid Resûlê Ekrem be, rihmet ji te be
di kaviliyê gunda da ez qûl û evdê te me.

Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi 2020 8(UMS’20) 41-48.

etiketlerETİKETLER
Üzgünüm, bu içerik için hiç etiket bulunmuyor.

Sıradaki içerik:

Guhertin û Tehrîfat di Kilamên Dengbêjan De